La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Jana Heft Salan


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Brukselê Date & Lieu : 1990, Bruxelles
Préface : Pages : 155
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 2175Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Jana Heft Salan

Jana Heft Salan

ŞAHÎNÊ BEKIRÊ SOREKLÎ di 1946 de, li gundê Mezrê, li Kurdistana Sûriyê ji diya xwe baye. Bavê wî ji Kurdên dumil bû û ji Sêwregê, Kurdistana Tirkiyê, hati bû vî beşê welêt Şahîn 11 bajarê Kobanî dest bi xwendinê kir û di dawiya sala 1965 de li bajarê. Helebê xwendina lîsê kutah kir. Di eynî sala de ew ji bo xwendinê ça Ewropayê û heta dawiya sala 1968 li Otrîş a Almanyayê ma. Di Çiriya 68 de wî ji sedemên aborî û yên din xwendina l zanîngeha . Mûnşin hişt û li bajarê Sydney, Awistralya, bi cî bû. Li wê derê, ew dest bi kar dike û di sala 1971 de bi keçeke awistralî re dizewice. Di destpêka sala 1974 de ew cardin vedigere zanîngehê û piştî xwendina çar salan ji zanîngeha MACQUARIE ya SYDNEY şehadetên BACHELOR OF ARTS (zimanên almanî û îngilîzî, felsefe a polîtîk) a DIPLOMA OF EDUCATION (Pêdagojîk) distîne.

 

Ji sala 1978 heta nuha Şahîn i Wezareta Fêrkirinê ya wilayeta NSW re weka şîretvan û mamosteyê zimanan kar dike. Ew di lîseyeke bajarê. Sydney de mamoste. ye.

 

Di dawiya sala 1979. de, li bajarê Sydney komeleya kurdî ya yekem li Awistralyayê tê damezrandin. Heta sala 1984 Şahîn sereketiya wê komelê dike. Di salên 1982 û 83 de, ew 18 mehan bernameyeke radyo di heftê de carekê, di dezgeheke FM de, bi zimanên kurdî û ' îngilîzî pêşkêş dike. Ji dema destpêkirina bernameya bi zimanê kurdî di dezgeha radyo ya ji bo komên etnîk de (Îlon 85) ew berpirsiyarê vê bernameyê ye. Bernameya bi zimanê kurdî li ser pêla navîn, di heftê de nîv saetekê, di Radio 2 EA ya SPECIAL BROADCASTING SERVICE de, li Sydney tê pêşkêş kirin.

 

Ji nivîsarên Şahînê Bekirê Soreklî ev pirtûk hatine weşan- din : Azadbûna Mehmet Karatas (kurteroman), Enstituya Kurdî, Bonn, 1985; Wendabûn (roman), Verlag für Kultur und Wissenschaft, Bonn, 1987; Em û. pirsa me (gotarên siyasî û yên li ser zimên) , Sydney, 1987; Mehkemekirina  Selahiddînê Evûbî (şano), Haykurd, Stockholm, 1989. Heta nuha jimareke ne piçûk ji gotar, helbest û çî-okên w di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Gelek nivîsarên wî hîn ne hatine çap kirin. Di nav wan de roman û çîrokên ku Ji zimanên almanî û îngilîzî hatine wergei-andin ji hene. ahîn herweha gotarên edebî, siyasî û pêdagojîk bi zimanên îngilîzî û erebî nivîsandine. Helbest û kurteçîrokine wî bi wan  zimanan a bi zimanê almanî di kovar û rojnameyan de hatine weşandin.

 

Di van salên dawîn de, Şahîn ji aliyê naverok û awayê helbest û berhemên xwe yên din de gelek pêş ve çûye. Ew ji çarçeva klassîk derketiye  û bi awakî gelek nûjen hestên xwe yên kûr û geş li ser kaxiz dirijîne.

 


PÊŞGOTIN

Bo gelê Kurd helbestan her dem roleke mezin lîztiye. Ger di stranan de, ger di xwendina mewlûdê de, ger di qulwerk û çîrokan de, her dem helbest hatine bihîstin. Zarokên gundiyan û yên koçeran ji rojên xwe yên yekem de guhdarî helbestan dikin. Herweha jina Kurd zarokên xwe bi helbestan dike xew. Şivan, gavan û cotkarê Kurd bi stranan demê xwe derbas dikin,... Bi sedan sal gelê Kurd çanda xwe û toreyên xwe bi stran û çîrokan derbasî nifşên li pêş kiriye.

Hezar car mixabin, ji ber bindestbûnê û cîhgirtina asîmîla­syon û zordariyê di sedsala 20 an de gellek stran û helbest û çîrokên me wenda bûne.

 

Dû destpêkirina şoreşê li başûrê Kurdistanê û dû gihîştina Ewropa ya bi sed hezaran Kurd rola helbestan xwe gîhand koçeke nû. Gellek kesên welatperwer ne tenê dikaribûn helbestên helbestvan û hozanên me yên kevnar û nûjen bixwînin, lê bi xwe jî dest pê kirin helbestan binivîsînin. Herweha dengbêjên niştîmanperwer rola xwe lîztin û bi deng û mûzîka xwe helbest bo gel xwendin.

 

Ez yek bûm ji ewên di salên 60î de xwe gîhandin Ewropa. Wek endamekî rêxistineke Kurd, min dizanîbû Kurdî bixwînim, lê xwendineke bi sînor. Li Ewropa min dest bi xwendina hin pirtûkan kir û dûvre li Australya ji dest hat der ez zanibûna xwe li ser zimanê zikmakî hê pêşve bibim. Ber ez bi Kurdî binivîsînim min gotar, helbest û çîrok bi zimanên Îngilîzî, Erebî û Alemanî nivîsandibûn. Di sala 1980 de min dest bi nivîsandina hin helbestan kir, yan belkî di 1979 an de, lê pirraniya van helbestên xwe min dûvre çirrandin, ji lewra di nivîsandina wan de min ne tenê razeke (teqlîd) hin helbestvanan kiribû, lê herweha felsefa wan helbestan xam bû, felsefeyeke biyanî bû, felsefeya zarokên lîseyan û pirtûkên şoreşên welatên din bû. Pirraniya helbestên li pêş di sala 1986an û 87an de hatine nivîsandin. Min hewl da, ku ez metodekî nû di gellek helbestên xwe de wînim holê, ne tenê ji hêla xwebêj û li hevsiwarkirina peyvokan de, lê herweha ji hêla tiştê ku helbest li ser têye nivîsandin de. Ez bixwazim, nexwazim, dûrbûna ji welêt, salên bi janê avis, rola xwe li vir lîztine. Ez beşekî pirr kurt ji dema xwe di nivîsandina helbestan de derbas dikim. Dema ez helbestekê dinivîsînim, ew daxwaz ji kûraniya dilê min tê der û wisa ez şahiyê bi nivîsandina wê helbestê ji xwe re tînim holê û ez dikarim bêjim, ew helbest ya min e.

 

Ez nivîsandina bi zimanê Kurdî bo xwe wek pêwîstîyekê dibînim, loma û ji dest hindikbûna dema vala ez êdî pirr hindik bi zimanên din dinivîsînim. Hemî nivîsên min ji Kurdên roja îroj bêtir, bo yên sibe pêşkêş in.

 

Mixabin rola ku nivîskarê Kurd di jîyana pirraniya gelê xwe de dilîze bi sînor e, ji lewra pirraniya gel ne dizane bixwîne, bi taybetî bi Kurdî. Li milê din sedemên din yên bi rêxistinên Kurd de girêdayî jî hene. Hêviya min ya mezin ew e, ku fêrkirina zimanê me li welêt pêşve here, bo nivîskarê Kurd xwe bighîne dil û mêjiyê merovê Kurd.

 

Pirraniya helbestên li pêş divabûn berî demekê di bin navê BANG de hatibûna weşandin, lê mixabin wisa nebû. Hêvîdar im ev pirtûka helbestan di bin navê JANA HEFT SA LA N de dilopeke din têxe ser deryaya çanda netewa Kurd.

 

Ş.B. SOREKLÎ
Nîsan, 88




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues