La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xwençe I


Auteur :
Éditeur : Çanda kurdî Date & Lieu : 1989-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 278
Traduction : ISBN : 91-86146-30-5
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 3501Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xwençe I

Versions

Xwençe cild I: Gotinên pêşiyan, kilam-dîlok û çîrok

Ji bo şadîya heval û hogirên min ên îşkencexwarî...


«Eger Kurd hebûna, wê zimanê wan nivîsî bûna
Madem ku zarnivîs tune, ev dewletçêkirin çi ye?»
                                                       Peyva îşkencecîyan

«Gelî Kurdan!
Eger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, beri hertiştî zimanê xwe bixwînin bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostanîya miletên din re pêş ve herin, û rûmet û bi rûmet û serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.»
                                                              Dr. Nûredîn Zaza


AGAHDARÎ!

Sedemê çîroknivîsandina min ev e, ku di her girtineka min de, ji bil îşkenceyên hov û kesnedîtî ku dijminan li min û li peyrewên dozê dikirin, bi deh caran çêr û pêçarî û tan û niçên îşkencekirên Cunta Faşîst a Tirkiyê dihatin rûyê min; ku tiştekî nivîsî yên kurda tune , û ne ew kes in ku doza dewletçêkirinê bikin! Tim û tim ji me re wisa digotin. Bê guman ew peyvên şor û piçûkxistinî li min gelekî tesir kirin. Ji ber van sedemana, min ev pirtûk nivîsî. Bes ev ew tişt in ku di nav xelkê kurd de, bi zargotinî têne gotin. Piştî ku ez ji ber zordestî û kotekiyên dijmin ji welêt revim, hin bi hin talih fersenda min çê bû, ez hinek bi xwe ve hatim û li der û dora li nik kurdên kal û pir gerîyam, wana gotin û min jî, hin nivîsîn û hin ji girtin şirîtê piçtre min wan jî nivîsîn.

Ji ber qedexekirina zar û nivîsara kurdî ji alîyê dijminan ve, Gotinên Pêşîyan, çîrok û metelok û leqemok û dîrok û serpêhatîyên gelê me bes bi zargotinî têne gotin, û ji nefşê werdigerin nefşê û didomin. Mixabin di rêça nivîsarê de pir hindik in û kêm in. Her çiqas li gelek welatan li ser rewş û jîyana kurd û Kurdîstanê, nivîsandin û wêne çêbûbin jî, lê belê bi zar û qelema biyanî bûne û em ji wan bê par mane.

Ew miras û qencîyên bav û kalan ku li paş xwe ji me re hiştine, bi taybetî li hawîdorê Kurdîstanê belav bûne û biyaniyan jî, nemaze xwînmijên Kurdîstanê li wan xweyî derdikevin û ji xwe re dikin serwet. Pêwîst e ku her kurdek di vi warî de tiştên ku jê tê bike û li malên xwe xweyî derkeve, wan berev bike û ji zargotinî bifilitîne. Wê gavê ji bilî çand û edebiyata me ku pê dewlemendtir dibin, gelek bûyerên tarîxî hene ku, bi zargotinî têne gotin, wê li wan ruhnayî jî vebe û dîyar bibin. Ya herî girîng ev e: Ku di çîrokan de rewşa jîyana kurdan a kevnare û tab û eziyet û kotekîyên ku ji destê qata serdest û koledaran dîtine, têne ber çav û beyan dibin! Mesela di yekê de dibêje, ku axakî bageran daye pişta xulamekî xwe û wî şandîye nik axakî din, û ewê din disa wî bi bageran şûn de vegerandiye. Ew çûye, hatîye, heta ku ketîye.

Ev pirtûk ji sê pişkan hatîye holê:

Beş 1 - Gotınên pêşiyan:
Ev gotinên pêşîyan bi piranî ne kifşe ne, ku ji devê kî yan çi kesî hatine gotin. Tevê wan malê gel in, û di Kurdistanê de belav bûne. Çewa ku ji wan tê zanîn, ew her yek li ser tiştekî girîng hatine gotin. Gava ku meriv li ser wan kûr difikire, çi ji alê nebaşî û pîsîtîyê ve û çi jî, ji alê qencî û xweşîyê ve, gelek tiştên rewa di wan de têne xwîyakirin û şevereş û ritaman ji hev cuda dikin. Lê belê gelek ji van, li hin herêmên Kurdistanê cuda cuda, ne wek hev têne gotin. Bes evên di pirtûkê de ku me nivîsîn, bi piranî li navça Kurdistana Bakûr têne gotin. Û me li gor gotina devê xelkê nivîsîn. Hejmara wan di vir de li dor 615 heba ne. Piştî van hinek "xweşbêj" jî hene.

Beş 2 - Kilam:
Kilamên di pirtûkê de, tevê wan ên gelêrî ne, ku di nav xelkê me de têne gotin. Di nav xelkê de, «Dîlok, Lawi, Bacî» bi çar awayan têne navdarkirin. Piranîya wan li ser evînê û evîndara ne. Gelekî wan ji devê sê hozanên gelê kurd hatine gotin û ji şirîtê hatine wergerandin. Ew hersê jî ev in: a) Hozan Miradoyê Kerboranî, b) Hozan H, c) Hozan X. Ji wan hersêkan Mirado tenê çûye dilovanîya xwe û yên din dijîn.
Miradoyê bê mirad, çewa ku bi navê «Zengilê Kurdistanê» hatibû navdarkirin, bi miradê xwe şa ne bû û di ciwanîya xwe de ji îşkencan nexweşî girt û pê çû ser heqîya xwe. Ew ji ber denbêjîya xwe ya ku bi zarê kurdî digot, di sala 1981 de, ji alê Cunta Faşîst a Tirkîyê ve hate girtin û li îşkencexaneyên bajarê Sêrtê (Siirt) gelek cûreyên îşkencan yên hov dîtin û nexweşîneke bê eman girt, heta ku pê çû. Hejmara wan di vir de li dor 70 heba ne.

Beş 3 - Çîrok:
Pişka sisîya gelekî wan çîrok in. Hinek ji wan bûyerên tarîxî ne, hinek metelok in, leqemok in, serpêhatî ne û hinek jî pêkenok in. Çewa ku me li pêş jî got, ji ber qedexekirina zar û nivîsarê bi kurdî û cewr û kotekî û xwînmijîya li ser kurd û Kurdistanê, her wiha ew li ser zar û çand û lîteratûra kurdî jî bêhempa bûne û dibin. Ji ber hindê, ew di nav xelkê me de bes bi devan têne gotin. Xelkê kurd wan nefş bi nefş dispêrin hev û din, û heta îro jî parastina. Hejmara wan di vir de 181 heb in.

Xasma çewa ku ji van nimûne û belge û desîsan jî tê zanîn, nemaze çîrok û metelokên kurdî, dewlemendîya çandeyî, folklorî û dîroka Kurdistanê pêk tînin. Bi taybetî tiştên ku di pirtûkêde ne, ji bilî dusêkan, tev mal û mirasa kurd û Kurdistanê ne. Lê belê li herêmên cuda yên Kurdistanê, dibe ku bi awayên cure cure bêtne gotin. Û ew yek jî, dewlemendîya çanda me dide xwîyakirin.

Bê guman çîrok û wekî din ên kurdî bi hezaran hene. Bes di herêma ku me gotî de, tiştên ku me ji devê xelkê bihîstibûn, hinek ji bi şirîtê me ji devan girt, ev ji wan pareka hindik bû ku di Xwençe-1 de haitne nivîsandin. Mixabin wan kesan destûrê nedan ku navê wan beyan bikim. Ez ji wan kesan re û ji wan ên ku emekê wan bi pirtûkê de çêbûne sipasîyên biratî pêşkêş dikim. Qeydekî resmî li nivîsa pirtûkê tune.

Ji ber ku pir devokên cuda tê de hene. Her weha ji alîyê gramatikê û rastnîvîsê ve jî, tê de kêmasî hene. Lê bi umîda ku bibim alîkar ji ziman û çanda kurdî re, min ew nivîsî.

Ez bi umîdim ku wê ev karê mi ê bi kêmukas bi hindki be jî, feydê bide çanda kurdî. Her weha pirtûkxana kurdistanê jî pê dwelemend dibe.

20.08.1987
Zeynelabidîn Zinar (Kaya)




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues