Éditeur : Welat | Date & Lieu : 1994, Istanbul |
Préface : | Pages : 111 |
Traduction : | ISBN : 91-9721-97-0-3 |
Langue : Kurde | Format : 120x190 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. 4402 | Thème : Littérature |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Siwarên Êşê Mehînê bi hêsanî hefsar ji destê wî distand û mîna stêrika ku birije. wê xwe bi ser milê asmanên fireh de xwar dikir û dûr diçû. Ferzend û mehînê goristanên bêhejmar li dû xwe dihiştin, serdemên malwêraniyan ji bîr dikirin, bi hev re diçûn warê jînê, roj û şevên evînê. Ferzend kavil û demên xwînxwara û bêhna mirinê li paş xwe dihişt: Di wan şevên dirêj de, wî qesir di serê xwe de xweştir dikir, rengareng dikir, wek bûkekê dixemiland, bi destê wê digirt, dibir bal xwe û ew li kêleka xwe li ser ciyan dirêj dikir. Ew dibû Ferhadê evîndar, ji Şîrîna xwe re qesrek berz ji dax-waziyan saz dikir, ew dibû Mêm û bi agirê nava xwe şevên hovîtiyê dikirin rojên hêviyê û govendên rindiyê. Paşê, wî xwe berdida hundirê wê û xwe di dalan û eywanên pir de bi kêfxweşiya mest û aşiqan winda dikir. |