La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêviya kurd / L'espoir kurde / Kurdish Hope


Auteurs : |
Éditeur : Ciné FK2 Productions Date & Lieu : 1996-01-01, Cherbourg-Octeville
Préface : Pages : 294
Traduction : | ISBN : 91-972779-0-8
Langue : Anglais, Français, KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 7141Thème : Art

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hêviya kurd / L'espoir kurde / Kurdish Hope

Hêviya kurd / L'espoir kurde / Kurdish hope

Çavkaniya jiyan û pêşveçûna gelekî,
di azadiya fêrbûna ziman, tarîx û çanda xwe de ye,
bo avakirina pêşeroja xwe û parastina mejûyê xwe.

La source de la survie et de l'épanouissement d'un peuple,
c'est d'avoir la liberté d'apprendre sa langue, son histoire et sa culture,
pour construire son avenir et conserver sa mémoire.

The cradle of survival and thriving of a community relies on benefiting
of the freedom to be taught ils own Ianguage, history and culture,
in order to build its future and préserve its memory.


HÊVIYA KURD

Orly, 28ê hezîranê 2005

Ez li balafîreke kompanya îran Air siwar dibim. Ber : Tehran, yekemîn îstgeha rêvingiya ku dê min bibe Kurdistana Iraqê, Zaxoyê, bajarê ku di nav sînorê Iraq û Tirkiyeyê de ye.

Ez 200 kilometre wî aliyê vî sînorî. li navçeya Kozlukê, li Kurdistana Tirkiyeyê hatime dinyayê. Min zarokatiya xwe li wê derê derbas kir ; min dida dû diya xwe dema wê li ser şiverêyên çiyê ezîng berhev dikirin ; tevî zarokên gund. min di nav gir û newalan de li dû keriyên mîh û bizinan baz dida û min ji guliyên daran fêkî diçinîn. Heta ku malbata min li Batmanê bi cih bû. ez li nav çiyayên xwe bêxem û xiyal jiyam. Bavé min li.wî bajarî, di rafinerîya petrolê de kar peyda kiribû ku ew ji aliyê Dewleta Tirk ve dihat birêvebirin. Dû re çûm dibistanê.

Û li wê, li pêş mamosteyekî ku ne ez û ne jî hevalên min tênedigihiştin ez ê şeş salî, bi halekî qutifî min dît ku ji bilî zimanê min zimanekî din heye. Dê û bavê min ji min re rave kirin ku em bi kurdî dipeyivin, yanî bi zimanê navçeya me ya berî xerabûna dewleta osmaniyan ; le mamoste bi tirkî, bi zimanê welatê ku em tê de dijîn dipeyive. Cara yekem bû ku ez bi hesta neheqiyê hesiyam. Gelo ji ber çi sebebekê me nikaribû bi zimanê xwe perwerdê bibînin? Di maweyê wan salan de, ez fêr bûm ku li welatên cînar jî Kurd hene û ku ew jî di bin hukmeke zulumkar û assîmîlasyonîst de ne.

Pîştî ku ez mezin bûm û haya min ji nasnameya min çêbû, beşdarî gelek çalakiyan bûm ku ji aliyê komeleyên çandî ve ji bo nasandina kurdan dihatin birêvebirin : çalakiyên sînematografîk ligel Yilmaz Gûney di sala 1974an û vir de ; çalakiyên şanoyî di salên 1978-79an de ; çalakiyên wênegiriyê di navbera salên 1980 û 1984an de. Ji ber van çalakiyên çandî, di sala 1974an de polîsê tirk ez girtim û bo mehekê di nezaretê de mam. Di sala 1979an de, dema ku herêma kurdan di bin rêvebiriya awarte de bû, eskerên tirk carekî din ez girtim. Ez şeş mehan di girtîgeha eskerî ya Diyarbekirê de mam û hingî di bin nezaretên dûr û dirêj de îşkence li min kirin. Piştî darbeya eskerî ya 12 îlon a 1980an, ez bo çar salan di mala xwe de hatim binçavkirin û di sala 1984an de, dadgeha eskerî deh sal cezayê hepsê da min. Sê rê hebûn li ber min :
- Çûna girtîgehê: Fikra ku ez teslîm bibim û deh salên jiyana xwe winda bikim li bal min mumkun nebû qebûl bikim.
- Rahiştina çekan û gihiştina gerîlayî : Wek kesekî dijî şîdetê, ev rê li dijî felsefeya min bû.
- Derketina ji Tirkiyeyê: Ji bo ku cîhanê li ser rewşa kurdan agahdar bikim û alema derveyî tevî doza me bikim.
Ez reviyam Stenbolê û li wir min rêya revîna derveyî welat dît.

Ji meha nîsana 1984an û vir ve, bi alikariya keke xwe Yilmaz Gûney ez Li Fransayê penaberê siyasî me û ez qet venegeriyam welatê xwe. Ev bîst û yek sal in ku min dê û bavê xwe nedîtine.

Di 5ê nîsana 2005an de, min heqê hemwelatiya frensî wergirt. Di heman demê de, min daxwaza pasaporta frensî kir ku ew ji pasaporteke penaberekî siyasî yê kurd bêtir sînoran vedike. Guherînên rewşa siyasî ya Iraqê rê didin ku ez bi vê pasaportê ji îranê derbas bibime herêma otonom a Kurdistanê û dê û bavê min werin li wê derê min bibînin. Herçiqas min dikaribû bi vê pasaportê biçim Iran û Iraqê, çûna min a Tirkiyeyê, ku ez li wê derê herdem mehkûm im, hê jî xeter bû.

Ji Tehranê, ez bi sefereke navxweyî diçim Kirmaşanê, bajarê kurd ê faris, û ji  wê derê bi taksîyê têm heta sînorê navbera Iran û herêma otonom ya Kurdistanê. Dema digihim dergehê sînor, bi coşeke mezin, bo cara yekem dibînim ku alaya kurd li ba dibe. Dîsa bo cara yekem, leşkerên kurd pasaporta min kontrol dikin û bi kurdî li ser sedemên hatina min a Kurdistanê pirsan ji min dikin. Pîştî ku leşkerek min guhdarî kir, ji min re bi kurdî got : "Bi xêr hatî welatê xwe!".

Ez dîsa li taksiyekê siwar bûm da ku herim Silêmaniyê, ev bajarê kurd ku xwedî mîlyonek şênî ye. Li bal min navnîşana apê hevalekî kurd ê Parîsê heye. Ji sînor heta Silêmaniyê, di rêya yek û nîv saetan de, em gelek caran ji 10 aliyê leşkerên kurd ve hatin sekinandin. Li nasnameyên me dinihêrîn û trimbêl seh dikirin da ku rê li ber bedxwazan bigrin û gelî biparêzin.

Çawa ku ez gihiştime wê derê, min telefonî dê û bavê xwe kir da ku ew werin min bibînin. Em du hefte wext didin hev da ku ew pasaportên xwe wergirin û rêvingiya xwe amade bikin, û ez jî ji aliyê xwe ve çareyekê peyda bikim da ku wan di şert û mercên herî xweş û rehet de pêşwazî bikim.

Dû re, ez diçim ba berpirsyarê bajêr ê beşa çandê da ku destûra wênegirtinê wergirim. Bi vî awayî, ez dikarim van herdu hefteyên li bendêbûna dê û bavên xwe, ji bo roportaja wênegiriyê bi kar bînim. Ji wêneyên bergeh û menzereyan bêtir wêneyên jiyana rojane digirim : kar, bazirgan, mal, xwarin, cejnên gelêrî, wextên vala, bajarî, gundî, çiyayî... Ez bajar û herêmeke di qonaxa avakirinê de vedibînim, di nav şantiyeyeke gewre re derbas dibim.

Ez roportaja xwe li Helebceya şehîd didomînim, ku di sala 1988an de bi hezaran Kurd li wê bi gazê kîmyewî hatin qetilkirin. Ez diçim serdana muzeyê, goristanê, ez gelek şahidiyên wan kesên şeht û seqet berhev dikim ku ew îro, piştî hevdeh salan, hê jî li benda edaletê ne.

Hefteyek pîştî gihiştina min, ez berê xwe didim Hewlêrê, paytexta herêma fédéral a Kurdistanê. Ez ji aliyê Wezîrê Çandê ve têm pêşwazîkirin ku ew min di hotêlekê de bi cih dike û destûra domandina roportajê dide min. Ez wêneyên avahiyên fermî û dîrokî, wek Parleman û qelayeke kevin digirim û di heman demê de çavdêriyên xwe yen li ser rewşa jiyana rojane ya gel didomînim. Li paytextî, ji bilî leşkeran, ez rastî gelek biyaniyan, rojnamevan, karmend, endazyar û dîplomatan têm. Li vir, wek hemû deverên ku ez tê derbas dibim, leşkerên kurd parastina ax û gelé  Kurdistanê pêk tînin. Hêzên leşkerên biyanî, emerîkî, brîtanî, li Kurdistana Iraqê tunene.

12ê tîrmehê 2005: Ez hêdî hêdî nêzîkî sînorê Tirkiyeyê dibim, cihê ku ez ê de û bavé xwe bibînim. Ez her dem bi taksîyê diçim û têm, ji ber ew erzantirîn wesayît e, lîtreya benzînê nêzîkî 30 quruş euro bû. Ez ji devereke çiyayî derbas dibim ku bergehên wê gelekî délai in, hevvayê wê pirr hênik e. Li van deveran, Seddam Huseyîn qelayên bi dîwaran dor girtî dabûn çêkirin û wek havîngeh bi kar dianî. Ev seredanên wî yen bênavber en li herêmê bûn sebeb ku şebekeyeke rê ya 12 pak hatibu avakirin.
Ez berê xwe didime bajarê Amêdiyê, ku ew di sedsala 7an de li ser zinarekî hatiye avakirin. Mizgeft û dêr li tenişt hev in.
Ez li Dihokê, bajarê 700 000 şênî û 45 deqîqe nêzîkî sinorê Tirkiyeyê, bi cih dibim. Pêşwaziya de û bavé xwe amade dikim, hotêleke bi konfor û bi klîma peyda dikim, germayiya derve 45 derece ye. Di heman demê de bêsebr û bitirs im. De û bavé min kal in, hînî rêvingiyê nebûne û qet nehatine Iraqê. Hevî dikim ku her tişt bas derbas bibe.
19ê tîrmehê, pîştî 21 salan, ez dê û bavê  xwe dibînim.

Di hola hotêlê de, em bi coşeke mezin hev û du hembêz dikin. Diya min bi dengê bilind duayan dike bo xwedê ku wî dîtina kurê wê je re kir nesîb. Personela li pêşwaziya hotêlê û gelek muşterî bi heyecan li me dinêrin. Ez hewl didim ku bipeyivim, le qirika min a tengbûyî nahêle ku deng û sewtek je derkeve. Piştî çend deqîqeyan, ez tenê dikarim bi îskînî bibêjim : "Dayê, bavo...". Ez dîsa diya xwe hembêz dikim û di wê demê de, dilê wê je diçe. Bavé min, bêyî ku bixwaze hêsirên çavên xwe nîşan bide, ji min xwest ku ez diya xwe bibim odeya me da ku bêhna xwe vede. Dénia ku ez, diya min di himbêza min de, ji derenca diçim jorê, li bavé xwe dinêrim û dibînim ku ew diçe salonê û ji bo heyecana xwe rehet bike cixareyekê pê dixe.

Vê hefteya ku em bi hev re ne, em hewl didin van salên ku em ji hev veqetîyan tije bikin. Piştî ku demên bi heyecan derbas bûn, em li ser jiyanên xwe yen şexsî, malbat, welat û rewşa Tirkiyê pirsan ji hev dikin ; em behsa zarokatiya min dikin, ez ji de û bavé xwe li ser xortaniya wan û hevdîtina wan pirsan dikim ; dixwazim her tiştê wan hîn bibim. Em behsa rewşa Kurdan jî dikin, Kurdên li ser vê axa otonom ku bi azadî û demkorasî, berê wan bi pêşerojê ve dijîn.

Bêguman, li ser vê axê, divê her tişt ji nuh ve bê avakirin, le ew ji bo me nîşana azadiyê û çavkaniya hêviyê ye. Em diçin "heca" devera Barzan, li ser gora Mustafa Barzanî, yek ji wan danerên berxwedana kurd, pêşmergeyê ku bi tekoşîna xwe ya tûnd û dirêj ev axa otonom da avakirin.

Roja vegera wan, ez bi de û bavé xwe re diçim heta Zaxoyê. Dema ku ez dibînim ew ji min dur dibin, ji bilî xemgîniya ku ez dîsa ji wan vediqetim, ez bi hesteke neheqî û hêrsê dihesim, ji ber ku ez nikarim bi wan re herim aliyê din ê sînor, ji wê 200 kilomètre û wir de, herim mala xwe, hemû kes û karên xwe, bajarê ku ez 14 le mezin bûm û çiyayên zarokatiya xwe bibînim.

Ez li Zaxoyê û deverên wê, bo domandina roportaja xwe ya wênegiriyê, dû rojan dimînim. Dû re, ez vedigerim Hewlêrê da ku çûna xwe ya Kurdistana îranê amade bikim.

Li Iranê, ez berê xwe didim bajarê kurd Mehabadê, ku 150 kilomètre ji sînor dur e. Di sala 1946an de, yekemîn komara demokratîk a Kurdistanê li wê hat avakirin û yanzdeh meh şûn de, ji aliyê hikûmeta îranê ve hâte xerakirin. Li sûkê, ez diçim meydana Çarçirayê, cihê ku endamên hikûmetê û perpirsyarên kurd hatin dardekirin ; dû re ez li ser gorên wan bi  hurmet radiwestim.

Piştî vegera Tehranê, li hotêlê, dema ku ez ji bo çûna balafirgehê li benda taksiyê me, ez li pêşmergeyekî kal, Huso Mahamadê 88 salî yê birayê şer, ku ji bo tedawiyê hatiyê Iranê guhdarî dikim. Di sala 1946an de, di bin rêvebiriya Mustafa Barzanî de, tevî 700 hevrêyên xwe ku ew jî wek wî Kurdên Iraqê bûn, beşdarî têkoşîna parastina Komara Mehabadê bibû. Piştî têkoşîneke 8 mehan ku bi têkçûnek û şehîdbûna gelek hevrêyan bi dawî bû, mecbûr ma bi hevalên xwe yen sax mayî re biçe Yekîtiya Sovyetê û duwanzde sal bimîne di nav şertên malî yen zehmet de. Dû re, di sala 1959 an de vegeriyan Kurdistana Iraqê û li dijî rejîma Baas, cardin gish bi hêvra têkoşîn dan.

Otonomiya vê axê, encama cesaret û berxwedana têkoşerên wekî wî û hevale wî ye, ku wî 50 sal ji jiyana xwe dane rêka azadiyê. Ez hêvî dikim ku ev nimûneya axa otonom a Kurdistana Iraqê, de bi fedekariyên weha û bi saya hevgirtina navneteweyî di nav hemu gelé kurda de eks û reng û tesîra xwe bibîne.
Bijî yekîtiya Kurd û Kurdistan.

Şuayip Adlig




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues