PÊŞGOTIN
CELADET ALÎ BEDIR-XAN Û XEBATÊN WÎ YÊN LI SER ZIMAN
Îsal sedsaliya nivîskar, rojnamevan û zimanzanê kurd Celadet Alî Bedir-Xan e. Herwekî ku tê zanîn, Celadet Alî BedirXan berhemên edebî û ilmî anîne pê û ji bo parastina ziman û edebiyata kurdî gelek tişt kirine. Li gelek aliyên ahane, lêger û nivîskar îro bala xwe didin ser xebatên vî nivîskarê hêja û li xebatên wî yên edebi, zimanzanî û tadxî hûr dibin.
Xebatên Celadet Alî BedirXan, nemaze ji bo kurdên Sûriyê û Tirkiyê, ango ji bo kurdên ku bi kurmanciya bakur dipeyivin, pir girîng in. Eger wî ev xebat neaniyana pê û ew îro di destên me de nebûna, heye ku kurdên Sûriye û Tirkiyê, di warê xwendin û nivîsîna zimanê xwe de, îro, di nav zehmetî û dijwariyeke hîn mezintir de bûna.
Meriv dikare xebatên Celadet Alî BedirXan (tevî yên birayê wî Kamuran Alî BedirXan, 1895- 1978 ) yên li ser parastin û pêşvebirina edebiyat û zimanê kurdî, bi kurtebirî, weha bîne zimên: Zimanê kurdî ji tîpên erebî bi dûrxistin û kurdî bi tîpên latînî nivîsîn û ji bo vê yekê jî alfabeyeke bi rêk û pêk pêkanîn; standartên zimanê nivîskî yên kurdî cih bi cih kirin û ji bo vê yekê jî rêzimanekî têkûz pêkanîn û di ser van hemû pêkanînan re jî bi alîkcariya kovarên ku wî diweşandin, zimanê edebî û nivîskî pêşve birin.
Di welatên din de, xebatên weha giran û fireh ji aliyê akademî, enstîtu û zanîngehan t'en pê. Lê belê, ji ber ku kurd ne xwedandewlet in û ji mueseseyên weha bêpar in, merivekî û hevalên wî bi van xebatan rabûn. Hem jî digel zehmetî û dijwariyên pir mezin û bi îmlcanên pir kêm. Ev bûyer bi serê xwe, bûyereke balkêş e. Jiyan Celadet Alî Bedir-Xan li ser riya xebat û têkoşînê derbas bû. Wî her dil kir ku armancên xwe bine pê. Wî li dijî bi sedan, hezaran dijwariyên hem rojane û hem jî aborî, siyasî, fikrî, çandî şer kirin.
Mehmed UZUN
ÇEND GOTIN
Ez di sala 1987'an de ji Swêdê çûbûm Sûriyê û li Baniasê bûbûm mêvanê kevaniya Mir Celadet Bedir-Xan , Rewşen Xanimê. Min li ba wê mêvandariyeke kurt, 18 xweş, şên û bêhempa buhurandibû. Wê ji min re behsa kovan HAWAR'ê, balisa nivîskar û hevkarên kovarê û behsa xwedî û berpirsiyarê kovarê Mir Celadet Bedir-Xan kiribû. Wê ev pirtûka ku di derheqa "Bingehên Grainera Kurmancî" de ye û ji aliyê kurdekî binxetê, bi navê Kurê Merxê hatiye berhevkirin , ji bo ku ez wê çap û belav bikim, dabû min. Min jî jê re soz dabû ku em ê vê berhema hêja çap bikin û bi alîkariya vê pirtûkê di aliyê rast nivîsandin û rastbikaranîna zimanê kurdî de nivîskar û xwendevanên kurd haydar bikin.
Ev berhema hêja ji xebatên Celadet Bedir-Xan pêk hatiye û hemû rêz bi rêz di kovara HAWAR'ê de hatiye weşandin. Lê herçiqas ev xebata ku di vê pirtûkê de hatiye civandin, berê hatibe weşandin jî, dîsan em biyaniyên wan in û em niha ji gelek tiştan bêtir hewcedarê wan in û kêmasiya berhemên bi vî celebî dikişînin. Ev deh-panzdeh salên ku di aliyê hişyarbûna gelê kurd de bûne gavên berbipêş, di aliyê ziman û edebiyata kurdî de jî her wilo bûye. Edebiyata kurdî di van deh-panzdeh salên dawî de gavên baş aveline; helbestkar, çîroknivîıs, romannivîs û zimanzanên jîr û jêhatî gihandiye. Lê herçigas edebiyateke kurdî ya nivîskî pêk hatibe jî, sed heyf û mixabin ku xwendevanên kurd kêm in. Gazin piraniya xwendevanan jî ji nezanî û giraniya zimanê kurdî tê. Rast e, heta niha kurdan ji ber mecalên siyasî wext nedîtine ku bi ziman û edebiyata xwe dakevin. Gava zimanek nekeve warê nivîsandinê, ew ziman ji bin ve neyê jibîrkirin û winda nebe jî, teng û qels dimîne, tenê zimanê sohbet û gotûbêja rojane dimîne. Lê bi saya serê Celadet Bedir-Xan, zimanê kurdî ku yek ji zimanên dinyayê yê herî kevin e, îro dibe zimanekî edebî, pê berhemên nûdem têne nivîsandin. Digel ku me gramer û rastnivîsandina zarê kurmancî ya Celadet Bedir-Xan ji xwe re kiriye annanc û em bi wê dinivîsînin jî, mixabin ku ev xebatên hêja yên alim û zimanzanê me bi girseyî negihîştine gelê me. Em hêvîdar in ku em ê bi çapkirina vê berhema nemir şûneke vala dagirin û bi vê munasebetê alimê xwe di sedsaliya bûyina wî de careke din bi bîr bînin.
Ji bo danasîna Celadet Bedir-Xan ü xebatên wî jî, me ji Mehmed Uzun - ku ji mêj ve ye li ser malbata Bedir-Xaniyan dixebite- daxwaza pêşgotinekê kir. Em hêvîdar in ku wê bi qasî berhemê pêşgotin jî bala we bikişîne.
Firat Cewerî |