PÊŞGOTIN
Zargotina kurdî xwedî dîrokek gelek kevn û dewlemendiyek pir mezin e. Bi hezeran sitran, helbest, çîrok û serpêhatiyên kevn, heta îro bi awakî devkî di nava gelê me de jiyane û gihiştine qirnê me. Lê, bêguman ji wê xezîna dewlemend bêhejmar berhemên hêja jî, hatine wenda kirin. Ji ber vê yekê; pêwîstiyek zor girîng heye, ku em wan perçên ji wê xêzînê û defina di nava gel de mane, bi metodek xezînegerî berhev bikin û wan ji wendabûnê xelas bikin. Ev kar û xebata, wê gelek quncikên dîrok, edebiyat û çanda kurdî rohnî bike û wê ziman û edebiyata kurdî ya nivîskî jî dewlementir bike. Lê, eger em di vî warî de dereg bimînin û di dema wê de vatiniyên xwe bî cih nînin, em dê ji gelek tiştên wê dewlemendiya hêja û giranbiha bê par bimînin.
Kolonyalîstên hov û şovenîst di gel talankirina dewlemendiya ser erd û bin erdiya welatê me, bi dijwariyek mezin erîşî ser ziman, edebyat û folklora kurdî dikin. Ew baş dizanin, ku neteweyekî bê ziman û edebiyat wek mirovekî ker û lal be û gelekî hêsantir e, ku wî bi vî awayî di bin nîrê koloniyalistiyê de bihêlin. Ji ber wê jî; ew bi vê dijwariyê êrîşî ser ziman, edebyat û bi awakî giştî çanda gelê me dikin.
Lê, herwek xuya ye, ev armanc û daxwaza wan heta niha neçûye serî û di dilê wan de bûye kulek mezin. Gelê kurd serî ji wan re netewandiye û natewîne. Ji bo ku ji bin nîrê bindestiyê derkeve û wek her neteweyên serbixwe li ser axa welatê xwe wek mirova bijî, bi sedan serhildan û berxwedanên bi rûmet daye; Bê hejmar law û keçên xwe di vê riyê de gorî kiriye.
Ev şer, di warê parastina ziman, edebiyat û zargotina kurdî de jî, bi dijwarî dom dike û roj bi roj gûrtir û moderntir dibe. Ronakbîr nivîskar, helbestvan û hozanên kurd yên bi rûmet di nava vî şerê bi şeref de, cihekî taybetî digrin. Xebat û têkoşînek giranbiha didin. Tevî ku zilm û zordariya dijmin û bê îmkanetiyê jî, wan mêrxasan li ser ziman, edebyat û folklora kurdî berhemên hêja afirandinin û diafirînin. Di warê nivisandinê jî, ziman û edebiyata kurdi roj bi roj bêtir pêş de dibin û dewlementir dikin. Pêwîst e, ku em vê xebat û têkoşîna hêja û giranbiha kêm nebînin û di vî beşê şerê tevgêra rizgarîxwaziya gelê kurd de, wan tenê nehêlin.
Yek ji wan helbestvanên bi nav û deng jî, Seydayê Tîrêj e. Lê, pir heyf û mixabin, ku heta niha dîwanên wî nehatibûn weşandin û di nava gel de nehatibû belav kirin. Eger em çend helbestên wî yên ji ali dengbêjan bûnin sitran bidin alîkî, wê gavê mirov dikane bi hêsanî bêje, ku gelê me ji tam û lezeta wan helbestên xweş, şêrîn û hêja bê par maye.
Seydayê Tîrêj, di helbestên xwe de, zilm û sitemkariya li ser neteweyê kurd, hoy û sedemên bindestiya gel û ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîstiya têkoşînek bi tifaq û canbêzariyek bê sînor bi hunermendiyek mezin û bi zimanekî şêrîn û zelal aniye ziman.
Mamoste Tîrêj, li ser riya helbestvanên berê yên klasîk dimeşe û helbestên xwe di vê şopê de dinivîsîne. Di vî warî de, ew weha dibê: " Ez li helbestê bi nezim, awaz, kafiye û naveroka wê dinêrim. Ev her çar tişt wê dikin helbest." Seyda, rûmet, ronahî û cewherê helbestê jî weha tîne ziman:
"... Ma rûmeta şi'rê çi ye, ne di xizmeta millet de bî Ronahiya şi'rê çi ye, pesnê welat ku têde nebî çi bikim ji wê şi'ra rijî, danigire sewda û mejî Derdê dil û can nakujî, çaxê ku cewher têd' nebî... "
Mamoste Tîrêj di sala 1923-an de li qeza Qamişlo, li gundê Nicîmê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Naîf e. Ew kurê Heso ye û ji malbatek hejar e. Gava ew dibe şeş salî, bavê wî mala xwe koç dike û li gundê Sêmitikê bi cîwar dibin. Tîrêj li wê derê û li cem Mele Birahîmê Golî, Quranê û çend kitêbên olî dixwîne. Wek gelek helbestvanên kurda, ew jî di medresa olî de dest bi xwendin û nivîsandinê dike.
Ew, di sala 1937-an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê dest bi dibistanê kiriye. Pênç salan li wê dibistanê xwendiye. Lê, ji ber mercên aborî xwendina xwe nedomandiye. Li wê derê, têkiliyên wî bi helbestvanên mezin Cigerxwîn, helbestvanên hêja û ronakbirên bi rûmet Qedrîcan û Nuredin Zaza re xurt bûye. Bi tesîra wan jî, evîna helbestnivîsandinê di dilê wî de şax daye. Bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbirên kurda, Seydayê Tîrêj jî, di nava rêxistina "Xoybûn" de cihê xwe girtiye. Li gel nivîsandina helbest û çîrokan, têkoşînek siyasî û bi rêxistinî jî meşandiye. Mamostayê mezin û bi nav û deng Cegerxwîn di dîwana xwe ya "Ki me ez" de, li ser Seydayê Tîrêj, bi navê wî yê rastî (Naîfê Heso) helbestek nivîsandiye û hêviyên hêja ji wî kiriye. Seydayê Cegerxwîn di wê helbesta xwe de weha dibê:
"...Ev xwendin û zanebûn Nêzîk dikin serxwebûn Xortên wek te pir zana Gerek bêjin; nezana Bira destên hev bigrin Di vê rê de em bimrin..."
Mamoste Tîrêj, li gel hinek kurteçîrokan du dîwan nivîsandiye. Navê wan "Xelat" û "Zozan" in. Ew, niha li Kurdistana Rojava ya Başûr dijî û helbestên hêja dinivîsîne. Em hêvîdarin ku jiyana wî dirêj be û berhemên hêja ji bo gelê me biafirîne.
Zinar Soran Çiriya paşi, 1990
Daxuyanıya weşanxanê
Ziman û edebiyat di jiyana her neteweyekî de cihekî zor girîng digre. Lê mixabin, dijminên welatê me nehiştine ku neteweyê kurd bi awakî azad ziman, edebiyat û çanda xwe pêş de bibe. Zilm û zordariya li ser gelê me, li ser ziman û edebiyata wî jî, dom dike. Ji ber wê yekê jî, ziman û edebiyata kurdî di warê niviskî de, zêde pêş de neçûye.
Wek tê zanîn, ji ber vê hov û sîtemkareya dijmin, gelek berhemên hêja bê ku di nava gel de belav bibin; ya ji alî mêtingehkaran ji holê hatine rakirin; ya jî, ji ber wê zilm û zordariyê nehatine weşandin. Îro jî, gelek berhemên weha û zargotiniyek gelek dewlemend di nava gel de heye. Loma jî, vatiniyek gelek girîng û pîroz e, ku em li ziman, edebiyat û kultura xwe bêtir xwedî derkevin û pişgirî û alikareya xwe bi wan mirovên ku di vî warî de dixebitin xurtir bikin. Bi vî awayî, em dê bikaribin ziman û edebiyata kurdî ya niviskî jî bêtir pêş de bibin û daxwaz û politîka dijminên gelê kurd ya di vî warî de, stewr bihêlin.
Em pir pê kêfxweş û serfiraz in, ku bi berhemek weha hêja dest bi jiyana xwe ya weşana pirtûkan dikin. Heta ji dest me bê, em dê pişgirî û alîkariya kar û xebatên weha bikin û bixwazin wan berheman bighêjînin destên xwendevanan.
Em zor spasî wan hevalên ku di amadekirina vê pirtûkê de alikareya wan gihaştiye me, dikin.
çile, 1991 |