La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Stran û dîlanên kurdî, I


Auteurs : |
Éditeur : Institut für Kurdologie Date & Lieu : 2001-01-01, Yêrêvan
Préface : Pages : 200
Traduction : ISBN : 3-902185-03-1
Langue : KurdeFormat : 200x285 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 92Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Stran û dîlanên kurdî, I

Versions

Stran û dîlanên kurdî, pirtûka 1

Civandin û çapkirina zargotina k'urda îro bûye p'êngaveke giring di goveka pêşxistina zanistîyê li ser gelê k'urd. Li nava hemû zanistîyên cûrbicûr: dîrok, edebyet, abûrî, sosîologî, êtnologî û yên mayîn, zargotin bergeha here nazik û here kêmt'aqete, ji ber ku ew r'oj bi r'oj, gav bi gav jar û hejar dibe, hêz û karîna xwe kêm dike. Ji ber vê jî divê him hemû r'ewşanbîr û zanyarên k'urd, hemû kesên k'urdp'erwer û him bingehên p'erwerdeyî û zanistî bi zanetî bi armanca tûj, dem û herek'eta xwe dîyarî k'arê civandin, çapkirin û lêk'olîna zargotina k'urda bikin.

Me ji xwer'a kirye axaftina herr'ojî, em hercar û hergav divên "Zargotina k'rda zengîne, xezîneke p'ir mezine, ew serbilindaya gelê k'urde". Belê, ev gotin r'aste û bi cîye, zargotina k'urda p'ir zengîne û p'ir jî şîrine. Ew wek ç'emeke t'êrav dik'şe. Lê belê bêxemîye em her bêjin û binhêr'in k'a ew çawa dik'şe û nefikirin, ku ew av, ew ç'em di nava salada kêmav dibe û dimiç'iqe.

Li ser jîyandarîya zargotina k'urda du xet'erên mezin hene. Yek ji r'ewşa obêktîv p'eyda bûye. Ew girêdayîye: a) bi jihevk'etina çivaka gel ya patryarxal, û ya t'eyfa-eşîrîyê; b) bi bandûra jîyana nûjen (modern), bi bihêzbûna p'eywendîya û p'evgirêdana gund t'evî bajêr; c) zêdebûn û belabûna xwendewarîyê di nava çivakê; d) cîgirtina TV di jîyana gelda, û ya duda - ji r'ewşa sûbêktîv pêşda hatye: ew bindestbûna gele, ku li hine p'arçên K'urdistanê ziman û çanda k'urdî ji ber sîyaseta dewletên dacîrkire şovînî, hê-hê qedexene. Serda em zêde kin, ku di hine erda, r'ewşenbîrên gelên cînar stran û awazên gelê k'urd didizin, dikin milk' ê gelê xwe.


PÊŞGOTIN

Civandin û çapkirina zargotina k'urda îro bûye p'êngaveke giring di goveka pêşxistina zanistîyê li ser gelê k'urd. Li nava hemû zanistîyên cûrbicûr: dîrok, edebyet, abûrî, sosîologî, êtnologî û yên mayîn, zargotin bergeha here nazik û here kêmt'aqete, ji ber ku ew r'oj bi r'oj, gav bi gav jar û hejar dibe, hêz û karîna xwe kêm dike. Ji ber vê jî divê him hemû r'ewşanbîr û zanyarên k'urd, hemû kesên k'urdp'erwer û him bingehên p'erwerdeyî û zanistî bi zanetî bi armanca tûj, dem û herek'eta xwe dîyarî k'arê civandin, çapkirin û lêk'olîna zargotina k'urda bikin.

Me ji xwer'a kirye axaftina herr'ojî, em hercar û hergav divên "Zargotina k'rda zengîne, xezîneke p'ir mezine, ew serbilindaya gelê k'urde". Belê, ev gotin r'aste û bi cîye, zargotina k'urda p'ir zengîne û p'ir jî şîrine. Ew wek ç'emeke t'êrav dik'şe. Lê belê bêxemîye em her bêjin û binhêr'in k'a ew çawa dik'şe û nefikirin, ku ew av, ew ç'em di nava salada kêmav dibe û dimiç'iqe.

Li ser jîyandarîya zargotina k'urda du xet'erên mezin hene. Yek ji r'ewşa obêktîv p'eyda bûye. Ew girêdayîye: a) bi jihevk'etina çivaka gel ya patryarxal, û ya t'eyfa-eşîrîyê; b) bi bandûra jîyana nûjen (modern), bi bihêzbûna p'eywendîya û p'evgirêdana gund t'evî bajêr; c) zêdebûn û belabûna xwendewarîyê di nava çivakê; d) cîgirtina TV di jîyana gelda, û ya duda - ji r'ewşa sûbêktîv pêşda hatye: ew bindestbûna gele, ku li hine p'arçên K'urdistanê ziman û çanda k'urdî ji ber sîyaseta dewletên dacîrkire şovînî, hê-hê qedexene. Serda em zêde kin, ku di hine erda, r'ewşenbîrên gelên cînar stran û awazên gelê k'urd didizin, dikin milk' ê gelê xwe.

Stran û awazên k'urdî, ku p'areke çanda gelêrîne û dibin p'areke giring ya zargotinê û ya êtnologyayê, eva bû çil salî zêdetir bûne bingeha xemxurya k'ar û jîyana min. Civandina awaz û stranên k'urdî pêşyê min pêk danî bi alîk'arîya bavê xwe Casimê Celli, gava ew ji sala 1955-a bingeha r'adyo ya k'urdî danî û ji bona weşandinê dest bi civandina stran û awazên k'urdî kir. Li wê hênê ez xwandk'ara dibistana mûzîqayê bûm. Nû ez sekinîbûm ser r'îya şarezebûna notanivîsarê. Ji wê demê despêkirî bavê min armanc danî ber min, ez stran û awazên k'urdî bikim nota. Her r'o stran û awazên k'urdî ber guhê min bûn: yan bavê min fîqa xwe lêdixist, ya dengbêj û sazbend di mala meda prova xwe derbazdikirin, ku her'in r'adyoê û stûdyayêda stran û awazên k'urdî bavêjin ser şirît-qeyt'ana.

Dema pêşin stran û awaz min ji dengbêj û sazbendên k'urdên sovêtê dinivîsîn. Yan ez diçûm gunda, yan ewana dihatin mala me. Bergeha stranvana fire bû, gava ji Sûryayê û ji Îraqê ermenîyên xerîbk'etî veger'yan Ermenistanê. P'ir'anîya wana xên ji zimanê k'urdî t'u zimanî nizanbûn. Ewana bi r'abûn, r'ûniştin, bi Şayî-Şînê xwe ji k'urdên K'urdistanê cuda nedibûn. Stran û awazên, ku me ji wana nivîsîn, goveka gêografîya belabûna stranên k'urdî ber me fire kirin.

Di k'are meda hêleke xurt destpê bû ji salên 80-î, gava r'ê ber me vebû seredana k'urdên Sûryayê bikin. Pêşyê, li sala 1982-a bi sê meha, paşê li sala 1985-a (dîsa bi se meha) Celîlê Celli çû K'urdistana p'arçê Sûryayê û t'evî civandina ç'îrok, ç'îvanoka, gotinên pêşîya, poêm û destana, gelek stran û awazên balk'êş bi xwer'a anî.

Sala 1988-a ez t'evî birê xwe Celîlê Celîl r'êwîtîya zanistî pêk anî li Sûryayê. T'evî civandina strana ji nava k'urdên H'elebê, E'frînê, me bala xwe bi giranî da ser herêma Cizîrê: qeza Qamişluyê, T'irba Spîyê û Dêrikê, bi t'aybetî ser eşîra k' oçera.

Eşîra k'oçera (k'oçerê mîra) eşîreke p'ir mezine. Sê milê wî li T'urkyayê li Îraqê û li Sûryayê cî-war bûne. Milê Sûryayê eva îdî 40-50 sal heye, ku bi biryara dewleta Sûryayê erdnêşîn bûye û li ser ç;îyayê Qereçoxê di 30-40 gundada hêwirîye. E'şîra k'oçerê mîra p'ara vedibe li ser babika: 1. K'oçerê Mistefa - p'aşa, jêr'a digotin berk'eloya; 2. K'oçerê E'bdile'zîzê belî - jêr'a digotin sêniga. K'oçerê Mistefa - p'aşê, babikê wana evin: Ermedela, K'iziga, P'isaxa. Eşîrê ku di bin bandûra Mistefa - p'aşê da bûn, ev bûn: Îsiga, Sêniga, Wareserî, E'lîyoga, Berzerî.

Ç'îyayê Qereçoxê ort'a T'irba Spîyê û Dêrikê xemla xwe ya nû stand, gava k'urdên eşîra k'oçera bûne binelîyê wî. Xêr û berek'eta wî erdî nifte, ku dewlet ji binê erdê derdixe, ce û genime, ku gundîyên k'oçera diçinin.

Jîyana berê li nava k'oçera r'ewşa xwe unda nekirye. Şayî û dewatên k'oçerên mîra giranin. Di dîlanada çendsid mêr û jin dik'evine destê hev û ber def û zur'nê dilîzin. Govend awqas dirêjin, ku defçî û zur'neçî mecbûrin biger'in, ji serîkî her'in serê dinê, ji ber ku dengê defê û zur'nê ji serîkî nagihîje serê dinê. Waxte ha dawîya govendê sar dibe, govendvan hîvyê disekinin, heta dora wana bê, defçî û zur'neçî bighîjin wana. Cil û berg k'oçera yê berê mane, jinên dewatwan cil û bergên xwe bi xişira, bi zêr' û zîva dixemilînin Gava li govendvana dinhêr'î; ber şewqa tavê usa diç'ûrisin, tê bêjî tîrêncên tavê peyayî ser wî ç'îyayî bûne û govendê girtine. Meriv bi heybeteke k'ûr li govendê dinihêr'e û ji wê dîdemê qet t'êr nabe.

Gundê Kelha Diham, mala kur'ê Nayîf - p'aşa, serokeşîrê k'oçerê mîra, heftêkî zêdetir bû hêwra me. Li vir me k'arê civandina stranên k'urdî bi serfinazî pêk anî. Dengbêj dihatin û dor nedidane hev. Ji qîzên nû bişkivî (13-15 salî), hetanî kalamêrên 70-80 salî ji mer'a distiran. K'êfa wana dihat ji mer'a bistirên. Di ancamê da me çendsid stran li ser qeyt'ana dengnivîsokê girt.

Piştî veger'ê, li Yêrêvanê, berhema vê stran û awazan, t'evî wan stranan, ku Celîlê Celîl dema herdu r'êwîtîyên xwe yên pêşîyê civandibû, min t'evî qîza xwe mûzîkazan Naza Celîl, me bere-bere kire note û me r'oyî ser k'axaz kir. Ev k'ar ji me demeke dirêj xwast. Di we navberêda, hine stran û awazên nû ji Yêvropayê û ji T'urkyayê jî gihîştin destê me. Hijmara van strana ji hezarî derbaz bû.

Mêt'odîka nivîsandina stran û awaza me li ser bingeha zanyarîyê ya analîtîk pêk anîye. Guhastinên awazî yên biç'ûk jî, ku di nava xanên bendada hebûne, me îşaret kirine. Ewana gorî îşareta hijmara di binya nota stranada bi t'aybetî hatine nivîsarê. Stranvanên me, p'ir'anîya wana dengbêjên bi nav û deng bûn. Çivak wana xweş nas dikir.

Di k'eşkûla meda, ku notanivîsarê hezarî zêdetir stran û awazên k'urdî hene, hemû janrên çanda mûzîkayê cî girtine. Stranê êpîkî: yên mêranîyê û yên evîndarîyê; stranê şer'a, mêrxasîyê, yên sîyara; stranên evîndarîyê; stranên xebatê; yên govend-dîlana; yên tsêrêmonyal (eyd, erefeta, cijna) û yên mayîn.

Di vê berevokêda p'ara giran stranê dîlanê digrin. Dîlanê k'urdî cûrbicûrin. Ewana gori t'aybetîya dîlanê, gorî r'îtm û t'eqla mûzîkayê ji hev cuda dibin û tên navkirin. Bi giştî, ji bona merivê neşareza dîlan gişk govendin. Govend wan stranara gotine, dema ku dîlanvan destê hev girtine û bi govekî lîstine.

Ji bona dîlana t'eqla statîk bingehîye. Ji ber vê jî p'areke mezin ji stranên k'ar - xebatê, bi t'aybetî yên p'alayê, ji bona dîlanê jî k'aranîne. Hemû stranê cûr'ê dîlana Şêxaniyê yên p'alayêne. Dema k'arê me yê civandinê hine dengbêjên Sûryayê ji mer'a stranê xebatê digotin, lê ew cem k'urdên herêmên başqe, wek yên govendê naskirî bûn. Mînakekê em bînin. Stranê ku li sala 1982-a li gundê Mezra Bota (ser qeza Dêrikê) ji Ehmedê Birho hatibûn nivîsar (Zilfanî; Baranê; E'yşokê; Navê te Sînem xane; Lê, lê dînê; Hob Leylê û yên dinê), p'ayê p'irê stranên p'alayê bûn, lê nava k'urdên herêmên dinê wek stranê govendê navlêdikirin. Ber p'ir'anîya stranên tsêrêmonyal û yên şûkirinê (stranên bûk û zava), dîlanê digrin.

Cûr'ekî dîlana heye ku jêr'a dibêjin Bêrût'e. Bi şirovekirina k'oçera, eva navê cur'ekî dîlanêye, ku di nava feqqeda hatye k'ar anîn. Feqqe xwandevanê dibistanên dînî "medresane". Medrese li K'urdistanê p'ir' bûne. Li welatê Cizîra Bota, Behdînanê ev dîlan gele belabûyî bûye. Gorî Şert û şirûtên îslamê, stran û dîlan ji xizmetk'arên dîyaneta îslamêr'a gunehe. Ev yek guneh bûye usa jî ji bona xwendevanên medresar'a, feqqer'a. Lê k'urd, lawên k'urd bê dîlan û stran nedibûn. Di r'ojên înîyê, gava r'oja bazara îslamîyê dihat û xwandin li dibistana t'unebû, feqqe r'oja azadîya xwe bi stran û dîlanê derbaz dikirin. Strane bêrûte û r'eqisîne ber. Du cur'e dilanê feqqa hebûne: dîlana bi pêçîka hev girtinê, govenda qilîçkê, bi du cêrge feqqe himberî hev sekinîne strane, care alîkî bi stran nêzîkî cêrga dinê bûye, carê ya dinê. T'eqla van strana gelekî bi nerm û giran bûye. Cur'ê duda jêr'a gotine hûrizî. Feqqe bi govek hev girtine û dîlanê kirine, dîlana hûrizî r'ehet nebûye. Banzdan di dema dîlanê qedexe bûye. Ber feqqa şertekî giring jî hebûye, navar'oka stranê wana gerekê ser evînê, ser pesnê keç'ika nîbya. Stranê wana bi giranî li ser mîrekên Cizîra Bota û yên Behdînanê bûne, yan jî li ser şer'ên wana bûne.

Pêşyê me xwast, ku li vê berevokêda her t'enê stranê dîlanê, bin navê "Govend" cîwar bikin û çap bikin. Lê, ji ber ku stranên xebatê û yên dewata, ku dewra wane fûnksîonal pêr'a heye û navlêkirina "Govend" ji bona wana ne r'ast bû, ji ber we jî me berevok nav lêkir "Stran û dîlanên k'urdî".

Bi t'êmatîk stranên dîlanê bi giranî li ser evîndaryêne, ser wesfdana dîlberêne. Bi r'êzên kurt evîndar nîgara dîlbera xwe ber me vedike. Ew esmere, kine, yeke dînike, xûnşîrine û hwd. Cil û bergê wê, xeml û xişirê wê hemû em dibînin. Wesifdan sifete, ji bona dîtinêye, 18 di nava stranada em ser astengên sosyal abûrîyê vedibin, em ar û zarê xort keç'a dibêhên, ner'azîbûn û şikyatê wana ber neheqya edetên kevn û neheq pêdihesin.

Bendê strana yên têkstûal ji sê r'êza pêk tên, bi sê hanga hevr'a têne bestin. Her r'êz hindava xweda bi t'eşirma xwe dibe bendek, ji du r'êza, ya ji se û çar r'êza pêk tê. Dengbêj dema stranê gele cara, di k'ela împrovîzasyonda qanûna r'êza t'eribandîye, cî-cîya zêde kirye, cî-cîya kêm kirye. Me dema nota nivîsarê xanê strana hîştine usa çawa stranbbêj straye. Ji ber we jî di hine stranada notanivîsar me ji bendekê zêdetir r'aber kirye. Di dawîya her bendekê, me li ser nota nîşanekê wek vêrgûlê danîye, ku benda stranê baş bê cudakirin.

Stran hene ku du stranbej bi hevr'a, yan jî pey hev strane. Her yek di stranêda t'aybetya xwe daye xuyakirin. Me stranê herda jî di vê berevokêda bi notanivîsar hîştye. Ber starna her dengbêjî me îşaret danîye. Ber strana dengbêjê pêşin me A nivîsîye, ber strana dengbêjê duda B nivîsîye.

Di vê berevokêda bala xwe me zêde daye ser notanivîsarê, xwastye ku t'aybetya awaz û mûzîkaye diha cî bigre. Hine stran hene, ku têkstê wana kinin, bendekê dudune, gorî gotina stranbêj hatine danînê. Bûye, ku dengbêj ji bendekê, duda zêdetir p'eyvên stranê nizanbûye, lê stran alîyê awazda bêqisûr bûye. Me têkst gorî gotina wî jî hîştye. Gelek stran ji alîyê çend dengbêja hatine nivîsar û her şaxeke stranê ji alîyê mêlodîda qîmeta wana heye. Şaxên strana, wê li cildên vê berevokêye peyhatîda cî bigrin. Têkstê strana, ku hine cîya kêmin, di şaxên mayinda wê t'am bin.

Di vê berevokêda 157 stran ci girtine. Stran gorî dengbêja pey hev r'êzin. Stranê dengbêja, ku ne yê dîlanê bûne, di vê berevokêda cî negirtine. Hîvî heye, ku stranê êpîkî, evîndarîyê, mêranîyê û yên mayîn, wê cildên peyhatîda çapbivin. Li vê p'irtûkê hene stran çend cara r'ast pêtên. Ewana yan stranê cudane, ku ji alîyê stranvana bi navekî hatine r'aber kirin, yan jî şaxên balk'êşin û cudabûna awazî di nava wanda mezine.

Dawîya p'irtûkê nivîsarnasîya kurt heyé; ku navê dengbêja, dem-çax û cî-warê dengnivîsandinê dide xuyakirin.

Cemîla Celîl




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues