ÇEND GOTIN Di sala 1994an de ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û bi hevkariya yekîtiyên nivîskarên gelek welatan, ji bo çarsed nivîskarên ji sih welatên cihê bi keştiyê gereke Derya Reş li dar ket. Ez wê salê di Konseya Kulturê de dixebitîm û li ser navê Konseyê -beşa biyanî û hindikahiyan- beşdarî gera Derya Reş bûm. Min di pêvajoya gerê de her roj di defterekê de notên xwe dinivîsandin. Gava ez vegeriyam malê, hin dostan bi meraq li gera min pirsîn. Paşê wan di bîra min de anîn ku ez notên xwe mîna kitêbekê biweşînim. Ji ber pirbûna karên Nûdemê min di xwe re nedidît ku ez notên xwe derbasî komputerê bikim û bigihînim hevwelatiyên xwe. Niha, bi derengî be jî, ji bo ku ev gername mîna belgeyekê bimîne, ez pêşkêşî we xwendevanên dilovan dikin Bi hêviya ku wê bi dilê we be...
Firat Cewerî Stockholm, 2000 |