La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêz û bedewiya pênûsê


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1993, Stockholm
Préface : Pages : 204
Traduction : ISBN : 91-88592-02-2
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 11Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hêz û bedewiya pênûsê

Hêz û bedewiya pênûsê

…Herçiqas Mehmed Uzun bi helbestan dest bi nivîskariyê dike û helbestên xwe di bin navê M. Ferzend Baran de di kovara xwe "Rizgariya Kurdistan" de diweşîne jî, ew hêdî hêdî ji helbestnivîsandinê bi dûr dikeve, giraniyê dide ser nivîsandina essay û romanê. Romana wî ya pêşî "Tu" di sala 1974' an de derdikeve. Piştî wê Mehmed Uzun li dû hev "Mirina Kalekî Rind" (1987), "Siya Evînê" (1989),"Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynikê (1991),kurdiya piyesa nivîskarê Îngilîz yê bi nav û deng Herold Pinter "Zimanê Çiyan" (1990), "Destpêka Edebiyata Kurdî" (1992), "Mirina Egîdekî" (1993). Ji çend salan vir ve jî ew li ser romana xwe ya bi navê "Bîra Qederê" ku ji xebat û jiyana Celadet Bedir-Xan pêk tê, dixebite.

Mehmed Uzun bi van pirtûkan nayê ser, bêî ku ew ferqiyeta îdeolojîk têxe navbera partî û rêkxistinên kurdan, ji bo ku bibe mînaka yekîtî û biratiya kurdan, çi bigire di piraniya kovar û rojnameyên kurdan de dinivîsîne. Em cama Mehmed Uzun di nava rûpelên Armancê de dibînin, carna di nava rûpelên Kurdistan Pressê de, carna Berbangê, carna Welat, carna Berhem, carna Azadî, carna Nûdem û hwd. Ev pirtûka ku di destên we de ye ji wan nivîsaran pêk hatiye. Weşanxaneya me bawer e ku wê bi weşandina vê berhemê cihekî vala dagirtibe.


Çend gotin li ser Mehmed Uzun

Digel ku Kurdistan di dema nêzîk de nebûye dewlet, sazgehên xwe yên milî ava nekiriye, bi sal û demên dirêj zimanê kurdî qedexe bûye û nebûye zimanê perwerde û nivîsandinê, dîsan kêm be jî kurdan ji nava xwe, bi înad şaîr û nivîskar derxistine. Lê şaîr û nivîskarên ku ji nava kurdan derketine jî, ji ber gelek sedemên nas û nenas, wan şaîrtî û nivîskarî ji xwe re nekirine kar, piştî demekê dev jê berdane, li dû xwe berhemek, an jî berhemine netemambûyî û stûxwar hiştine. Yanî di nava nivîskar û şaîrên kurdan de berdewamî çênebûye. Di dîroka Kurdistanê ya nêzîk de, mîna ku gelekî xuya û eşkere ye, ekola Hawarê ya herî navdar, xwende, zana û têgihîştiye. Vê ekola ku hewl daye da berhemên nûdem biafirîne, tenê di destpêka xwe de maye, paşe ji hey de ketiye, ew kabiliyetên mezin di nava bêdengiyê de winda bûne. Digel ku me îro bi wê ekolê çavên xwe vekirine, îlham û xwesteka nivîsandinê ji wê ekolê stendiye, em dibînin ku ew ekola ku dikarîbû di dîroka Kurdistanê de şoreşek, an ronesanseke edebiyata kurdî bikira, bi tenê çend berhemên stûxwar ji me re hiştine. Lêbelê wan hêvî, bawerî û xwestekeke muezem a xwendin û nivîsandina kurdî li dû xwe hiştine. Nivşe ku îro bi kurdî dinivîsîne, deyndarê wê ekolê ye. Yek ji nivîskarên vî nivşe nû Mehmed Uzun e. Mehmed Uzunê ku hê di salên xwe yên biçûk de dikeve nava tevgera şoreşger û bi enerjiyeke xurt ji bo bidestxistina mafê gelê xwe li ber xwe dide, di demeke kurt de dibe xwedî berpirsiyarên mezin, loma ew tê girtin, tade û neheqiyê dibîne û bi salan di girtîgehan de radizê. Lê tade û neheqî, girtin û lêdan çavên vî xortê nûgihiştî natirsîne, berevajiya wê, gir û nefreta wî li hember dewlet û sazûmana neheq xurt dike, ew bal û meyla xwe berdide ser ziman û edebiyata xwe. Gava Mehmed Uzun ji nava pencên cûntaya 1970'yî difilite û tê berdan, ew çavtirsiyayî nabe û li mala xwe rûnanê, lê bi hêvî û coşeke geş xebata xwe berdewam dike. Bi kemilandina salên wî re, berpirsiyarî û têgihîştina wî jî dikemile, ew di sala 1976' an de li Ankarayê dibe berpirsiyarê kovareke bi navê "Rizgarî". Yanî gava ew dibe berpirsiyarê kovarê, ew hê tenê 23 salî ye. Ev xortê 23 salî dibe xwedî berpirsiyariyeke mezin, herçiqas di salên xwe yên destpêk de bi tenê qurbanê îdeolojiya xwe be jî, paşe hêdî hêdî menfeeta gelê kurd bi tevayî dixe pêşiya îdeolojiyê, bi gotinên tûj û tewş yên di derheqa gelê kurd, ziman, edebiyat û kultura kurdî de naxape, mîna Celadet Bedir-Xan, Kamûran Bedir-Xan, Nûredîn Zaza û gelekên din, bi pirsa kurdan ya herî girîng, yanî bi ziman û rola zimên ji bo hebûn, yekîtî û azadiya gelê Kurdistanê dihese. Lê herçiqas ew bi wê yekê dihese jî, ew li Tirkiyeyê nikare zêde vê fikra xwe têxe piratîkê, bi hevdudîtin, civîn û munaqeşeyên bi hin şexsiyetên kurd yên kurdîzan û nivîskar re tête ser. Lêbelê dewlet û peyayên dewletê pêxîla vî xortî bernadin, vê carê ji bo berpirsiyariya wî ya kovarê wî digirin, heyşt mehan di girtîgeha Ankarayê de dihêlin. Hema ku ew vê carê tê berdan, ji bo ew careke din nekeve xefıka wan, ew mecbûr dimîne welatê xwe terk dike, berê xwe dide welatekî biçûk, ku bi hezaran kilometre ji welatê wî dûr, yanî koçî Swêdê dike…

Mehmed Uzun li Swêdê dîsan dihere û tê, car caran dikeve polemîkên siyasî, berberiyê bi hin rêkxistin û tevgerên kurdî re dike, lê pir tê re naçe, hîsên dûrbûna ji welêt û sirgûnê wî bi zimanê wî ve bêtir girê dide, kurdayetiya wî xurttir dibe, bi tunebûn û jariya edebiyata kurdî dihese. Herçiqas ew dest bi nivîsandina helbestan dike û helbestên xwe di bin navê M. Ferzend Baran de di kovara xwe "Rizgariya Kurdistan" de diweşîne jî, ew hêdî hêdî ji helbestnivîsandinê bi dûr dikeve, giraniyê dide ser nivîsandina ceribandin û romanê. Romana wî ya pêşî " Tu" di sala 1974' an de derdikeve. Piştî wê Mehmed Uzun li dû hey "Mirina Kalekî Rind" (1987), "Siya Evînê" (1989), "Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynibê" (1991),kurdiya piyesa nivîskarê Îngilîz yê bi nav û deng Herold Pinter "Zimanê Çiyan" (1990), "Destpêka Edebiyata Kurdî" (1992), "Mirina Egîdekî" (1993). Ji çend salan vir ve jî ew li ser romana xwe ya bi navê "Bîra Qederê" ku ji xebat û jiyana Celadet Bedir-Xan pêk tê, dixebite.

Mehmed Uzun bi van pirtûkan nayê ser, bêî ku ew ferqiyeta îdeolojîk têxe navbera partî û rêkxistinên kurdan, ji bo ku bibe mînaka yekîtî û biratiya kurdan, çi bigire di piraniya koyar û rojnameyên kurdan de dinivîsîne. Em cama Mehmed Uzun di nava rûpelên Armancê de dibînin, cama di nava rûpelên Kurdistan Pressê de, cama Berbangê, cama Welat, cama Berhem, cama Azadî, cama Nûdem û hwd. Ev pirtûka di destên we de ji wan nivîsaran pêk hatiye.

Em di van nivîsarên Mehmed Uzun de dibînin ku ew ji her celeb dijminatiya kurdan dûr e, ji bo yekîtî û berbihevhatina kurdan her tim xwestiye hewayeke pozîtîv ava bike, xwestiye bibe sembola başî û qenciyê. Digel pir asteng û zehmetiyan, wî karê xwe yê nivîskariyê domandiye û hê bi salên xwe yên ciwan bûye xwediyê navekî nemir û cihekî bi rûmet.

Gava em rewşa Kurdistanê ya îro didine ber çavan, qîmeta nivîskarên nola Mehmed Uzun zêdetir dibe. Kurdistan wêran e, zilm û stemkariyeke bêhawe li ser gelê kurd heye. Tirs, xof û kuştin li Kurdistana îro jiyana rojane ye. Zimanê kurdî hê jî qedexebûna xwe ya heftê salane didomîne, kultura kurdî dimire, folklor û stranên gelêrî winda dibin. Li Kurdistanê sazgehên milî, akademî, enstîtu û weşanxaneyên kurdan yên ku bikaribin bi xurtî pêşî li vê pêla asîmîlasiyonê bigire, nîn in, piraniya ronakbîrên kurdan yên li Tirkiyeyê jî vê yeka han bêqîmet û nehewce dibînin. Loma, wek me got, hebûna mirov û nivîskarên mîna Mehmed Uzun, di rewşeke wilo de ji bo me kurdan çirûska hêvî û hêviya avakirina edebiyateke kurdî ya nûjen û nemir e. Ger em hê dûrtir neçin, ev nêzîkî bîst salên Mehmed Uzun e ku bi pênûsa xwe li ber xwe dide. Wî mîna gelek ronakbîrên kurd yên din nekir û edebiyat bi tirkî nenivîsand, lê bi zanebûn pênûsa xwe ji bo zimanê kurdî, ji bo avakirina edebiyata kurdî ya nûjen li ser kaxezê çerixand. Erê, edebiyateke nûjen... Uzun îro bi giranî li dû pîvanên edebiyatê yên gerdûnî ne. Ji ber ku ew dixwaze edebiyata kurdî bike perçeyek ji edebiyata dinyayê. Ew motîvên kurdî, an jî jiyana şexsiyetên kurd yên jibîrbûyî dike mijarên romanên xwe, uslûb û stîlên cihê yên gerdûnî bikar tîne, romana kurdî a nûjen dike xwedî nav û şexsiyet. Ne ku berî Mehmed Uzun bi kurdî roman nehatine nivîsandin. Belê, hem berî wî, hem jî piştî wî romana kurdî hatiye nivîsandin. Lê cihê Mehmed Uzun yê taybetî ew e, ku ew hem nivîskarekî berdewam e, hem jî romannivîskarekî hevdemî ye. Ew bi motîv û dîroka rewşenbîriya kurdî, carna di bin tesîra ûslûb û stîla Carlos Fuentes de dimîne, carna jî mirov di romanên wî de li şoperiyên Faulkner rast tê.

Ew qîma xwe bi edebiyata basîd û rojane nayne, bi xurtî li dû qaîde û uslûbên nûjen digere. Ji ber vê yekê ye ku ew pir dixwîne. Ji bo xwenûkirin, pêşdeçûyin û afirandina edebiyateke bedew, ew baweriya xwe bi xwendina pir tîne. Ew hem rojhelatî, hem jî rojavayiyan dixwîne; hem klasîkên kurd, hem yên cîhanî, hem jî modernîstan dixwîne.

Loma roman û ceribandinên wî dibin gerdûnî. Yanî mîna tama kurdî, di wergerên zimanên biyanî de jî eynî tamê didin û cama tameke hê xweştir...Essaiya wî ya bi navê " Welatê Xerîbiyê" di kovara edebî ya swêdî "90 Tal", di ya almanî "Lettre International", di ya îtalî "Lettera internazionala"ê de hate weşandin. Ev kovarên edebî li welatên xwe di nava kovarên herî baş de têne hesibandin.

Di danasîna kovara swêdî "90 Tal" ya di Dagens Nyheterê de, esseya M. Uzun di kovarê de mîna nivîsa herî balkêş hate pêşkêşkirin. Herweha di wergerên almanî û îtalî de jî, rexneyên baş wergirtin.

Heçî romanên Mehmed Uzun in, ji niha ve sînorên Kurdistanê gav kirine, bi xurtî werdigerin zimanên biyanî. Wek tê zanîn, berî bi demeke kurt, du romanên wî "Rojek Ji Rojên Evdalê Zeynibê" û "Siya Evînê" li Sûriyê bi erebî derketin. Li ser van herdu romanên Mehmed Uzun, di kovar û rojnameyên Sûrî û Filîstîniyan de, nivîsên cihêreng derketine, gelek nivîsên pesintijî li ser wan hatine nivîsandin. Herweha romana wî Siya Evînê jî wê di bihara îsal de li Tirkiyeyê bi tirkî derkeve. Ew roman ji niha ve ji aliyê gelek nivîskar û rexnegirên tirkan ve tête pesinandin. Niha jî haziriya ku romanên Uzun wergerin zimanên ewrûpayî tête kirin.

Em dibînin ku Mehmed Uzun yek ji wan kurdan, belkî jî yê pêşî ye, ku berhemên wî ewqasî werdigerin zimanên biyanî, ew ewqasî dibine gerdûnî. Mehmed Uzun di danûstandin û xebatên xwe de jî gerdûnî ye. Ew li Swêdê hem bû nivîskarekî jîr û jêhatî, hem jî di danûstandin û têkiliyên xwe de bilind bû. Ew endamekî aktîv yê PENa Swêdî ye, endamê cîhgir yê komîta Karger ya Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye û heval û dostê gelek nivîskarên navdar û gerdûnî ye.

Ji ber ku ev pirtûk bi xwe wê Mehmed Uzun bi gelek hêlên wî ve bide dest, heta ji min hat min pêşgotin kurt girt. Min ne bi armanca analîza li ser romanên M. Uzun ev çend rêz nivîsandin. Hêvîdar im wê hevwelatiyekî din rojekê li ser xebat û romanên vî ronakbîrê kurd ê bi ber, raweste û wan bi hemû hêlên wan ve bi kurdan bide naskirin.

Ev pirtûka ku nivîskêr bi "Hêz û Bedewiya Pênûsê" navandiye, ji nivîsên wî yên ku berê di koyar û rojnameyên kurdan de hatibûn weşandin, pêk tê. Herçiqas ev nivîs berê hatibin weşandin jî, ez bawer im ku wê haya gelek hevwelatiyên me ji van nivîsan tune be. Ji ber ku gelek ji van nivîsan ji zû ve, an jî di destpêka salên 80 de hatine weşandin. Nivîskar di van nivîsarên xwe de bi giranî li ser rewş û rola ronakbîrên kurd radiweste û di gelek waran de nêrînên balkêş pêşkêş dike.

Ji bilî nivîsarên wî yên balkêş ku di Berbang û Armancê de hatibûn weşandin, mirov di hevpeyvînên bi wî re, yên ku di kovarên cihê cihê ; mîna Bergeh, Wan, Welat, Berhem, Azadî û Nûbiharê de hatibûn weşandin, nêrîna nivîskêr ya dinyayê, armanca nivîsandina wî ya bi kurdî, rola ziman û edebiyatê di hişyarkirina gelê kurd de û motîvên romanên wî nas dike. Bi weşandina vê berhema han, em wek Weşanxaneya Nûdemê gelekî bextewar û kêfxweş in. Em hêvîdar in, hûn ê jî bibin şirîkên bextewarî û kêfxweşiya me. 

Firat Cewerî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues