Tifa zik nexueşîke ji hemû nexueşya zef belabûyî ye. Ûrisêta padşetyêda her sal bi tifa zik bi çend hezarava merî nexueş diketin. Belabûna tifa zik gelek mezin û gewet dibe wextê xelayê û şera.
Salê şerê împerialistiyê da, bi başqetî sala 16-a û 17-a, tif fronta Kavkazê da gelek merî da mirinê.