Elfabêya Qurdî
Bi navê yezdanê paq ê dilovan û mihrivan
Elfabêya qurdî ji sîh û yeq herfan hevedudanî ye: a b c e ç d i g h x ê j î k q u l m n o p r s ş t û f v w y z Herf di dengdayîyê de du texlît in :dengdêr û dengdar. Dengdêr ew herf e qo dixwedeng e, û dengê wê bi serê xwe derdiqeve û dengê dengdaran derdixîne, û didêre. Dengdar ew herf e qo dixwedeng e, lê belê dengê wê bi serê xwe û bê arîqarîya dengdêrê dernaqeve. Di zmanê qurdî de heşt dengdêr hene : a e i ê î u o û Lewre qo di denganîya qurdî de dengdêreq geh qin û geh drêj nabe dengdêrên qurdî di drêjahîya dengên xwe de liserseqinî ne: qin û drêj in. Dengdêrên qin: e i u e - der ... şer ... ser .. . i - qin ... din ... bin ... u - qurd ... qur ... qul ... Dengdêrên drêj: a ê î o û a - av ... sar ... bar ... ê - dêr ... şêr ... mêr ... |