Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zend-Avista - Dîwan 5


Nivîskar : Multimedia
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : , İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 159
Wergêr : ISBN : 975-8637-56-8
Ziman : KurdîEbad : 130x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 2338Mijar : Helbest

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Zend-Avista - Dîwan 5

Versions

Zend-Avista - Dîwana 5an 

"Çaxê ez navê şayîrên kurdan tînim bîra xwe, herdem navê hezkerê me, şayîrê me mezin û hêja Cegerxwîn tê ser lêvê min... Cegerxwîn bi rewşa xwe va, bi afirandinê xwe va behra bê berî û bê binî ye.

"Cegerxwîn bi reng û rûyê xwe va, bi nivîsarên xwe va wek teht û kelemên serê çiyayên Kurdistanê here bilin e; sedan sedsal hatiye, çûne û bihirîne, lê ew teht, ew kelem di ciyê xwe da bi tîk, qaym û berk mane, Cegerxwîn jî li huneriya xwe da, li bîr û bawera xwe da bi qaym serbilind û serefraz maye û li riya xwe da her diçe û diçe.

"... Dîwanên Cegerxwîn ênsiklopêdiya peydabûn û pêşveçûna neteweyê kurd e, ya helketin, serketin û daketina şerê serxwebûna kurdan e, ênsiklopêdiya rabûn û rûniştina kurda ye."

Qanatê Kurdo


CEGERXWÎN : Şaîrê kurd î herî navdar ê sedsala bîstan e. Di sala 1903an de li gundê Hesarê yê li ser Kercoşê hatiye dinyayê. Navê wî yê esil Şêxmûs e. Di dema Şerê Cîhanê yê Duwem de mecbûr dimîne diçe Amûdê. Li derdora Diyarbekir di medresê de dixwîne, îcaza xwe werdigre dibê seyda. Demekê melatiyê dike. Di xortaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye. Berhemên wî yên pêşî di Hawarê de derketin. Gelek şi‘rên wî berî çap bibin, di nav xelkê de belav bûn, bûne stran, tesîreke mezin li civaka kurd kir. Di 1979an de li Swêdê bi cî bû. 22yê Cotmeha 1984an wefat kir. Gora wî di hewşa mala wî ya li Qamişlo de ye.

Heta niha di çend cureyan de dor bîst kitêbên wî çap bûne. Bi qasî wan jî ê neçapbûyî hene. Avesta bi munasebeta sedsaliya Cegerxwîn, hemû şi‘rên wî çap dike. Berhemên menzûm wê di deh cîldan de bên komkirin.

- Agir û Pirûsk
- Sewra Azadî
- Kî me Ez
- Ronak
- Zend-Avista
- Şefaq
- Hêvî
- Aşitî
- Salar û Mîdya
- Şerefnama Menzûm

Piştî weşana dîwanan şi‘rên wî yên bijarte wê bi navê “Gulfiroş” bêne çapkirin. Di çapa nû de ji xeynî îmlayê guhertinek cidî di zimên de nebûye. Kêm cî di nava xwe de hatine standardîzekirin. Di weşana berheman de me çapa wan î yekem esas girtiye, lê bi hemû çapê din re jî muqayese kiriye.




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar