La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xwendina Medresê


Auteur :
Éditeur : Pencînar Date & Lieu : 1993, Stockholm
Préface : Pages : 100
Traduction : ISBN : 91-972090-2-3
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. K.l. 2594Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xwendina Medresê

Xwendina medresê

Ez bi vê pirtûka xwe, ne bi awayê lêkolîn, lê tenê bi rewşa ku min bi çavên xwe dîtiye hewl didim, her çiqas bi kurt' û kêmasî ye jî rewşa xwendina medreseyan û feqîtiyê bi xwendevanên nûjen bidim zanîn û wan hinekî bi wê sazgehê agandar bikim. Ez ê li vir, ji destpêka xwendinê çi meletî, feqetî û rewşa xwendina medreseyan, herweha navên pirtûkên ku di medreseyên Kurdistanê de dihatin xwendin, bi rêz binivîsim.

Ez bi hêvi me ku ev xebata min a bi kêm û kas herweha bê zanîna navên hinek nivîskarên pirtûkan û tarîxa jidayikbûn û mirina wan, dê hinek tîrêjên bi ruhî bide pêşiya rewşenbîr, siyasetmedar, lêkolog, kurdolog û zanîngehên ku dê li ser babeta medresê lêkolîn bikin. Ev xebata min her çiqasî ger hindik e jî, lê pêşiya wan kes û sazgehan hinekî zelal dike û bi hêsanî ew dê karibin gavine fireh berepêş bavêjin. Yeke dîtir, ev pirtûk jî îsbata awayên hebûna xwendina Kurdan a kevn dike û hem jî di vî warî de berhemeke nû dikeve nava refên pirtûkxana Kurdistana dabeşkirî.

Zeynelabidîn Zinar


Xwendina Medrese Çi Bû ?

Ew medreseyên ku ji sedsalan ve ye li Kurdistanê, xasma li bakûrê wê hebûn û di rada yekemîn de ku xwe kiribûn devera perwerdekirina Kurdan, lê ew di dawiya salên şêstî de hema wisan ku ji nedî ve ji holê rabûn, tev bi derbekê wenda bûn û çûn. Gelo ew çi tişt bûn? Çi dikirin? Û ew xwendina kevn di wan de bi çi awayî dihate meşandin? Bêguman encam û serpêhatiya wan, ta niha jî bi zelalî pêşkêşê raya giştî nebûye. Niha pir kêm agandariya entelektuelên Kurd jê heye û ew bi awayekî vekirî derbareya wan nizanin.

Îro ew xwendin, ew medrese, ew sazûman ji pir kesan re bûye meraq û gelek mirovên şareza, yên pispor û hunermend hene ku dixwazin serpêhatiya wan bizanibin. Lê heta niha ji lêkologan kesî hewleke zêde nedaye serê û tu lêkolîn nekiriye. Her çiqasî li ser wê babetê ger hinek tişt hatibin nivîsandin jî, le piraniya wan bikêmasî, biçewtî û bi awayê sehkirina ji devan çêbûye. Yan jî derbareya medresê li ser şopa hin baweriyên cuda û dîtinine taybetî hatiye nivîsandin û ew bi paşverûtî hêjandine. Îcar ji ber hindê min pêwîstiya nivîsandina ve pirtûkê dît ku ew tiştên min bi çavên xwe dîline û di jiyana min de bihurîne, ji xwendevanên demê re bidim zanîn.

Ew xwendina ku di medreseyên Kurdistanê de dihate kirin, êdî niha cihê xwe li goristaneke bêdeng vegirtiye û tenê mirov dikare navê wê di rûpelên mêjû de bibîne. Herçiqasî eger ve gavê bermaya wê li hin gundên ji bajaran dûr were dîtin jî, nayê wê manê ku hêjî ew xwendin, ew sazgeh li jiyana xwe didomînin.

Ew medreseyên kevnare ji sedsalan ve ye ku Ii Kurdistanê hebûn û ji wan pir kesên zana, rewşenbîr derketine ku hêjayê pesn û serbilindiya Neteweyê Kurd in. Lewra bi kar û xebata wan Herîriyan, Cizîriyan, Bateyiyan, Teyraniyan, Xaniyan û gwd. Ev bi sedsalan e ku zimanê kurdî xwe bi reşbelekiyan rûqalê mêjû kiriye û rewneqa xwe pêşkêşî mirovatiya dinyayê kiriye, her jî dike, wê ta heta bi hetayê jî bike.

Ew medrese ji sedsala yazdehan ve ye ku li gelek herêmên Kurdistanê hebûn û di wan de bi dehhezaran, bi sedhezaran feqî û şagir xwendine. Ji zarûkên Kurdan zêdetir hin Turk, Ereb û Fas jî hebûn ku di wan de xwendine.

Hin ji wan medreseyan pirî ku menşûr bûbûn, bihêsanî navên xwe di rûpelên mêjû de bi cih kirine. Wek Medresa Sitrabasê (Diyarbekir), Merdera Sor (Cizîra Botan), Medresa Bazîdê, Medresa Şemdînan. Medreseyên Bedlîsê weke Îxlasiye, Katibiye, Şukriye, Şerefiye û Şemsiyeyê. Medresa Hîzanê, Medresa Miksê, Medresa Bêdarê, Medresa Findika Botan, Medresa Axtepeyê, Medresa Norşênê, Medresa Qerekoyê (Gimgim-Varto), Medresa Farqînê, Medresa Hawêlê, Medresa Sêrtê, Medresa Heskîfê, Medresa Paloyê, Medresa Oxînê û bi sedan yên wisa...

Di wan medreseyan de ji xwendina bi zimanê kurdî-erebî û hinek jî bi zimanê farisî zêdetir, ew bûbûn devera bicihanîna tore, tevger û rêveçûna kurdayetiyê. Lewra di wan de toreya kurdî, ji wergirtinê bigir û hemû edetên kurdî dihatin pêkanîn, şexsiyeta nijadî derdixistin holê û mirovatiyê didane diyarkirin.

Lê mixabin, piştî 1925-an Mistefa Kemal Atatürk bi navê Kanuni Tedrisat hin metodên gemar î qirêj derxistin û hêdî hêdî ew medrese dane girtin. Yekemîn sedemê girtina wan medreseyên kurdî jî ev bû; asimilekirina Kurdan û qutkirina Kurdan ji her tiştên wan yên kev, xasma bêxeberhiştina Kurdan ji pêşiya wan... Û jixwe ji amacên yekemîn ên Misftefa Kemal bi derxistina qanûna Kılık-kıyafete jî ew bû, da Kurd dest ji wergirtina xwe ya milî berdin û mîna rubotan xwe di bine şewqa wî de bişûtikînin, da zû ji toreya xwe dûr bibin û kincên kurdî wernegirin.

Kurdistan cara pêşî jixwe di 1639-an de hatibû dabeşkirin. Lê ji wê demê hetaî 1923-an tu carê ne Farisan, ne jî Osmaniyan Kurd û Kurdistanê înkar nekirine û bi qanûnên taybetî asîmîlekirina wan bo xwe nekirine amaca yekemîn. Le piştî 1923-an ku bakûrê Kurdistanê para Tirkiye ket, îcar karbidestên dewleta Tirk li pêşberî dîrokê her cûre hovîtî, xwînxwarî û rûreşî kirin û heta niha jî her wisa didomînin.

Ji wan medreseyên Kurdistanê pir kesên mezin derketine ku di nava gelê xwe de, hem jî li Rojhilata Navîn û li gelek welatên dinyayê navûdeng dane û di pîşeya xwe de pir menşûr bûne. Ew şexsiyet, çi di warê oli û rêçikan (Terîqet) de be, çi di warê siyasî û serokatiya serhildanên kurdî de be û çi jî di warê zanistî, vêje û helbestvaniyê de be suxrene pir hêja, yên giranbiha kirine. Wek nimûne, ez navên çend ji wan kesan li vir tînim bîra xwendevanan:

a) Hin ji wan kesên menşûr ên di warê olî, rêçik, vêje û helbestvaniyê de ku ji medreseyên Kurdistanê rabûne, wek Mewlana Xalidê Kurdî (1773-1826) ku hîmdarê duyemîn ê Rêçika Nexşebendî bû û navûdengê wî li dinyayê belav bûye. Şêx Elî Herîrî (1010-10789). Mele Ehmed Huseyn Bateyî (1417-1491). Şêx Mela Ehmed Cizîrî (1570-1640). Feqiyê (Mihemed) Teyran (1590-1660). Feqe Reşîdê Hekarî. Şerîfxanê Colemêrgî (1693- 1748). Selîm Silêman (Sedsala 16-17). Mele Xelîlê Sêrtî (1753-1843). Xaris Bedlîsî (1758-?). Elî Teremaxî (Sedsala IV, hicrî). Mele Ûnisê Herqetênî (1785-?). Pertew Begê Hekarî (?.. -1806). Siyapoş, Macin, Mîna, Sadiq, Bekir Begê Erzî, Mensûr Girgaşî, Şêx Evdirehmani Axtepî (1850-1910), Mele Eliyê Findikî, Xelîfe Ûsiv, Şêx Diyaedîn (Navdarê bi Hezretê Norşênî), Mele Mihemed Emîn Heyderî, Mele Mihemed Liceyî, Mele Evdilmecîd, Mele Necmedîn Tengezarî, Mele Mûsayê Mizî û bi hezaran kesên wisa yên din...

b) Hin kesên di warê siyasî û serokatiya serhildanên kurdî de ku ji medreseyan rabûne, wek Şêx Ebdulahê Nehrî (1880). Kurê Ş. Ebdulahê Nehrî, Şêx Ebdulqadir (1908). Seyîd Taha Nehrî, Şêx Seîdê Pîranî, Mele Selîmê Hîzanî, Seyid (Şêx) Elî, Şêx Şehabedîn, Seyîd Riza, Şêx Mihemed İsayê Cibrî, Mele Hesen Hişyar û bi sedan kesên wisa yendin...

d) Hin kesên di warê olî, vêje, nivîskarî, helbestvanî û nijadperwerî de ku ji medreseyan rabûne, wek mamosteyê edeba kurdî Ehmedê Xanî (16511707), Mele Mehmûd Bazîdî (1797- ?..), Mûrad Xanê Bazîdî (1772-1832), Mele Seîdê Menşûr (Navdarê bi gundê xwe Norsê), Mele Şêxmûsê Hesarî (1903-1984) ku di sedsala bîstî de ji medreseyan rabûye û di helbestvaniyê de mora xwe li mêjû xistiye, herweha menşûrê bi nasnavê Cegerxwîn bû û bi dehsedan kesên wisa yên din...

Tiştê girîng ku bala mirov dikişîne; ew zatên giranbiha ku li jorê behsa navên wan hate kirin, pîşeya wan a asasî ger çi be jî, tev di nava gelê xwe de bi xeysetê mele, şêx û seyîd têne naskirin.

Belam herçiqasî bi rûxandina serhildanên Neteweyê Kurd re, ji 1925-an hetanî 1938-an medreseyên Kurdistanê jî gelekî rind para xwe ji hovîtî û xwînxwariya Komara Tirk girtibûn. Lê piştre dem pir neçû dewletê dîsan xwest ku wan medreseyan veke, da têxe binê baskên xwe û bi wan dijîtî li pêşberî azadîxwazên Kurd bike. Her çendî vekirina wan medreseyan li gor qanûna heyî qedexe bû jî, le dewleta Tirk hin bi hin fersend da ku vebin. Û piştî 1939-40-î li hin deveran vebûn û dest bi jiyanê kirin. Le belê weke caran dîsa jî her tişt bi tersê daxwaza dewleta Tirk hate gêrandin. Piştre ew medrese, di salên şêstî de, ji ber dek û dolabên dewletê, hem ji ber tengasiya rewşa demê, hinek jî ji ber rewşa nûjen a dinyayê hinbihin teqla xwe sist kirin û di salên heftêyî de vêca bi temamî ketin nava pêlên deryaya dîrokê û tê de nixro bûn.

Bêguman îro gelek xwenedayên Kurd ên nû hene ku zêde agandariya xwe bi rewşa wan medreseyan nînin ka ew medrese çewa bûn, xwendina wan bi çi awayî dihate meşandin û wê sazgehê bi çi rengî hewqas bi sedsalên dirêj xwe îdare dikir. Herweha pir kes hene ku meraqeke zêde jî dikin û dixwazin ku bizanibin ka ew medrese çi bûn, çi dikirin û çewa dilipikîn. Hin kes jî hene ku dixwazin li ser wan medreseyan lêkolîn bikin, rewşa xwendina wan derxînin holê û bi raya giştî bidin zanîn. Lê ji ber nebûn an kêmbûna agandariyên li ser wê yekê, karê wan şopgêran hîn bêtir dijwar bûye û gelekî zehmet dibe.

Ev yek jî eşkere ye, heta niha tu kesî yan sazgeh û rêxistikeke kurdî hewl nedaye ku li ser medreseyan lêkolîn bike û rewşa wê xwendina kevnare bi nifşên nû bide zanîn. Ev yek jî hîn eşkertir e ku çavkaniya welatparêziya kurdî, herweha piraniya serok û berpirsyarên serhildanên Kurdan çi şêx, çi seyid û çi jî mele bin ji wan medreseyan derketine û Doza Kurdî bi dest û dîtinên paqij her parastine û nifş bi nifş anîne, spartine êkdû, ta ku gihandine dema îro û xistine destên rewşenbîr û siyasetmedarên nûjen ên dewra vê cîhana medenî.

Erê her çendî ku ez dibêjim şêx, mele û seyîd, lê gelek axe, beg, mîr û maqûlên Kurd jî hebûn ku xwe ji wê şerefa bêtixûb bêpar nehiştine û berpirsyariya xwe ya dîrokî her bi cih anîne; di mêjû de ruyên xwe sipî dêrandine û şan û şerefa xwe bi Alaya Rengîn re hildane jorê.

Bêguman, çewa ku her welatek an her neteweyek li gorî tore, edet û rewşa xwe di demên bihurî de dixwendin û ku niha jî her wisa dixwînin, bi zimanê xwe dinivîsin û dipeyivin, li Kurdistanê jî bere her wisan bû. Lê ew xwendin ne xwerû bi zimanê kurdî, bi kurdî û erebî dibû, di ber de hindik farisî jî dihate xwendin. Û ew xwendin bi sedsalan jî her wisan domandiye, ta ku di salên heftêyî de xatirê xwe yê dawîn ji Kurdistanê xwestiye û koça xwe ji wir bi rê xistiye.

Lê mixabin niha ew rewş pir guheriye û ne mîna bere dimeşe. Ji ber ku Kurdistan di 1923-an de li çar-pênc welatan hate dabeşkirin û di çarîka sisiyan a vê sedsala bîstî de jî xasma ku dijminan giraniyeke zêde daxistin holê ku rojek berî rojekê zû Kurdan asîmîle bikin wan ji tore, ji zimên û binyata wan a kevn dûr bixînin her cûre xirabî kirin, dikin û niha metodên gemar ên nûjentir bi serê wan ve tînin. Lê her çi be jî dîsa Kurd ji ber ku xwediyê çandeke dewlemend in û li pêşberî zimanên biyanî pir bi rik û hişk in, tu carê dev ji zimanê xwe bernedane, toreya bay û bapîrên xwe neterikandine, timî li heyînên xwe yên dîrokî xwedî derketin û her jî derdikevin.

Belam piştî pejirandina ola îslamê ta bi çarika sisiyan a vê sedsala bîstî jî, kurdan her giraniya xwe dabû ser xwendina olî û di medreseyên xwe de bipiranî zarûkên xwe bi nivîs û zimanê erebî dane xwendin. Lê ew xwendina Qur'anê, ya Serf û Nehwê, ya Şerî'et, Hedis, Mentiq, Felsefe, Cebir û
gwd. Her çiqasî ku bi zimanê erebî dihatin kirin, lê dersdaran ew tev werdigerandine zimanê kurdî û dersa şagirdên xwe didan. Herweha çend pirtûkên ku xwerû bi zimanê kurdî -zaravayê kurmancî- ne jî bi dersîtî didane xwendin.

Tiştekî din ku zêdetir bala mirov dikişîne ev jî heye, ku nivîskarên piraniya wan pirtûkên bi zimanê erebî yên ku di medreseyên Kurdistanê de dihatin xwendin, Kurd bûne. Û ev rastî jî eşkere ye ku hewesa mele û feqiyên Kurd, zêde ji pirtûkên ku nivîskarên wan Ereb in re çênedibû.

Yek ji sedem û bendên yekemîn ku zimanê kurdî di rewşên hewqas zehmet de bi serbilindî heta niha jî ku xwe li pêşberî asimilasyona zimanên biyaniyan parastiye, bêguman ew medreseyên Kurdistanê bûne. Lewra di her dem û çaxan de zimên her hebûna xwe bi serfirazî daye nîşandan û ji nijadtiyê zêdetir xwe kiye zimanê ola neteweyê Kurd jî.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues