La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Keça Kapîtan


Auteurs : A. S. Pûşkîn |
Éditeur : Welat Date & Lieu : 1988, Stockholm
Préface : Pages : 143
Traduction : Hesenê Metê ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4404Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Keça Kapîtan

KEÇA KAPÎTAN

Xorto! Ku rojekê ev nivisarên min bi dest te bikeve, ji bîr neke ku guhertinên herî baş û bingchîn, bi guvaştinên darê zorê nabe. Tenê bi riya serastiya xwiyê meriv bi xwe dibe...


PÛŞKÎN
(1799 -1837)

Aleksandr Sergeyevîç Pûşkîn di 27'ê gulana 1799'an de li Moskvayê ji diya xwe bûye. Lawê malbatek dewlemend û rewşenbîr e. Wek hemû zarokên malmezin û dewlemendên wê rojê, Pûşkîn jî di piçûktiya xwe de bi hîmgîriya klasîkên fransî mezin dibe û pirtirîn li ser lîteratûra yewnanî û fransî disekine. Hîna di heştsaliya xwe de, Pûşkîn zimanê fransî wek zimanê xwe î zikmakî dizane û ji hêla din ve, Pûşkîn dadêyek heye ku gundîyek ûris e. Herweha tev zimanê ûrisî metelokên ûrisan jî ji vê dadêya xwe hîn dibe.

Di duwanzdesaliya xwe de, Pûşkîn di dibistana bi navê Tsarkoye Selo(*) yê de dixwîne. Ev dibîstan bi destê dewletê hatiye avakirin û bi mamostên herî zane û xwende ye. Ew pêjnên ku li malê li Pûşkîn ranabin, li vir lê dicivin. Ji ber pêwendiyên xwe yên germ, di nav hevalên xwe de tê hezkirin. Ji van hevalên wî, gelekan ev hevaltiya xwe ya jidil, heta mirina wî jî domandine.

Di dema xwe ya xwendekariyê de wek gelek hevalên xwe, Pûşkîn jî dest bi nivisînê kiriye. Helbestên wî xweştir û hêjatir in, ji ber ku hevalên wî, tenê bextreşî û tengasiya jîyana xwe ya buhurî dinivisin. Lê Pûşkîn xweşî, şadî û hêviya rojane di helbestên xwe de tîne zimên. Herweha di navbera salên 1813 û 1815an de bi nivisîna van helbestên xwe yên xweş deng dide.

Piştî ku di sala 1817an de dibistana xwe tewaw dike, li Petersbûrgê di arşîva wezareta derveyî de wek karmendekî dest bi kar dike. Ev kar heta derekê jê re dibe alîkar ku ji bo nivisandinê ji xwe re mijaran berhev bike. Lê ev kara ne karekî ber dilê wî ye. Raman û armanca wî her nivisîn û edebiyat e.

Berhema wî ya pêşîn Rûslan û Lûdmîla di sala 1820an de diweşe. Dema ev berhema wî belav dibe, mamoste û helbestvan î bi nav û deng Zûkovskî ji Pûşkîn re portrekî xwe dişîne û bi nivisa li paş portra xwe, pesnê vî helbestvanê ci-wan dide.

Di vê navberê de Pûşkîn dest bi nivisîna helbestên polîtîk dike. Giraniya naverokên wan li ser nakokiya xulam û dewlemendan e. Ev mijarên ku ew bi lêv dike, ne tenê di nav radîkalan de, lê li derûdora dewlemendan jî belav dibe. Malmezin û dewlemendên wê rojê, ji van helbestên wî yên polîtîk gelek nerihet dibin. Di vî warî de Çar bi xwe weha dibêje: «Nivîsarên Pûşkîn, li seranserê Ûristanê dibe sedema tevlihevî û aloziyê.»

Herweha xebata efserên radîkal, rêxistina Dekabrîstan(*) jî derdikeve holê. Li ser vê yekê hemû malmezin û dewlemend peyva xwe yek dikin ku ji bo çareseriya vê yekê hêrişekê bibin ser radîkalan.

Ji van radîkalan gelek rewşenbîr û zana têne kuştin û pirî wan bi ber tawana dûrandinê dikevin û heta Sibîryayê tên şandin. Pûşkîn bi xwe jî di nav wan de ye. Lê ji bo xatirê ciwaniya wî û ew bandora ku ziman û şarizatiya klasîkên fransî li wî kiriye, ew tê bexişandin û ji dêla Sibîryayê ve wî dişînin başûrê Ûristanê, cem generalekî kevn î bi navê Însov ku çavdêriya wî bike.

Ev dûrxistina ji Petersborgê, ji bo Pûşkîn dibe rûkeniyek jîyanê. Lewra li vir pir dixwîne, rastî gelek kesan tê, xuşîna pêlên Behra Reş û bilindiya zinarên Kirimê bi çavê xwe dibîne. Rewşa xelkên van deverna li ber çavên wî wek pêşmalek pînekirî rengoreng dixuye. Ev hemû jî ji Pûşkîn re dibin mijar û sedem ku ew binivîse.

Di sala 1824'an de wî dûrdixin navçê Pskov, li wir di wargeha diya xwe de, li Mîkaylovskoyê dimîne. Heta sala 1826'an li vir dijî û xwe bi tevayî dide nivisîna Yevgenî Onegîn û beşê mezin î vê berhema xwe li vir tewaw dike. Di tenêtiya van salên wî de mijara berhema wî ya Borîs Godunov jî xwe dide ber.

Bi nivisîna van berhemên xwe, Pûşkîn digêhije bandewa babetê vê nivîsê. Pûşkîn, Byron û şopên wek wî xwend, xwe gihande wan û ji wan derbastir jî bû. Lê ew her birçiyê zanebûn û nûyinê bû. Ji ber vê yekê derbasî babetê nivîsarên dîrokî dibe, pirî caran kat dike û dixwaze gelek kes bidin ser şopa wî.

Dema Nîkolaûs I. ji bo wergirtina taca serê xwe tê Moskvayê, ew Pûşkîn banî dadpirsiyê dike. Li wir Pûşkîn bi awakî vekirî pê dide zanîn, ku di serhildana Dekabrîstan de ew li Petesbûrgê bûya, bê şik wî ê di nav wan de cî bigirta. Li gel vê gotina xwe divê Pûşkîn pûçîya vê tevgerê jî jê re bi lêv kiri be. Lewra Nîkolaûs piştî peyivîna xwe dibêje: «Ez bi baqiltirîn meriv î Ûristanê re peyivîme.» Ji bo ku Nîkolaûs wî bide hêla xwe, soz û bext dide Pûşkîn ku ji vir û weha ew ê bi xwe li nivisarên wî binêre. Lê dûre Nîkolaûs vê berpirsiyariya sansorê dide şefê polîsên polîtîk. Herweha ev azadiya Pûşkîn jî dibe wek azadiya çûçikêk şaper.

Ji vir û şûnde sîyek bêwext û tarî dikeve ser jiyana Pûşkîn. Edî ew pêjnên wî yên nivisînê, wek hertim ranabin. Kêm caran, ew jî li demsalên payizê kela dilê wî radibe. Payiza sala 1830'î jê re dibe demsala herî berhembar. Û dest davê nivisîna çarçova berhemên xwe yên dramatîk; Siwarê Deqdor (1829), Mêvanê Kevirîn (1830), Mozart û Salîerî (1830). Û dûre jî Çîrokên Bîyelkîn (1930).

Lê Pûşkîn ji dilêriya xwe nakeve û ji dîtinên xwe nayê xwarê. Helbastên wî yên berê jî, yên li ser kûştin û dûrxistina hevalên wî jî dide xuyakirin ku dilsozê doza xwe ye. Wexta Çar bi pêşniyara ku wî bike helbestvanê qesrê, tê ba Pûşkîn, bi rûreşiyek mezin ji ba wî diçe. Ji ber vê yekê, dijîtiya di navbera Pûşkîn û desthilatan de dijwartir û hişktir dibe. Lewra êdî pirsgirêk ji ser dîtinên politîk xericîye û bûye dozek şerefê.

Di sala 1831î de Pûşkîn bi evîndara ber dilê xwe, Nataliya Gonçarovnayê re dizewuce. Ji ber xweşikî û sersivikiya xwe, ev jinika ciwan bi derûdora qesrê re tavilê dikeve nava pêwendiyên fahşekî. Dema Nataliya dibîne ku Çar bi xwe jî bi wê re li ba dikeve, ev bextiyariya wê li serê wê dixe û xwe wenda dike. Pûşkîn bi her awayî dixwaze ku wê ji qesrê vekêşîne. Lê Nataliya guh nade wî û her bi ya xwe dike. Û heta ku rojekê Baron Heckerend Antes ji jina wî re nameyek xirab dişîne.

Herweha kul li ser kulê di dilê Pûşkîn de vedibe û jîyan lê diherime. Hevalê wî yên ku hatin kuştin, yên ku ketin bendîxanan, yên ku ji warên xwe hatin dûrxistin û bi karê zorê ha-tin arihandin; ev hemû li ber jiyana Pûşkîn dibin astengên reş û tarî. Di vî salî xwe î ciwan de xwezila xwe bi mirinê tîne. Piştî navnotiya jina xwe jî, êdî nikare li ber xwe bide û Baron banî duelloyê dike. Di roja 17 çelê zivistana sala 1837'an de, di duelloyê de ji zikê xwe Birîndar dibe. Û bi du rojan Piştî vê birîna xwe ya giran, di ciwaniya sî û heştsaliya xwe de dimire.

Beriya hertiştî Pûşkîn di dema xwe de di edebiyata ûris de helbestvanekî mezin e. Heta dem xwe digêhîne Pûşkîn jî, edebiyata ûris li ser riya klasîzm û romantîzmê ye. Ev jî pirtirîn Beriya hertiştî Pûşkîn di dema xwe de di edebiyata ûris de helbestvanekî mezin e. Heta dem xwe digêhîne Pûşkîn jî, ji bandora niviskarên roavayî dihat.

Pûşkîn bi xwe jî gelekî van klasîkan dixwîne û heta demekê jî li ser riya Byron, Shakespeare û Walter Scott dimeşe. Lê ew vê riya wan, ji bo xwe wek ronahiyekê bi kar tîne û di dawiya dawîn de ji xwe re babetê hunerek taybetî peyda dike. Û ev babetê hunera ku tê gotin, riyek realist e. Ji xwe berhema Keça Kapîtan jî xweş dide xuyakirin ku Pûşkîn li ser riyek realîst bûyerek dîrokî bi pêjnên evînek piçûk dide. Ev babetê nivîsê jî ne tenê ji bo wî, herweha ji bo hemî niviskarên wê rojê jî dibe şopek nû. Hêj di pey wî re jî li Ûristanê niviskarên mezin wek Tolstoy û Dostoyevskî, car bi car vegeriyane ser berhemên wî û xwendine ku bizani bin ka çarçova çîrokên weha çawa ne û bi çi awayî têne hûnandin.

Li Ûristana wê rojê gelek niviskar li ser şopa wî, xwe digêhînin daraxa berhemên baştir. Rexnegîr î mezin Bîelînskî berhema Pûşkîn ya bi navê Yevgenî Onegîn wek ansîklopediya jiyana ûris bi nav dike.

Pûşkîn, Keça Kapîtan salekî beriya mirina xwe dinivise (1836). Piştî ku ev werdigere gelek zimanan, bandorek mezin li edebiyata dinê dike. Û dibêjin ku Tolstoy ji ber vê bandorê, berhema xwe ya bi navê Şer û Aşîtî nivisiye. Lê Dostoyevskî di nameyek -ji birayê xwe re dişîne- xwe de li ser Pûşkîn weha dibêje: "Ew helbestên narîn û herikbar yên Pûşkîn ji çend rêzikan ne zêdetir in. Ev narînî û herikbariya wan jî ji tiştekî tê ku, niviskar her li ser hûr bûye û guherîn lê çêkiriye."

Ji bo Keça Kapîtan Gogol dîtinên xwe weha vedike: 'Roman û çîrokên me yên dirêj li ber Keça Kapîtan xav dimînin, ku em wan bidin ber hev. Saxikî û nermokî digêhije daraxek wusa bilind ku rastî jî wek tiştekî lihevhanî û karîkatorîzeyî dixuye. Cara yekem e ku bi rastî jî karekterên ûris derdikevin holê."

Reng e, ew dema ku Pûşkîn tê de dijî, di bin çavsoriya Çar û dewlemendan de ye. Rewşa gundî û xulamên wê rojê bala radîkalan û rewşenbîran dikêşîne. Bi pêşengiya Dekabrîstan rêxistinek dîzî tê damezrandin. Li hemberî dewlemendan, Dekabrîst di sala 1925'an dikevin amadeyiya serhildanekê. Pûşkîn bi xwe ne di nav wan de ye, lê ji nêzîk ve gelekên wan dinase û bi hunera pênûsa xwe vê nakokiya desthilat û xulaman li ber çavan radixe. Lê Pûşkîn ne niviskarekî gundî ye. Ew niviskarekî pêşverû û netewî ye. Gelek Dekabrîstên wê rojê, di dadgehan de li xwe mikûr tên û dibêjin; me dîtinên xwe yên şorşgerî cara pêşîn ji Pûşkîn û berhemên wî girtine. Ev jî dide xuyakirin ku di warê dîtinên polîtîk de, çarçova bandora berhemên Pûşkîn di dema xwe de gelek fere û rolekî mezin lîstine.


(*) Tsarkoye Selo: Ev dibistan nuha bi navê Dibistana Pûşkîn tê binavkirin.
(*) Dekabrîst: Dekabr bi nûsî navê meha zivistana pêşîn e. Radîkalên wê rojê, ji ber ku di vê mehê de serhildanek li dar xistine, loma ev nava li wan bûye




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues