La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Omeriya Mirsom


Auteur :
Éditeur : Mar-Has Date & Lieu : 2009, Mardin
Préface : Pages : 130
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x195 mm
Thème : Sociologie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Omeriya Mirsom

Omeriya Mirsom
Şerefxan Cizîrî

Di vê xebatê de min pirtûk û çavkanîyên ku hebûn xwendin. Xebatên ku li ser Omerîya hatibûn kirin û Omerîyên ku karibûn li ser Omerîya xwedî dîtin bin, min ew dilin û ez bi wana re axivim. Ji bona pirtûka xwe ez careke din li herema Omerîya gerîyam, dever û gundên ku min neditibûn, min ziyaret kirin. Ez beşdarî gelek civat û şahîyên Omerîya bûm. Min gelek şevbûhêrk bihûrandin. Min li gelek kesan gûhdarî kir. Kesên navdar û kal, min dîtinên wana girtin. Ez bi rewşenbîr û akademîsyenan re peyivîm. Min zanebûnên wana li bêjingan xistin...

Ez dikarim bi hêsanî bêjim ku, ji bedela ku ez gazinan ji tarîtîyê bikim, min mûmek pêxist!..



PÊŞGOTIN

Min piştî gelek taswasan dest bi vê pirtûkê kir. Lê piştî ku min destpêkir, min dawiya wê jî ani. Ez di xebata xwe de neteqinîm. Roj bi roj taswas ji min bi dûrketin û bahwerî kete şûna wana. Dawîya vê xebatê li rastê nema. Berîya vê dawiya hanê jî rastîyek aşkere hebû. Vê rastîya hanê ez gelekî acîz dikirim. Ji alîyekî de min ji xwe re digot; çima ez? Li alîyê din jî min digot; kes vê mijarê weke min baş nizane!
Ez ketibûm nava du daxwazên ku li hevdû nedikirin!
Pirsa çima ez? Ji ber wan sedeman bû: Pêşî ez mirovekî omerî bûm, dûra ez kurdperwer bûm û dûra ez weke nivîskarekî çep dihatim naskirin. Kurdperwerî û çepitîya min dibûn weke dîwarekî ji keviran û li pêşîya min radiwestîya. Vi diwarî rê li min teng kiribû. Ma gelo wê zimandirêjan di derheqê min de çi bigotana gelo? Vê mijarê û helwesta min rasta rasta li hevdû nedikirin. Min ev baş dizanî bû. Lê ev mijar divabû bihata nivîsandin! Kevneşopîyek divabû bihata avakirin! Rêyek divabû bihata vekirin!
Çîma?
Ji ber ku ji mirovên Omerî û ji hemû kurdan re ev mijara hanê girîng bû. Kurdan divabû eşîrên xwe nasbikiribana. Civata xwe nasbikirana. Mentalîta wana raxistana ber çavan. Ji bona civat û tevgera kurdan ev mîjar girîng bû. Ji bona ku em rastî û civata xwe nasbikin, ev mijar pêwistîyek bû. Pêwistîya me siyasi û netewî bû. Em hemû baş dizanin ku, mirovên omerîperwer, an jî eşîrperwer bi wextê re bibûn kurdperwer, bibûn şervani, bibûn bajarî, bi wextê re bibûn kedkar, bibûn rewşenbir û niviskar, bibûn hunermend û sîyasetmedar. . .
Ma gelo wana ji bini de dev ji hest û ramanên xwe berdabûn gelo?
Ma gelo mirovan dikaribûn wilo zû dev ji cewhera xwe berdana? Ji ber wilo divabû ev mijar bihatana nivîsandin...
Mentalîte û jiyana kurdên eşîr divabû yek bi yek bihatana analiz kirin.
Guhertinên sosyal û kulturî di gelek waran de di nava eşîrên kurdan de çêbibûn.
Ev guhertinên ku ez qala wana dikim bi gelek zehmetîyan, bi gelek eş û fedakarîyan meşîyabûn. Gelek tişt serobino bibûn. Hest û ramanên mirovan hatibûn guhertin. Mirovan çermê xwe guhertibûn û dixwestin cilên nûjen li xwe bikin! Mirovên me: yên ku xwedî taybetmendîyên nûbûn, bi xwe re diketin nava naqoqîyan û gelek caran di nava pirsgirêkên kesayetîya xwe de winda dibûn...
Ji ber wilo jî min xwest ku, ez gelek tiştan ji hevdû veçirim û wana analiz bikim.
Ji bona mînak, malbata min ji sedsalan û vir de axatî li eşîra Omerîyan kiribûn. Qencî jî kiribûn û xerabî jî kiribûn. Heyf hilanîbûn, bext dabûn mirovan, hinek di wana de bêbext derketibûn, hinek heta dawî xwedîyê bextê xwe mabûn. Hinek ji wana li dijî dewletê bûn û kurdayetîya xwe parastibûn, hinekan di vî warî de şaşî kiribûn. Hinekan bedelên gelek mezin dabûn. Hinek ji wan şehîd ketibûn. Hinek ne li gora şerefa bav û kalan xwe tevgerîya besin û hinekan ji ev şeref ji bini de jibîra
Mirovên siyasi xwe çawa dikaribûn nêzikî vê eşîr û malbatê bikirana gelo?
Min xwest ku em bi rastîya xwe re têkevin miqabilî hevdû, em rû bi rû bibin, em vê rastîyê bi gelek haweyan fêrbibin, bi alikarîya vê rastîyê civata xwe, sîyaseta xwe û kultura xwe nasbikin û piştî yê naskirinê jî em rabin ser herdû lingên xwe û nav di xwe bidin!
Bi kurtasî mirov dikaribû wilo bigotana; di nava vê eşîr û malbatê de mirovên ku min karibû ew biparastana hebûn û mirovên ku min tucara ew nediparastin jî hebûn! Pîvanên min di vê mijarê de pîvanên kurdayetî û exlaqê paqij bû. Pîvanên min demokrasi û normên sosyal bûn. Ji ber ku kurdperwerî û mafparastin ji derdora mirovan destpêdikir. Mirovên ku derdora xwe nizanîbana, welat û doza xwe ji nikaribûn baş zanîbana. Mirovên ku welatê xwe zanîbana divabû derdora xwe jî bizanibin! Bi gotineke din herem û welat li alîyekî û welat û herem li alîyê din hevdu timam dikirin û bi hemû haweyan hevdû xurt dikirin.
Ji ber wilo jî zanebûnên heremî divabû li ber çavan bihatana raxistin.
Malbat û eşîrên kurdan divabû dîrokî û sosyal werin analiz kirin. Hilbet di vê tevgirêdanê de malbata min, ne tenê bi wateya dayîk û bavê min bû, ne tenê bi wateya kalikê min an jî kalîkê bavê min bû. Malbata ku min qala wêna dikir heta hifdeh bavan jî min dikarîbû ew bi hejmartana.
Ji malbatê bêtir ew bibûn weke bavikekî mezin. Ew bi hemû haweyan bibûn weke xanedaneke berfireh. Ew ji warê malbatî û bavikîye derketibûn û ew bibûn formasyoneke nû, formasyoneke ku mirov nikaribû bi hêsanî nav li wana bikirana.
Di vê tevgirêdanê de rastîyek gelek tazî li pêşîya min hebû; bi sedsalan vê malbatê li herema Omerîyan mezinahî kiribûn. Van hifdeh bavên hanê bi hevdû re jî berberî kiribûn. Belê; ji wan hifdeh bavan re min digot malbata min! Malbata min weke malbata Mirsom, weke Etmanê Axê, weke Mele Mistefa, weke Mala Xezna, weke neviyên Mihemed Cizîrî, weke Sadûnê Axê, weke mala Ehmedê Smaîl, weke mala Hiseynê Axê, weke mala Osman û Silêman, ûhw dihatin naskirin...
Ev dewlemendî li cem gelek eşîr û malbatan tunebû!
Ez dizanim ku, di nava eşîra Omerîyan de mirovên ku ji hevdû acîz bûn jî hebûn. Gelek eşîr û malbatên derdorê li hevdu gef dixwarin. Hevdu biçûçik dikirin. Tê çilo bikirana dilê hemû kesan rehet nedibû. Eşîr û malbatên ku Omerîyan li wana tade kiribû, talanên wana anîbûn û ew kujtibûn, dîsa ji Omerîya acîz bûn. Hinek ji ber sedemên ekonomik, hinek ji ber sedemên mezinbûna Omeriyan, hinek ji ber çalakbûna wana, hinek ji ber jêhatbûn û mêrxasîya Omerîyan ji wan acîz bûn, hinek jî, hema ji xwe ji wana acîzbûn! Li miqabilî vê yekê hinekan jî ji wana hêz dikirin, hinek bi gelek haweyan dibûn mirovên wana.
Weke ku me hejmartin sedemên hêzjêkirin û acîzbûn gelek bûn... Min ev xebata hanê çilo bi nivîsandan jî, gelek zimandirêj hebûn ku wê bigotana; tê hewadarîya malbat û eşîra xwe kiriyê! Tê eşîr û malbata xwe derxistiyê pêş !
Li gora mirovên wilo divabû mirovan tiştek nekiribana. Divabû mirov li benda rehma Xwedê rawestîyana û di nava ciwamêran de jî qûretî bikirana! Lê min qîma xwe bi yekê neanî û min dest bi vê xebatê kir. Heger di vê mijarê de kêmasîyê min hebin, heger min hinek tişt baş neanîbin ziman, heger min hewadarî kiribe jî, bila mirovin din vê xebatê bi haweyekî baştir berdewam bikin!
Ma kesî destê kesî girtiye gelo!
Ez dizanim ku min gavek baş avêtiyê û beroşa ku bi gelek haweyan dikeliya, min kapax ji ser rakiriye! Efrîtê Cînan ji nûha û pê de ji şûşa xwe derketiye! Li derdora xwe digere û mirovên zexel rehet nahêle. Şûjina di wana radike! Kes îca nema dikare bikeve pêşîya wîna.
Weca ji nûha û pêde rêya lêkolînan ji hemû kesan re vebûye ku xebatan di derheqa rastîyên civata xwe de bikin. Kî di wan mijaran de karibe çi bike, bila ji kerema xwe re xebatên xwe pêşkeşî civata kurdan bikin.
Ma em li benda çi rawestîyane?..
Ji nûha û pêde wê kesên qûre û kesên jêhatî ji hevdu bi xetên qalind werin veqetandin. Kesê bikêrhatî û kesên nekirkêr ji nûha û pêde wê ji hevdu werin cihêkirin. Ez di vê tevgirêdanê de tiştekî baş dizanim; divê kurd li rastîyên civata xwe vegerin û zanebûnên nûjen di derheqa civata xwe de biafirînin û mirovên kurd di derbara civata xwe de, ji alîyê zanînê de hîna têkûztir bikin.
Ev yeka hanê divê bibe armanceke netewî û sosyal ji bona hemû rewşenbirên kurdan. Divê zanebûnên hêjayî di derheqê civat û dîroka me de derkevin holê...
Di vê mijarê de tiştên ku min baş zanibûn, tiştên ku min rast dîtibûn, tiştên ku hejayî nivîsandinê bûn, min anîn ziman. Tiştên ku nirxên hêjayî di wana de hebûn, tiştên ku balkêş bûn û tiştên ku divabû bihatana nivîsandin, min vegûhêztin nava vê xebatê.
Ev destpêkek bû!
Ji ber vê rastîya hanê jî dikaribû kêmasî di vê xebatê de hebin. Ev tiştekî gelek ji rêzê bû.
Lê divê ev yeka hanê jî baş were dubarê kirin; ji tirsa ku mirov kêmasîya bikin, qet nabe ku mirov dev ji xebatên pêwîst berde. Ma ji ber tirsa mirinê mirov tucara xwe dikuje gelo? Ma ji ber tirsa likumandinê mirov dev ji meşê berdide gelo? Ma ji ber tirsa dizan mirov mala xwe dike weke zindanê gelo?..
Ji bona xebata rewşenbîrtîyê tirs ne sixleteke başîyê ye.
Ev xebat li gora giranîya xwe divabû bihata kirin. Heta nûha kesî ev bar û berpirsyarî nedabû ser milê xwe. Xebatên nivîsandinê, civatê û dîrokê tucara bê kêmasî nedibûn û heger di vê mijarê de mirov bist û çar eyar zêrê zer bûna jî, dîsa yên ku we qûrqûr bikirina hebûn. Bi taybetî kesê ku bêkêr bûn ev çek hertim bikartanîn...
Di vê xebatê de min pirtûk û çavkanîyên ku hebûn xwendin. Xebatên ku li ser Omerîya hatibûn kirin û Omerîyên ku karibûn li ser Omerîya xwedî dîtin bin, min ew dîtin û ez bi wana re axivim. Ji bona pirtûka xwe ez careke din li herema Omerîya gerîyam, dever û gundên ku min neditibûn, min ziyaret kirin. Ez beşdarî gelek civat û şahîyên Omerîya bûn. Min gelek şevbûhêrk bihûrandin. Min li gelek kesan gûhdarî kir. Kesên navdar û kal, min dîtinên wana girtin. Ez bi rewşenbîr û akademîsyenan re peyivîm. Min zanebûnên wana li bêjingan xistin...
Ez dikarim bi hêsanî bêjim ku, ji bedela ku ez gazinan ji tarîtîyê bikim, min mûmek pêxist!..
Ji bona xebateke wilo mirov hewcedarê gelek çavkanîyan dibe. Ji derveyî pirtûk û xebatên nivîskî min gelek çavkanîyên zindî bikaranîn.
Ji nava wan çavkanîyan pêşî ez dixwazim spasîya xwe ji Biro Omerî re bikim. Bi rastî Biro Omerî ji alîyê zanebûn û şîretên xwe de qet texsîr nekir. Wîna hergav rê pêş min dikir û şîrovên xwe li ser pêşneyar û ramanên min digotin. Min û Biro di gelek waran de hevdû timam dikir. Di gelek ramanan de Biro şirîkê min bû.
Gelek spas ji Biro Omerî re!
Careke din gelek spas ji bona ragîhandin û zanebûnên ku te pêşkêşî min kirin...
Dîsa spas ji bona ku tu di vî warî de ne xesîs bû!
Dûra gelek mirovan din alîkarîya min kirin, ezê nûha navê hinekan jî wana li vir pêşkêşî we bikim; Hesenê Ehmedê Silêman, Tevfoyê Brahîmê Osman, Neyazê Ehmedê Silêman, Elîyê Tewfîqê Elî, Brahîmê Cemîlê Sado, Şerîfê Hemê, Zinarê Reşîtê Misto, Mihemed Seîdê Hemê, Elîyê Berces, Bedranê Mala Cûnê, Seydoyê Merzeqî, Bekirê Sadî, Sofî Hesenê Xerabebanî, Qedrîyê Ûsîvê Hecî Hesen, Mejdelê Hesenê Silêman, Brahîmê Senanîkê Elîyê Ehmed, Şêx Mûsayê Tixûbî û gelek ciwamêrên din. Yek bi yek ez spasî wan ciwamêran dikim û keda wana di bîra xwe tînim. Li alîyê din gava ku ez li Rojaveyê Omerîya gerîyam Sebrîyê Xirbekawirî, Ehmedê Mûdî û Mihemed Şahê Bertî bi min re bûn. Bi alîkarîya wan ciwamêran min Rojavayê Omerya naskir û gelek raman ji min re zelal bûn. Ez spasê xwe pêşkêşî wan ciwamêran jî dikim û keda wana di bîra xwe tînim.
Di derbara fotografên vê pirtûkê de xebatkarên Foto Sakîn li Nisêbînê gelekî alîkariya min kirin. Ez sipasîyên xwe pêşkêşî wana jî dikim û dibêjim;
Hûn her hebin!
Lê di vê xebatê de rastîyek din jî heye:
Her çiqase gelek mirovan alikarîya min kiribin jî, şaşîyên ku di vê xebatê de hebin, ne yên wana ne. Behra wan mirovan di wan şaşî û kêmasîyan de tune ye. Ez baş dizanim ku şaşî û kêmasîyê ku hebin jî ne bihişmendî hatine kirin, armanc di vê tevgirêdanê tucara nebibû ku em rastîyên civata xwe bi haweyekî çewt bidin nasandin. Di nasandineke wilo çewt de ne berjewendîyên "min û ne jî yê civata me tunebûn. Armanca xebata . min ne pesinandin an jî şermezarkirina rêzana eşîrî bû. Ji ber ku ez bi dûv rastîya civata xwe ketibûn, min dixwest ku mentalîta kurdên eşîr fêm bikim. Di vê tevgirêdanê de ji rastîyê pê ve, ji dîtinên zanyarî pê ve, ji manîfestokirina mentalîta eşîran û pê ve tu armanc û berjewendîyên min î şexsî tunebûn.
Armanc; naskirina civata me bû...

Şerefxan Cizîrî
Nisêbîn. 2008




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues