Cemîla Celîl, mûzîkzan, mûzîkar û berpirsyara p'ara mûzîka r'adyoa k'urdî li Yêrêvanê (1967-2002), endama Yeketîya mûzîkarên Ermenistanê û ya Yeketîya r'ojnemavanên Ermenistanê ye. Ew, di 19 sivatê sala 1940ê de, li Yêrêvanê ji dîya xwe bûye. Wê xwandina xweye mûzîkayê ya navîn û ya bala li Yêrêvanê standye. Xudana heyşt p'irtûkane, yên ku ji 700 zêdetir stran û awazên k'urdî civandine nav xwe û bi şêweyekî zanyarî hatine çapkirin. Sî û pênc sala Cemîla Celîl r'adyoa k'urdîda berpirsyara p'ara mûzîka k'urdî bûye. Bi çelengî û jêhatî fonda stran û awazên k'urdî bi sedan dengnivîsava dewlemend kirye. Ew usa jî xudanê gele wût'arên zanyarîyêne, ku li ser mûzîka k'urdî hatine nivîsandin. Cemîla Celîl gela cara li sîmpozyûm û konferansên navnet'ewîda li Londonê, Dan Hagê, Hewlêrê, Moskvayê, Lênîngradê, Yêrêvanê û bajarên mayînda bi axaftin pêşda hatye û bala zanyara k'işandye ser dewlemendî û cuwanîya mûzîka k'urdî.Komponîstê bi nav û deng Aram Xaçatûryan û hinek zanyarên mayîn k'ar û barê Cemîla Celîl bilind nirxandine. Pirtûkên çapkirî: - K'ilamêd cime'ta k'urda, Yêrêvan 1964, 164 r'ûp'er' (bi tîpên kîrîlî); - K'ilamêd cime'ta k'urda, (bi zimanê k'urdî û r'ûsî). Moskva 1965, 172 r'ûp'er' (bi tîpên latînî); - K'ilam û miqamêd cime'ta k'urda, (bi zimanê k'urdî û r'ûsî). Moskva 1973, 176 r'ûp'er' (bi tîpên latînî); - Stranê cime'ta k'urda, Yêrêvan 1977, 182 r'ûp'er' (bi tîpên kîrîlî); - K'ilam û miqamêd cime'ta k'urda, (bi zimanê k'urdî û r'ûsî). Moskva 1986, 144 r'ûp'er' (bi tîpên latînî); - Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Zargotina k'urda, p'irtûka 2. Moskva 1978, r'ûper'ên 461-472 (bi tîpên latînî); - Cemîla Celîl & Naza Celîl, Stran û dîlanên k'urdî, P'irtûka l.Yêrêvan 2001, 200 r'ûp'er' (bi tîpên latînî); - Stranên k'urdî yên gelêrî ji bona k'oma sazbenda. Yêrêvan 2001, 44 r'ûp'er'; - Stran û awazên k'urdî yên gelêrî ji bona k'oma sazbenda. Yêrêvan 2001, 56 r'ûp'er'.
Naza Celîl, mûzîkzan, mûzîkar, di 4 nîsanê sala 1972yê de, li Yêrêvanê ji dîya xwe bûye, dota Cemîla Celîle. Jîyana mala kalkê wê - Casimê Celîl, ku Nazê têda mezin bûye, welatp'arêzî bûye. Eva yeka bandûra xwe hiştye ser Naza biçûk, ku di xwandinêda bi r'êç'a dîya xwe her'e. T'evî xwandina dibistanê, ewê dibistana mûzîkayê ya t'aybetî û meheda mûzîkayê dawî anîye. Paşê li konsêrvatorya mûzîkayê jî xwandye û bûye p'êşekzana mûzîka k'urdî. Sala 1996 bûye aspîranta Înstîtûta hunerê ya Akadêmîya Zanîyariyê ya K'omara Ermenistanê û li ser t'êza xweya doktoryê — dewat û şayî li nava eşîra k'oçera dinivîse. Xudana p'irtûkekê û çend wût' arane. Pirtûka çapkirî: Cemîla Celîl & Naza Celîl, Stran û dîlanên k'urdî. P'irtûka I. Yêrêvan 2001, 200 r'ûp'er' (bi tîpên latînî).
Eva p'irtûka xeleqeke ji zincîra berevoka Stran û awazên k'urdî. Xudanên k'itêbê bi dehan sala stran û awazên k'urdî k'om kirine, kirine nota û r'aberî mûzikara û mûzîkzana dikin. Di p'irtûka (bir'a) pêşinda (sala 2001) 157 stran û awazên gelêrî çap bûne. Stran û awazên p'irtûka (bir'a) duda 226 stran û 15 awazin. Sînorê belabûna wana bergeha herçar p'arçê K'urdistanê li Sûryayê, Iraqê, Îranê, Turkyayê û Sovêta berê hildigre nav xwe. Hemû stran û awazên k'urdî cara pêşine, ku dik'evin ber qelema notanivîsarê. |