La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kristafor Columbos

Auteur :
Éditeur : Date & Lieu : 1935-01-01, Rewan
Préface : Pages : 32
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 150x225 mm
Code FIKP : Lp. Ku. 314Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kristafor Columbos

Kristafor Columbos

Yêlêna Baxanovskaya

Neşra hukûmatê

Serkarê kal yê sefînê û Krîstafor Kolumbos runiştibun cem hev şerab vedixûerin.
- Erê, kalê digot, - ew çi ye kû?.. Ay, wextê em Hindistanê bun bi elbava me re kevrê biha tanîn dihatin. Min wêderê racak dît, yê ku ji mîrê wane piçuk bu, oda wî da her tişt ji zêr bu, te destê xûe kîjan alî bibra zêr bu.
Kolumbos serê xûe kirbu ber xûe, gûdarî dikir. Ne, kalê bi gemiyava gelek rêwîtî kiribu u çi bêjî kû nedîtibu. Dinya temam geryabu. Ew rêwîyê ser behra gelkî kevnbu.
Lê Kolumbos çi bu, ew hê teze bubu serkarê sefînê. Xên ji behra Ortedinyayî, ew tu tiştekî din nedîtibu. Qet carek jî ew Atlantîkayê da nebubu, ovkîan nedîtibu.
.....

HINDISTANA ZÊRÎN

- Lê Hindistan zef dure? – Kolumbos pirs kir.

- Ay, Marko Polo dû sal sovekarî kir, - kalê got û destê xûe hejand, - eh, çima ez bedilhewa xeber didim, yeke tû nikarî sovekariyê bikî û bigihîjî Hindistanê.

Lê Kolumbos ûsa dixûest bigihîje Hindistana bedew kederê ku kevrê biha bi elbava bêne, lê koşk û sera da jî her tişt ji zêre.

Rya dû sala

U her çar, wextê kû Kolumbos rastî Marko Polo dihat, miqîm dest pê dikir derheqa Hindistanê da xeber dida. Çiqas xeber dida, ewqas jî glîyê ecêb dibihîst derheqa wî welatî da. Kalê şro vedikir derheqa meymunê wê derê û derheqa emrê teyrutuyê wî welatî. Lazime ji ovkîanê derên, dora Atrîkayê bigerin û paşê timê ber bi rohlatê herin. Bona kû herin wêderê, dû sal lazime. Wextê ku Kolumbos evan xebera bihîst, ...

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues