Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şefaq - Dîwan 6


Nivîskar : Multimedia
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : , İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 183
Wergêr : ISBN : 975-8637-57-6
Ziman : KurdîEbad : 130x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 2316Mijar : Helbest

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Şefaq - Dîwan 6

Versions

Şefaq - Dîwana 6an

"Navê Cegerxwîn, navê hostê xebera, xudanê lewzê şîrin, li her çar terefê Kurdistanê, ji rohilatê girtî hetanî roavaê, ji şîmalê hetanî cenûbê nava xwendevanê kurda da xweş eyan e. Şiêrêd wî bûne stran û nava cimetê digerin. Xort û qîzê kurda yê nû bişkivî şayîr bi devkî hîn dikin, bîr û baweriya xwe, miletperweriya xwe bi wan şiêra tam dikin û bi xwe jî dibin ceger bi xwîn. Tune civînek yan jî êvarek, li ku şiêrêd hilbestvanê kurda yî nav û deng neêne xwendinê.

"Serpêhatiya Cegerxwîn, ew serpêhatiya miletê me ye: Kesîbî, zulm û zorî, hebs û lêdan, werguhêzî û mihacirî. Lë tevî van gişka serbilindî u kubarî, mêrxasî û egîtî, hîviya bêşik bi şerkarî bigihîje armanca xwe. Bïr û baweriya nivîsarêd Cegerxwîn ew bîr û baweriya miletê me ye. Ay lama jî ewana ewqas ji aliyê cimetê hizkirî ne û milet wana diparêze."

Casimê Celîl 


CEGERXWÎN : Şaîrê kurd î herî navdar ê sedsala bîstan e. Di sala 1903an de li gundê Hesarê yê li ser Kercoşê hatiye dinyayê. Navê wî yê esil Şêxmûs e. Di de-ma şerê Cîhanê yê Duwem de mecbûr dimîne diçe Amûdê. Li derdora Diyarbekir di medresê de dixwîne, îcaza xwe werdigre dibê seyda. Demekê melatiyê dike. Di xortaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Berhemên wî yên pêşî di Hawarê de derketin. Gelek şi‘rên wî berî çap bibin, di nav xelkê de belav bûn, bûne stran, tesîreke mezin li civaka kurd kir. Di 1979an de li Swêdê bi cî bû. 22yê Cotmeha 1984an wefat kir. Gora wî di hewşa mala wî ya li Qamişlo de ye.

Heta niha di çend cureyan de dor bîst kitêbên wî çap bûne. Bi qasî wan jî ê neçapbûyî hene. Avesta bi munasebeta sedsaliya Cegerxwîn, hemû şi‘rên wî çap dike. Berhemên menzûm wê di deh cîldan de bên komkirin.

- Agir û Pirûsk
- Sewra Azadî
- Kî me Ez
- Ronak
- Zend-Avista
- Şefaq
- Hêvî
- Aşitî
- Salar û Mîdya
- Şerefnama Menzûm

Piştî weşana dîwanan şi‘rên wî yên bijarte wê bi navê “Gulfiroş” bêne çapkirin. Di çapa nû de ji xeynî îmlayê guhertinek cidî di zimên de nebûye. Kêm cî di na-va xwe de hatine standardîzekirin. Di weşana berheman de me çapa wan î yekem esas girtiye, lê bi hemû çapê din re jî muqayese kiriye.




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar