La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zeviyên Soro


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1988, Stockholm
Préface : Pages : 313
Traduction : ISBN : 91-87096-03-X
Langue : KurdeFormat : 130x200 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 2178Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zeviyên Soro

Versions:

Zeviyên Soro

... Min demekê jî, miqale û nivîsên polîtîk ceriband. Lê bi awakî amatorî bûn. Tucara doza nivîskariyê nehate bîra min, ez ji vê yekê pir dûrim.

Lê belê, jiyan dewlemende, pir tiştan tîne pêşiya merivan. Dema ku em gelek kurd di girtîgeha Diyarbekrêde bûn, di navbera îdara girtîgchê û girtiyande gelek caran bûyerên ne xweş pêk dihatin. Îdara zîndanê li girtiyan zorbetî dikir, em jî li dij derdiketin. Cama jî girtiyên ciwan, "ciwantî' dikirin, bûyerên neçê dibûn. Carekê, di bûyereke wehade, hemû pirtûk û kovarên me ji dest me girtin û hemû tiştê çapemenî ji mere qedexe kirin. Tenê name me dikaîbû binivîsanda. Min jî herroj, bi mebesta nivîsîna naman kaxez kirîn û destbi nivîsîna vê romanê kir. Ev romana di destê wede, min di heşt mehada nivîsî. Zima nê romanê bi tirkî bû, min çiqas xîret dikir jî, zimanê min kevn bû, ez carekê wisa hîn bûbûm. Ez dizivirîm, min careke din roman dixwend û zimanê xwe nû dikir....


Pêşgotin

Ez tucara nefıkirîm ku ezê rojekê romanekê binivîsim. Lê belê min ji xwendina roman, çîrok û tiştên dîrokî hez dikir û di xortaniya xwe de, mînanî gelek xortan, min jî çend helbest nivîsîn.

Min demekê jî, miqale û nivîsên polîtîk ceriband. Lê bi awakî amatorî bûn. Tucara doza nivîskariyê nehate bîra min, ez ji vê yekê pir dûrim.

Lê belê, jiyan dewlemende, pir tiştan tîne pêşiya merivan. Dema ku em gelek kurd di girtîgeha Diyarbekrêde bûn, di navbera îdara girtîgchê û girtiyande gelek caran bûyerên ne xweş pêk dihatin. Îdara zîndanê li girtiyan zorbetî dikir, em jî li dij derdiketin. Cama jî girtiyên ciwan, "ciwantî' dikirin, bûyerên neçê dibûn. Carekê, di bûyereke wehade, hemû pirtûk û kovarên me ji dest me girtin û hemû tiştê çapemenî ji mere qedexe kirin. Tenê name me dikaîbû binivîsanda. Min jî herroj, bi mebesta nivîsîna naman kaxez kirîn û destbi nivîsîna vê romanê kir. Ev romana di destê wede, min di heşt mehada nivîsî. Zima nê romanê bi tirkî bû, min çiqas xîret dikir jî, zimanê min kevn bû, ez carekê wisa hîn bûbûm. Ez dizivirîm, min careke din roman dixwend û zimanê xwe nû dikir.

Piştî ku em ji hepsê derketin, du weşanxaneyên ku min nasdikirin, xwestin romana min, "Zeviyên Soro" bi navê "Soro'nun Topraklari” çap bikin. Lê belê, rengên grûptiyê li ser wan dostan hebûn, min nedixwast ku rengekî grûptiyê li ser min hebe. Lewra jî romana min çapnebûyî ma.

Piştî ku cunta leşkerî di 12-ê îlona 1980-ide dest danî ser îdara dew letê, ez mecbûr bûm ku ji welêt derkevim, min ew romana jî derxist. Ji bo ku piraniya kurdên Tirkiyayê rehet bixwînin, min dixwast ku ro mana xwe bi zimanê tirkî çap bikini. Lê belê hevalê min Hanefî Ce leplî bala min kişand ku vê roman bi kurdî çap bikim. Hanefi bi kur D digot: "Gerek herkes li gora taqeta xwe hewl bide ku çand û zima nê gelê xwe pêşde hibe. Di destpêkêde dibe ku tiştên gelekî giranbi ha ji destê merivan neye, lê paşê hêdî hêdî ev kêmasî ji holê radibin. Deynê hustuyê her rewşenbîrê kurd eve ku xizmeta çand û zimanê xwe bikin."
Ez niha li pêş we, sipasiyên xwe pêşkêşî Hanefi dikim ku ev tiştê girîng anî bîra min û min jî di salekîde, di nava karên xwe yên dinêde ev romana ji nûve bi kurdî nivîsand. Ji bo ku zimanê kurdî li Kurdistana Bakur zêde nehatiye karanînê, dema ku min destbi nivîsandinê kir, min dît ku ev kara çiqasî zehmete. Lê herweha ez pê hesiyam ku zimanê kurdî çiqasî dewlemende. Li welatê me, fi her herêmê zaravakê bi kar tînin. Ev yeka dewlemendiya zimanê kurdî nîşan dide. Min "Zeviyên Soro" bi zaravê Serhedê dinivîsî, hevalekî ku kurdî rind dizane, rojekê rûpelek ji romanê xwend û bi nîvhenekî gote min: "Kekê, M ku romana te bigre, gerek tu biçî mala wan û romana xwe ji wanre bixwînî." Lê dîsa jî min karê xwe berdewam kir. Çawa min li jorê diyar kir, ez doza nivîskariyê nakim û kêmasiyên min gelekin, k ez ji xwendevanan hêvîdarim ku van kêmasiyên min bêjin û binivîsin. Eger mecala min çêbe, ezê "Zeviyên Soro” bi tirkî bi navê "Soro'nun Topraklari” çap bikini. Ji çûyîna romanê jî té' xuyanê ku şerê "Zeviyên Soro” berdewame, ketiye rewşeke nû. Ez dixwazim wê rewşê" jî binivîsim, lê di nava karên rojînde wisa ne hêsane.

Nûrî Şemdîn




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues