La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şêxê Sen'anîya


Auteur :
Éditeur : Institut für Kurdologie Date & Lieu : 2003, Wien
Préface : Pages : 198
Traduction : ISBN : 3-902185-01-5
Langue : KurdeFormat : 145x210 mm
Code FIKP : Liv. K. L. K. A 1987Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şêxê Sen'anîya


Şêxê Sen'anîya

Feqîyê Teyran

Înstîtûta kurdzanîyê

Poêm cewhereke edebyeta kurdaye. Ew li sedsalîya XVI bi destê hilbestvanê klasîk Feqîyê Teyran hatye nivîsîn. Hilbestvanê payaberz poêma xwe ser evîna sofîkî berketî û buhurtî Şêxê Sena'nîya nivîsîye. Evîna alav û bê bergeh kalamêrê heftêsalî ber dijwarîya nade rawestandin. Şêx bi berxudana mezin pîrozîya evîna xwe îzbat dike û dighîje mirazê xwe.

Hêz û bandûra nivîsara Feqîyê Teyran xwendevana bê teref nahêle, dilê wana disoje. Bin bandûra vê alavê, hilbestvan Ġemgîn poêm bi hunera nezîrîyê nitirandye û ducarî berfire kirye.



PÊŞGOTIN

Serekanîya edebyeta gela divê di zargotina wanda bigerin. Zargotina gelêrî (Folklor) bi dirêjaya dîrokê bûye neynika jîyan û bîrûbawarîya gel. Wî zanistî, dinênasîn û hunera zimanê kal û bava parastîye. Rojê meda jî ew xezîneyeke jîyandare. Folklor ji k'ûraya dîrokê tevî pêşwaçûna jîyana şaristanî, bûye bingeh û çavkanî ji bona qedemgirtina edebyetê. Bi heqî zana û pisporên edebyetê, wek edet destpêka wê bi zargotina kevnareva girêdidin.

Ev yek raste, ji ber ku zimanê gelêrî, dewlemendîya fikira hunerbilind, komplêksên navarokî (têmatîk), bi sedan sala ji bona silsilên hilbestvan û çîroknivîsên dewranbirîra, wek rûbara têrav, bûne kana ruhdarbûnê, bûne kîllera bihêzkirina zimanê edebyetê. Zargotin çiqas bi hêz û xurt bûye, awqas mezin bûye bandûra wê li ser edebyetê.

Bandûra edebyeta zar ya gelêrî , li ser edebyeta gelê kurda ya klasîk gelekî bihêz û berfire bûye. Dastan û çîrokên mêrxasî-êpîkîyê û yên lîrikêpîkîyê bûne bingeh ji bona hûnandina poêmên “Mem û Zîn” a Ahmedê Xanî, “Şêxê Sen'anîya” ya Feqîyê Teyra, “Leyl û Mecnûn”a Haris Bitlîsî, “Ûsib û Zelxe”ya Selîm Silêman û gelekên mayîn.

Li dîroka edebyeta kurdî, ser pirsa peywandîya navbera folklorê û edebyetê du bizavên giring xuya dibin, yên ku berbirî hev dimeşin: Ya pêşin ewe, gava folklor berbi edebyetê tê. Yanî, folklor li ber xizmeta edebyetêye; Ya duda, gava edebyet berbi folklorê diçe. Yanî, nimûneyên edebyetê li folklorê cî digrin. Di vê pêvajoêda edebyet du bergehada jîyandare, him di bergeha nivîskîda, bi rengê destnivîsa (forma tradîsîon) û him bi devkî: gava nimûneyên edebyetê bi rengê dastana û hilbesta li nava gel bi zar tên parastin, lê belê, jîyana wana bin bandûra tradîsyonên zargotinê, gorî şertên wê têne guhastin. Vira em bizaveke şûndavegerê dibînin, gava mînakên edebyetê ji forma nivîskî vedigerin ser rewşa zargotinê. Pêşdahatina vê taybetmendîyê divê em di nava jîyana gelê kurdda bigerin, bi wan bizavên sosîal-abûrî û kultûr-îdîologîyêva girêdin, yên li dewr û zemana rêberê jîyana gelê kûrde dijwar bûne.

Rewşenbîrya gelê kurd sedan sala di qalibekêda hatîye çarçovkirin, yek wê mecbûr kirye rengawaza xwe bin bandûra zimanê bîyanî bistîne û jîyana xwe ser rêrişmên xerîb bimeşîne. Fikirdarîya olparastinê, vêra girêdayî gele nexş û nîgarên rabûnrûniştin û kûltûra xerîb (ya bêdwînên qûmistana), bûne serpêç û mecbûr kirine, ku kurd wê ji xwera bikin kiras, ber kin û wek milk biparêzin.

Gavên pêşin li meydana rewşanbîrîyê, li nava hemû gela, ji xwandinê û nivîsarê destpê dibin. Kurd mecbûr bûna xwandina xwe ji Qur'anê destpê bikin, bi zimanê erebî û bi herfen erebî gavên pêşin bavêjin. Bi vê taybetmendyêva perwedebûyî, ji kevnedemva edebyeta kurdîye klasik serê xwe rakirye û qedem girtye. Edebyeta kurdî, ku erebîziman nîbûye, tevli jîyana oldarîyê, bîr û bawarîya oldarîyê ya nû, (bilî çand û çivaka wê ya êtnîkî) ser bingeh û koka xwe yê berê, serbixwe, hê berî peydebûna îslamê serî rakirye û karibûye di çarçova îslametîyêda, bi rîya sûfîzmê xuyîtîya xwe biparêze.

Sûfîzm bi xurtî nava jîyana gelên îranî, zêdezêde di nava gelên faris û kurdda bela bûye û cî girtye. Wî bingeheke fire vekir, ji bona ku tradîsîonên kevn yên edebyetê û parastinên kevn di qalibekî nûda jîyana xwe bidomînin.

Sûfîzm di nava edebyeta kurdîda dû çivakên bingehîda rîçalên xwe avîtye, yek di nava xelqê kurde, ku îslametî qebûl kiribû û ya dinê di nava kurdên ku îslametî qebûlnekiribûn, yan jî bin sîya îslametîyêda xuyîtîya xwe diparastin. Wek em zanin, edebyeta kurdaye klasîk li çivaka pêşin ava bûye. Sûfîzm nava çivaka duda (nava kurdên êzdî, kekêyî, ehlîheq), li edebyeta oldarîyê cî girtye. Eşkereye, ku kurdên êzîdî, kekêyî û ehlîheq xweyê çivaka taybetîne û ewana fîlosofîya ola xwe bi devkî parastîye û ji nava sedan sala anîye gîhandine dewra me. Pareke mezin ji vê çandê hê xefî maye, venebûye, lê kelepûra kurdên êzdî, îro, bi destê rewşenbîrên êzdî, vebûye û, wek em dibînin, edebyeteke gele hêjaye. Çevlêgerîna sivik jî li ser edebyeta klasîkê kurda û edebyeta êzdîya ya oldarîyê (qewl û beyta), berhevdana wana, eşkere dike, ku ewana bi têmatîk, şêwe, ziman û têrmînologî, bi hemû awayî, bi tradîsyonên edebyeta sedsalên navîn, bi hevva girêdayî bûne û bingeha wana yek bûye.

Praktika meye berevkirina zargotina kurda li nava kurdên êzdî eşkere kir, ku gele mînakên ji rêpêrtûara zanayên zargotinê, şêx û pîrên êzdîya, wek şaxên “Şêxê Sen'anîya”, “Usib û Zelxe”, “Leyl û Mecnûn”, “Zembîlfîroş”, “Beyta Hespê Reş”, “Beyta Xanê Kurda - Dim-dim” û yên mayîn, ji edebyeta klasîk derbazî nava êzdîxanê bûne, nava wanda bi fireyî ci girtine û jîyandar mane.

Edebyeta bi zarparastî çend taybetmendîyên lîtêratûrî jî bi xwera anîye: bendên qewl û beyta (êzîdî jêra sebeq divêjin) sê xiştîne. Hersê rêz bi hang û bangava hevva girêdayîne. Peyvên rêza sisya, dibe bingeh ji bona avakirina benda dûhatîra, lê belê ser hangakî cude. Her usa heta dawîyê. Bi vî awayî bend sebeq wek morîya nav torekê bi hevva girêdayî dimînin. Kûvîkirina (bîrkirina) benedekê hemû girêdan têk dide. Ji ber vê jî şêx, pîr, ya zarbêj, mecbûr bûne hemû sebeqên qewla û beyta bi hev girêdayî di bîra xweda xay bikin. Guhastina sebeqa, rêza yan jî peyva li nava qewl û beyta gunehbarî bûye. Qewl û beyt bi mêlodîya taybetî strane.1 Wek mera nase hilbestên klasîkên kurda, ku ji ser deftera derbazî nava gel bûne û bi zar hatine parastin, ewana jî bi piranîya xwe bi stran hatine qedandin. Strane hilbestên evîndarîyê, ser fîlosofîya sufîtîyê. Nivîsarên Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Feqîyê Teyran li gele herêma heta naka jî bi awaz, bi stran dibêjin. Distrên bi dengekî rehet, ne bi lez û bi mêlodîya sade û hêsa.

Îro di nava zargotina kurdada pareke taybetî peyda bûye, ku raste em wê nikarin wek janr, malbateke folklorî nav bikin, lê jîyana wê bi hine şert û şirûtên zargotinêva girêdayîye. Ji ber wê jî em heq digrin ser xwe, derheqa wanada wek bergeheke nêzîkî zargotinê biaxivin. Poêm yan hilbest gava ji edebyeta klasîk cîguhêzî nava zar zimanê gel û zarbêja dibe û jîyana xwe di zargotinêda bi serbixweyî dimeşîne, bive neve nava dem û dewrana, hêdî hêdî bandûra şertên zargotinê li ser wê zêde dibeû ew ji eslê xwe, maknivîsarê dûr dikeve, dikeve ber meqesa zarbêja, yên ku bi xwe hilbestvanên gelêrîne, raste, bêxwandinin, lê şuieta hilbestvanîyê bi wanara heye. Bi vî awayî di nava salada dora poêmekê, yan hilbestekê şaxê wê peyda dibin, hang û bangê wana gorî ziman û hangçêkirina hilbestên gelêrî, tên guhastin.

Bûye edet, em gava ser edebyeta kurda diaxivin yan dinivîsin pêşîyê navê sê hilbestvanên kurdaye bi navûdeng bîr tînin, navê Melaê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ahmedê Xanî. Hersêk berzeçîyayên edebyeta kurdaye neteweyîne. Dora navê wana temamîya bînaya edebyetê ava bûye. Hersê hilbestvanên klasîk bi mîrata xwe ya edebyetê ji hev gele cudane, bandûra her yekî ser pêşdaçûyîna edebyeta klasîk bi taybetî û cudaye.

1. Melayê Cizîrî - hilbestvanekî lîrîk, rewşenberze. Ew zanayê ziman û edebyeta gelên cînar bûye. Hilbest nivîsine usa jî bi farisî, erebî. Zanistya ênsîklopêdîk pêra hebûye: zanayê stêrnasîyê, bizîşkya gelêrî (hekîm) bûye, gihîştye fena cengewarîyê, zanistîya gêografîyaê û dîroka Rohilatê. Hostayê ulmên têologîyayê (ulm al-lahût), poêtîkayê (al-a'rûz, al-nezim) û rîtorîkayê (al-balaga, al-bayan) bûye.2 Hilbestên wî, yên bi sûfîzmê perwedene, bi giranî ser evînêne. Wî jîyana xwe wek hilbestvan li Cizîrê, bi dostanîya malbata mîrê Cizîra Bota, derbaz kirye. Nivîsarên wî demeke dirêj milkê kurdên xanedan û xwandewara (şêx, mele, feqe, mîr û mîrze) bûne.

2. Feqîyê Teyran (Teyra) - hemdemê Melaê Cizîrî bûye. Hilbestvanekî fîlosof û lîrike. Hilbestên wî yên naskirî ser filora û faûna Kurdistanêne. Ziman û teqla nivîsarên wî nêzîkî zimanê gel, yê folklorî bûne, ruh û bîrbawarîya gel dîhar dikin.3 Dewsa peyvên erebî zêde peyvên kurdî bi kar anîye. Ji ber wê jî hilbestên wî zû bûne milkê gel, di nava xelkêda bi zar geryane.4 Li ser jîyan û hilbestên Feqîyê Teyran di nava gelda gelek lêgênd çêbûne.

3. Ahmedê Xanî - xudanê nivîsara nemir, ya herherê, poêma Mem û Zîn e. Ew, cewahireke fena edebyetêye û ji ber ku bi ruhê xwehisîna bîrûbawarya neteweyî û serxwebûnê hatye vehûnandin, bûye heykela netewayî. Hilbestên Xanî di nava gel bi nivîsar geryane. Mem û Zîn di nava kurdada him wek dastan û him wek beyt hatye parastin. Şaxên gelêrî ji nivîsara Ahmedê Xanî gelekî dûrin, lê eşkereye, ku dastana êpîkî ya gelêrî ji hilbestvanra bona nivîsara Mem û Zînê bûye bingeha ruhdarbûnê.

Hersê hilbestvanên jorgotî, heryek bi taybetîya sêwirandinên xweva goveka edebyeta kurda ya klasîk dadigrin.

Cî û rola hilbestvanê navgiran Feqîyê Teyran di edebyeta kurdîda taybetîye. Li nava klasîkên kurda, bawar bikî, navê Feqîyê Teyran yê here belabûyîye. Sêwirandinên wî di hemû çivakên kurdîda nêzîkî dilan bûne û cîyê xwe girtine.
Sûfîzm, wek me berê jî got, cîyê xwe di edebyeta kurdîda girtibû, lê cem Feqîyê Teyran hisa romantîzmê, û abstraksyonîzmê qelse. Hilbestvan geryaye nava tebyeta Kurdistanê, nava mitalê xwe û xem xîyalên xwe ji av û kanîyara, ji teyr û tuyara gotye. Dema pesnandina “husna hebîb” hilbestvan hemû dîdemên himberkirinê ji tebyeta Kurdistana xwe digre. Tebyeta rengîn ber dilê hemû kurda şîrine, ji ber vê jî, axîn û nalîna Feqîyê Teyran yekser dilê her kurdekî dihingive.

Dîwana hilbestên Feqîyê Teyran hê nehatye dîtin. Hilbestên wî, yên ku heta naka ji destxetên cûre-cûre hatine bergirtin û civandin, negelekin. Berhevkirên nivîsarên Feqîyê Teyran rewşenbîrên kurd ji Dihokê Seyîd Dêreşî û Pêzanê Elîxan li sala 1989 di dîwana çapkirîda 10 hilbestên wî cîwar kirin,5 lê Xalid Sadînî li dîwana nû çapkirîda (sala 2000) 24 hilbest weşand6 Hilbet, eva destpêka kara civandina kelepûra hilbestvane. Bîstûçar hilbest himberî piranîya wan hilbestana, ku di nava gelda bi devkî digerin, hindike, lê hema bi xwe şadatîya heyîna hilbestên pirjimar didin û popûlarîtêta hilbestên Feqîyê Teyran eşkere dikin. Di nava gelda bi zar bendên sêxişt digerin, yên ji hilbestên wî qetyane û wek şîret, gotinên pêşya tên karanîn. Birre gotinên Feqîyê Teyran oldarên êzdîya, wek sebeqên nesîhetê, wek qewlên nesîhetê, di nava civatada divêjin, ji bona ku xelqê êzdî bi wan şîreta rabe û rûne.7

Sertaca sêwirandinên Feqîyê Teyran “Şêxê Sen'anîya”ye. Poêm li ser evîna sûfîkîye, ser şêxê Sen'anîyane, ku di Rohilata Nêzîk û Navînda bi nav û deng bûye. Lêgênda ser evîna wî, di dema xweda gelekî belabûyî bûye û li nava gelên Rohilatê geryaye, ji alîyê hilbestvan û sûfîyên wê demê bûye bingeha nivîsarên wane vekirî û hilbestkî. Cara pêşin navê wî şêxî li nivîsarên 'Attarda rast pê tê.

Ferîd el-Dîn Muh'emmed bin Îbrahîm 'Attar hilbestvanê farisaye mîstîk bû. Ew li destpêka sedsalîya XII ji dayka xwe bûye. Sed salî zêdetir jîye û gorî nivîsandina çend destnivîsên kevn, ew li bajarê Nîşapûrê di salên 20-30-î ya sedsalîya XIII bi destê mongola hatye kuştin.8 'Attar xudanê gellek berhemane. Bandûra nivîsarê wi li ser edebyeta sûfîyên ji gelên cînar, bi taybetî yên bi zimanê turkî, kurdî û yên mayîn, mezin bûye. Hine destnivîsên wî deng dane û çawa di edebyeta kurdî ya klasîkda, usa jî di qewl û beytên êzdîyada cî girtine. Bi taybetî poêma wî ya “Mentiq et-teyr”, ku ji gelek çîrokên cûrbicûr (hikayet) ava bûye, naskirî bû. “Ensîklopêdîa îslamê” ser vê poêmê dinivîse: “Manfîk al-Jayr ßdakämät al Juyür): grandiose poetic eleboration of the Risälat al-Jayr of Muhammad or Ahmad GhazzälT.”9 Têmatîka nivîsarên ' Attar di edebyeta kurdîda (poêma “Şêxê Sen'anya”, “Qewlê Cimcimî Sultan”, “Qewlê bilbil miskîno”, “Qewlê Îbrahîm Edhem” û yên mayîn) cî girtine.

Dema axaftin tê ser poêma “Şêxê Sen'anîya”, divê em bêşikber ser pirsa bandûra 'Attar ser Feqîyê Teyran rawastin. Navê 'Attar di poêma kurdîda, wek demhevalê Şêxê Sen'anîya tê gotin.10 Feqîyê Teyran di poêmêda jêra firaksyoneke taybetî belû kirye: Şêx 'Attar tevî 500 mirîda diçe pey şêxê ji evîna keça xaçparêzî sewdeser û wî ji xerîbîyê vedigerîne. Hübet bêbingeh û bêmane nîne ku Şêx 'Attar di poêma Feqîyê Teyranda cî girtye.

Çîroka ser Şêxê Sen'anîya di nava Kurdên Îranê jî gelekî naskirîye, bi taybetî li herêma Mûkrîyanê, derdora Mehabadê. Kurdzan Qadir Fattahî Qazî li sala 1967 li Înstîtûta Dîrokê ya şaristanîya îranî, nava şirdanga Pirtûkên Fakûlta kûltûrî ya Tebrizê, bin hijmara 5 pirtûkeke taybetî ser Şêxê Sen'anî çap kirye11. Bingeha vê nivîsarê du destnivîsên kurdîne (ser zaravê mukrî). Dema nivîsara van destnivîsa eşkere nîne. Usa jî naê gotin, ka ew herdu beytana folklorîne, yan xudanê wana heye. Qadir Fattahî Qazî di pêşgotina pirtûka xweda ser şexsyeta Şêxê Sen'anîya disekine. Ser bingeha çavkanîyên dîrokî û lêkolînan, ku li ser vê pirsê hine zanîyar navdar bûye. Dema jîyana vî şêxî ûdîroka bûyîna wî di vê pirtûkêda xuya nake.12

Berhevdana nivîsara Feqîyê Teyran bi pirtûka ji Mehabadê dîyar dike, ku zimanê şaxên Mehabadê ser tradîsîona folklorî hatye vehûnandin û dûr nîne, ku ewana wek beytên dewrêşa jîyandar bûne. Çîroka ser peywendîya şêxê Sen'anîya û Ebdul Qadir Gêlanî13 yek di şaxên destnivîsên Mehabadêda hatye gotin, nava şaxên poêmêye folklorî (bi zarava kurmancî)14 û di poêma Feqîyê Teyranda tune. Ev yek me dide bawarkirin, ku herdu destnivîsên Mehabadê di nava kurdên ser terîqeta Qadirîyê peyda bûne û nav wana jîyandar mane.

Bêguman li dûarojê, bi rîya berevkirina nimûneyên zargotinêye, wê şaxên nû û balkêş ji herêmên Kurdistanêye mayîn jî peyda bivin. Îro tiştek ji mera xuyaye, ku serpêhatîya Şêxê Sen'anîya û evîna wî ya mezin ser dota xaçparêz (di şaxekêda ew keça gurcîye, di şaxeke dinêda keça ermenîye15) di hemû herêmên Kurdistanê belabûyî û naskirî bûye.

Ji ber çi jîyana sûfîkî,16 şêxê îslamîyê, ji hemû kurdara, him ji kurdên musulmanra û him jî ji kurdên êzdîra, bûye lêgênd, bûye nimûneke jîyana dînparêsekî xoşewîst?

Bi dîtina min, jîyana sûfîya di dîrokêda ji alîyê hemû xelqê xudênas wek rûmet û bi rêz hatîye nirxandin. Qedr û qîmeta wana li hemû dera bilind bûye û ser wana tim axaftine, çîroka gotine û efsena hunandine.

Îranîstê rûsaye navdar Yê. Ê. Bêrtêls gava nivîsarên du hilbestvanên Rohilatêye mezin Navoyî û Ettar ser poêma Şêxê Sen'anîya himberî hev dike, divêje: “Çîroka ser Sen'anê, xên ji forma xweye bedewetîyê ya bêhempa, nirxa wêye mezin jî heye. Ew îdêa sûfîzmê ya bingehîye, ku serhevda guvaştî hatye nivîsandin - ew mihobûna 'ez'ê şexsîye di 'ez'ê
kosmîkîda".17

Bandûra sûfîzmê ser ola êzdîya mezine. Doktrîna êzîdîzmê bi çarşeva bîrûbawarîya sûfîzmê hatye nixamtin. Eger em dewr û jîyana xas û buhurtîyên êzdîya lêbikolin, emê bibînin, ku wana hemû taybetîya jîyan û bîrûbawarîya sûfîya û sûfîzmê bi xwera anîye nava çivaka kurda. Bi xwe sûfîzm ser erdê Kurdistanê bi fireyî bingeh girtibû û li serenserî xaka kurda rîçalên jîyandarîyê avîtibû. Bi sedan hezar kurd mirîdên sûfîya, bi tundî piştovanîyê li wan mêrçekan kirye. Ji vir dûr nîne makkirina pirsa, gelo çima serpêhatîya Şêxê Sen'anîya nava kurda, bi taybetî nava kurdên êzdî, wa bi zêndî maye.

Şêxê Sen'anîya bi kurdî çend cara çap bûye û hatye wergerandin. Hilbet, her çapkirinek destanînek bûye û giringîk pêra hebûye.

1. Cara pêşin poêm li sala 1965-a li Moskvayê bi navê "Şêyx San'an" çap bûye. Têksta berhevdayî, werger, bervedan û pêşgotin M. B. Rûdênko nivîsîne. Ji bona amadekirina têksta berhevdayî ber destê M. B. Rûdênko çar destnivîsên poêma Şêxê Sen'aniya hebûne, yên li Pirtûkxana neteweyî ya ser navê Saltîkov-Şçêdrîn li bajarê Pêtêrbûrgê dihatin parastin Evan destxetana rohlatnas, dîplomat Avgûst Jaba dora sedûpêncî sal berê, dema ew li Erzerûmê konsûlê Rûsyayê bû, civandibû û bona parastinê şandibû Pêtêrbûrgê. Tevli wê, ko M. B. Rudênko têksta poêmê ser asasê van destxeta berhevdabû, dîsa poêm bi kêmbûna beyta çap bûye. Vê yekê hêja Rûdênko bi xwe divêje: “Ji wê ko têksta kamil heye, em dikarin texmîn kin ji gotina Sotsîn, ber destê wîda destxetek hebûye ji 334 beyta, lê têksta ku çap dibe ji 313 beytane.” (r.ll) Wek şertekî zanyarîyê M. B. Rûdênko binya her rûpelî cudatîya peyva, rêza, yan beyta, yên ku li navbera wan çar destxeta hebûye, yekoyeko îşaret kirye.18

Xizmetekî hêjayî pesindayînêye, ku tevî têksta poêmê, ku bi kurdî ser herfên erebî çap dibû, M. B. Rûdênko wergera poêmê li ser zimanê rûsî jî raberî xwendevana kir. Raste ji ber dijwarîya ziman û ji hevketina hine peyva cî-cîya wergerandin çetin bûye û çend rêz vala mane, lê bi giştî wergerandin bi hostatî û bi lewzekî rûsîye berz û akadêmîsî bi cî anîye.

M. B. Rûdênko di vê çapêda bala xwe daye ser nimûneyên poêmê, yên ku di nava zargotina kurdîda belabûyî bûne. Li dawîya pirtûkê, wek paşkok wê şaxeke Şêxê Sen'anîya folklorî bi wergerandina ser zimanê rûsî amade kirye.

2. Pirtûka Rûdênko Memo Yetkîn sala 1986 li Stokholmê bi tîpên latinî (bê wergera ser zimanê rûsî), careke dinê çap kirye. Di vê pirtûkêda wûtarek, ku Makkênzî ser Melaê Cizîrî û Feqîyê Teyran berî hingê nivîsîbû, bi wergerandina ser zimanê kurdî cî war kirye. Prof. Qanatê Kurdo jî wûtareke taybetî wek pêşgotinek ji vê çapêra nivîsîye.

3. Destxeteke kamil, ji 361 beyta, ku sala 1985 li Sûryayê ketibû destê min, min bi tîpên kîrîlî li ser rûpelên rojnama “R'ya t'eze” çap kirye.19

4. Berevoka hilbestên Feqîyê Teyran û poêma “Şêxê Sen'anîya” ser tîpên latînî înstîtûa kurdî ya Stembolê, bin navê “Ey avê av. Şêxê Sen'anî” çap kirye.20 Têda hilbestên ku Seyîd Dêreşî û Pêzanî Elîxan li ser tîpên erebî çap kiribûn, cîwar kirine. Wergerên ser tîpên latînî M. Reşîd Irgat û Mela îsmet Kiliçaslanin. Poêma “Şêxê Sen'anîya” (357 beyt) M. Reşîd Irgat ser asasê çar destnivîsên berdest kamil kirye. Daxawa înstîtût poêm bê şertê zanstîyê çap kirye. Nexuyaye cudatîya destxeta. Têkstda gele peyv rast nehatine xwandin.

5.Çapkirina dawî ya Xalid Sadînîye.21 Pirtûk dîyarî jîyan, helbest û berhemên Feqîyê Teyrane. Xudanê pirtûkê, demeke dirêj, hemû çi ku ser jîyan û berhemên hilbestvanê kurd hebûye û ketye ber destê wî, bi xemxurî civandye û li pêşîya pirtûkê lêkolîneke berfîre wek pêşekî, raberî xwendevana kirye. Cara pêşin 24 hilbestên Feqîyê Teyran, tevî poêma "Şêxê Sen'anîya" (363 beyt), bi rêk û pêk di vê pirtûkêda bi tîpên latînî cî girtine. Xalid Sadînî poêm li ser bingeha du destnivîsa: ya M. B. Rûdênko û mînakeke tam, çapnebûyî, yek ji Zeynelabidîn Amêdî girtye,22 bi prînsîpa berhevdana cudatîya herdu destnivîsa ava kirye.

* * *

Çiye sebeb, ku me hêja dît Şêxê Sen'anîya careke dinê çap bikin?

Di qonaxa îroyîn ya lêkolîna edebyeta kurdîda, yek ji girigtinn daxazên rojane, peydakirin û çapkirina sêwrandinên klasîkên kurdaye nenase, bi dewlemendîya şaxava. Rewşa sîyasîye tûj (carna jî rewşa tragîk) eva 40-50 sale bênavbirî li hemû parçê Kurdistanê, bûye rêberê jîyana kurda. Karê lêkolîna dîrok, edebyet û kûltûra kurda bi çetinayên mezin û xeterava girêdayî bûye.

Bombabarankirina gunda û bajara, wêrankirina mal û şênîya, dêportasya xelqê (koçberîya mecbûr) û valakirina herêma - ev hemû goristan vedane ji bona binerd kirina heyîna kurda, mîreta şaristanîya Kurdistanê – bi giştî, û ji bona destnivîsên kevn û dokûmêntên dîrokî - bi taybetî. Ji ber vê jî peydakirin û çapkirina her mînakeke edebyeta kurdaye klasîk, divê bive bar û borcê her întêlêktûalekî kurda.

Her tenê li van çend salên dawîyê, bi destê zana û pisporên çanda kurda, rêza navên hilbestvanên klasîk bi dehan nava zêde bûye. Di vê bergahêda mezine rola rewşenbîrên kurd li herêma Kurdistana azad (li Iraqê) û li Yêvropaê. Bi çapkirina berhemên hilbestvanên klasîk rê vebûye ji bona bi kûr û fire hînbûna gencîna gelê kurda ya nivîsar, mecal çêbûne ji bona tradîsyonên lîtêratûrî, jîyan û karê medresên lîtêratûrî nas bikin, rê û rişmê fîlosofî yên van medresa vekin, stîl û zimanê hilbestvana yek bi yek bervedin.

Çapkirina vê destnivîsarê daxwazeke, ku parçekî vê valabûnê tije bibe. Ev şaxa nû ya poêma “Şêxê Sen'anîya” balkêşe bi taybetîkêva: cara pêşine ku poem bi rengekî nû, bi cil û bergê vehûnandina nûva, raberî xwandevana dibe.

Di tradîsyona edebyeta gelên Rohilata Nêzîk û Navînda prîom-feneke (hûnereke) lîtêratûrî heye, ku jêra dibêjin nezîrî yan jî munezere. Nezîr ... (pl. ...) , munazere ... peyva erebîye, ku li farsîda jî kar tînin bi mena: mîna, weku, angorî, çawa û h.w. Nazîrî divêjin ji nivîsarara, gava hilbestvanek nivîsara yekî din (hîmlî nivîsarê klasika) dixûne û bin bandûra hûnera wî, ser her rûperî beytên xwe zêde dike, usa ko kompozîsya û navaroka nivîsarê neşkê, dike ku nivîsara wî jî di nava poêmêda bihele, bighîje dereca makê, bive mîna wî û wek maknivîsarê bê xwandin. Ev têrmîn li zimanê kurdî jî heye, bi kurmancîya behdînanê jêra divêjin berêkanê, lê bi soram pêşbirkî.

Daxwaz ji bona nivîsara nezîrîyê peyda dibe, gava hilbestvanê duda, bin bandûra hunera nivîsarê, ji jîyana rêal diqete, dikeve nava navaroka nivîsarê, tevî bûyara dibe, bi hisên xwe bi mêrxasên poêmêva dibe yek.

Tradîsîona nezîrîyê di nava edebyeta Yêvropayê ya klasîkda jî rast pê tê. Zanayê edebyeta rohilatêye klasîk li sovêta berê Î. S. Bragînskîy di pirtûka “Mîrata îranîye edebyetê” dinivîse, ku gelek nivîsarvanên roavayê yên xweyî şuret, gava ser têmayên hazir ji edebyeta antîk dinivîsîn fena nezîrîyê kar danîn. Mesele Gyotê, şaîrê almanayî klasîk di nivîsara xwe ya “îfîgên li Taurîsêda” (Ifphigenie auf Tauris), fena nezîrîyê kar anîye.23

Şaxa poêma Şêxê Sen'anîya, ku li vê pirtûkê çap dibe, bi cûrê nezîrîyê hatye nivîsandin. Ji ber wê jî ser 362 beytên Feqîyê Teyran 339 jî zêde bûne û bi giştî bûne 701 beyt.

Destnivîsara poêmê kevn nîne, gelekî bi rêk û pêk hatye bergirtin.24 Di vê destnivîsarêda beytên 244-261, 270, 279, 287-288, 324, 351, 551, 560, 596, 592-593, 597-612, 640, 658 û bi taybetî dawîya poêmê: parça texellûsê (beytên 695-701) bi destê xerîb, bi nivîsareke necuwan hatye serda zêdekirin. Beytên texellûsê evin:

Sala heyşt û sifir, çar û yek, Ġemgîn nivîsî ev reşbelek,
Min pêra kêşa ev gîre, li ser gezalê Feqîhê Teyra.

Ev sehîfene nehferdin, li pey hevdu li yek erdin,
Her pêncê pêş yê wînin, her çarêpaşyê Ġemgînin.

Hinekji wan rûpela, ji ewil heta ya talî,
Ġemgîn bi tab û bela, rûpel nehişte xalî.

Hindîgîya û dar û ber, selewat li ser pêgember,
Her subh û her êvar, estegfir û istagfar.

Ji van herçar beytên balkêş xûya dibe: 1. Wekî navê hilbestvanê ku nezîrî nivîsîye Ġemgîne. 2. Ġemgîn ser her rûpelî, pey her pênc beytên Feqîyê Teyrane pêşin, çarên xwe zêde kirye. 3. Dema nivîsarê sala 8041-e. Heger em ev demsal berûpaş bixûnin, dibe sala 1408ê Hîcrî / 1987ê Mîladî (!?).

Kîye Ġemgîn? Em nizanin. Dûr nîne, ku ew hemdemê me bûye û temenê kalbûnêda bûye. Wek hilbestvan navê Ġemgîn di edebyetêda nehatye naskirin, lê şureta wî ya hilbestvanîyê ber çavane. Tiştek ji mera bêşike, ku Ġemgîn zanayê edebyeta kilasîk bûye û bi taybetî ew aşiqê poêma Şêxê Sen'anîya bûye. Gorî şedetîya Ġemgîn, ser her rûpelî, wî pey her pênc beytên Feqîyê Teyran, çarên xwe zêde kirye. Rûpelên pêşin heta  rûpela 30 waye, lê paşê gele cîya Ġemgîn bi kela dilê xwe ji çara jî zêdetir nivîsîye, wek divêjin, serê hespê xwe berdaye.

Pey texellûsê sê beytên din jî serda hene (699-701), ku bi xisûsyeta edebyetêva girêdayî nînin, bi xwe ji tradîsyona zargotina kurdî tên. Ew hersê beyt evin:

Sed hêştirê kuncî bar, her barekî sed hezar,
Her libekî kilo bar, selewat li ser nebîyê muxtar.

Hindî zugirî sehra û gaba, selewat li ser al û sehaba,
Yareb, li şêx û wê hezînê, yareb, li kiçê û wê evînê.

Yareb, li Memê û wê mellalê, yareb, li Zînê û wê mecalê,
Yareb, bi Ferhad û wê evînê, ruhê xwe da ji bo Şirînê.

Sala nivîsandina nezîrîyê, 1987 gelekî nûye. Ev yek şikberî pêşda tîne: gelo, sala nivîsandina nezîrîyê ya bingehîye, raste, yan paşwextîyê, bi destê yekî din, bi destnivîsandina necuwan serda hatye zêdekirin?

Poêma Şêxê Sen'anîya me di pirtûkêda bi herdu alîfba kurdî jî raberî xwandewana kirye. Şaxa poêmê ya bi nezîrîyê me tenê li ser elîfba latînî çap kirye. Poêma ser elîfba erebî şaxekî cudaye, ew xuru poema Feqîyê Teyrane, ku me li Yêrêvanê li rojnama "Rya teze"çap kirye. Herdu şaxên poêma Feqîyê Teyran kêm ji hev cuda dibin. Xuyaye maka herdu kopîya yeke, lê li hine cîya peyv yan rêzên wana hev nagrin. Min çêtir dît herdu şax jî bêguhastin bihêlim.

Beytên poêmê (yên bi tîpên latînî), tevî beytên nezîrîyê serenser hijmarkirîne. Hijmara beytên Feqîyê Teyran li bendên kovanda danîne.

Destnivîsara vê pirtûkê, berî ku çap be, hêja Seyîd Dêreşî û Perwîz Cihanî carekê xwandine û rastkirinên giring ser kirine. Rêdaktorîya pêşgotinê û ya navaroka poêmê ser zimanê almanî xanim Bîrgît Tsêrha kirye. Spas ji wanara bona alîkarîyê.

1. Awazên (mêlodîyên) çend qewl û beytên êzdîya Cemîla Celîl bi notanivîsarê çap kirye. (Binhêre: Stranê Cime'ta k'urda. Dengnivîs û hazirkir Cemîla Celîl. Yêrêvan 1977. Bi tîpên kîrîlî).

2. Dîwana Melayê Cizîrî (Bi zimanê rûsî). K. Êyûbî wergerandye ser zimanê rûsî, berwedan û pêşgotin li ser jîyan û efrandinê wî nivîsîye. Rêdaktor Prof. Dr. î. A. Smîrnova. Sankt-Pêtêrbûrg, 1994, r. 7.

3. Kurdnasa hêja Rûdênko bi heqî Feqîyê Teyran hesab dike dengbêjê gelêrî. Divêje: “Poêzîya Feqîyê Teyra gelekî nêzîkî xisûsyeta hilbestê gelêrîye. [Wî] ji kanîya zargotinêye nemiçiqî hildigirt û sêwirandinê xwe dikir çavkanîke usa bona poêzîya gelêrî”. (Binhêre: Feqîyê Teyran Şêx Sen'an. Bi kurdî û bi wergera ser zimanê rûsî.Têksta kirîtîk, wergerandin, bervedan û pêşgotin yên M. B.Rûdênkone. Moskva 1965, r. 3.)

4. Hilbestên ku ser navê Feqîyê Teyran di nava kurdên Ermenistanê, Gurrcistanê û Azirbêcanê belabibûn, hatine civandin û li Ermenistanê bi du berevoka çap bûne. (Binhêre: Feqîê Teyra, Lîrîka. Hazir kirye E'gîtê Ah'med Qadirî. Yêrêvan 1970, 39 rû; Feqîê Teyra, T'embûr. Şiêr û poêm. Berev kir û hazir kir Aramê Çaçan. Yêrêvan 1974, 207 rû). Berevkirineke ji 33 hilbestên Feqîyê Teyran Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl li pirtûka kurda" (cilda II. Moskva 1978, r. 53-81) çap kirye. Gelek hilbestên Feqîyê Teyran usa jî bi berevkirina E'tarê Şero û Barîyê Bala, li ser rûpelên rojnama “R'ya t'eze” çap bûne.

5. Dîwana Feqîyê Teyran (Pertayek). Seyîd Dêreşî, Rêzanê Elîxan komkirine û towîjandine û ravpeyv jêra nivîsîne. Bexda 1989 (Bi tîpên erebî).

6. M. Xalid Sadînî, Feqîyê Teyran (Jîyan, helbest û berhemên wî). Istanbul 2000.

7. Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl, Zargotina kurda. Cilda I, Yêrêvan 1978. (Bi tîpên kîrîlî).

8. Ser jîyana 'Attar hûrgilî binhêre li "Encyclopaedia of Islam" (ji virhada EÎ), New Edition, Vol.I, p. 752- 755.

9. EI, vol. I, p. 753.

10. Di şaxên folklorîda, yên li nava kurdên Kavkazyayê hatine nivîsandin, navê Şêx 'Attar dîsa wek hemdemê şêx tê bîranîn. (Binhêre Rûdênko M.B. r. 145).

11. ...
12. Di “Encyclopaedia Islam” da bin wutara 'San'anî' ser jîyana wî nivîsandîye, ku navê wî 'Abd al-Razzak bin Hammam bin Nafi' bûye û li sala 126 H. (744) ji dayik bûye û li sala 211 H. (827) mirye, bavê wî bi eslê xwe îranî bûye. Şêx xwendina bilind pêra hebûye, mamûstatîyê kirye û xudanê gelek berhemane. (EI, vol.IX, p.7-8).

13. 'Abd al- Çadir al-Djîlî (Gîlanî) Muhnî al-Dîn Abu Muhammed b. 'Abî Şalih Zengî Döst. Ji day'ik bûye sala 470 H. (1077/1078), mirye sala 561 H. (1166). Bingehdarê tarîqeta Qadirîyêye di nava kurdada.

14. Poêmek bi navê Şêxê Sid'anya û Dota Gurca Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl çap kirine (Zargotina kurda, cilda 2, Yêrêvan 1982, r. 139-144. Bi tîpên kîrîlî). Gorî dîtina min, di bingeha vi şaxîda mînakeke destxeta poêma Feqîyê Teyran hebûye. Gelek gotinê erebî rast nehatine gotin, ji ber ku zarbêj erebî nizanbûye û gotinên erebî gorî zimanê xwe guhêrîye.

15. Di şaxê ku bi tîpên latînî em çap dikin, keçik bi herdu navî jî, him bi navê ermemî û him bi navê gurcî tê bîranîn. Bi zanetî me ew cudabûn hiştye wek xwe.

16. Li nava hemû kurda ji sûfîyara divên sofî. Li herêma Mehabadê ji wanara tevî peyva sofî divêjin usa jî tobekar.

17. ...

18. Bervedaneke ser kêş û qafîya poêmê, ser fena hilbestavakirinê, teql û lingê beyta, bi çaylêgerandina zanstî, di pirtûka biçkokda li sala 1985 zimanzan Tsabolov R. L. pêk anîye. ...

19. 'R'ya feze', 24; 27 Oktober, 3; 7; 10; 14; 17; 21 November, 1990. Ev şax car din em di vê pirtûk berdestda bi tîpên erebî çap dikin.

20. Feqiyê Teyran, Ey avê av. Şêxê Sen'anî, Istanbul 1999.

21. M. Xalid Sadînî, Feqîyê Teyran (Jîyan, helbest û berhemên wî). Istanbul 2000.

22. Destnivîs li 11 Zîlqade sala 1411 Hîcrî (Gulana s. 1911 Mîladî) bi destê xweşxet hatye ber girtin.

23. ...

24. Ev destnivîsar Xelîlê Yûnis, hilbestvanekî şuret ji bajarê Qamişlûyê, gîhandye destê min.



Fakie Tayran
Der Scheich aus Sanana transkription einer Handschrift aus Syrien mit der nazirie von Khamgin in lateinische Schrift, mit einem vorwort und einer deutschen Kurzfassung des Inhalts herausgegeben von
Jalile Jalil

Transkriptiona destnivîsekê ji Suryayê bi nazîrîya Ġemgîn li ser tîpên latînî, bi pêşgotin û navaroka poemê ya kurt bi zimanê almanî ji bona çapê amade kirye
CelîlêCelîl

Poêma Şêxê Sen'anîya cewhereke edebyeta kurdaye. Ew li sedsalîya XVI bi destê hilbestvanê klasîk Feqîyê Teyran hatye hûnandin.

Ev nivîsara payaberz ser evîna sofîkî berketî û buhurtî Şêxê Sen'anya ye. Evîna alav û bê bergeh kalamêrê heftêsalî ber tu dijwarîya nade rawestandin. Şêx bi berxudana mezin ber zor û zehmetê pîrozîya evîna xwe îzbat dike û dilê keç'ka xaçparêz bi evîna xwe tijî dike û dighîje mirazê xwe.

Hêz û bandûra nivîsara Feqîyê Teyran xwendevana bê alî nahêle, dilê wana disoje. Bin bandûra vê alavê hilbestvanek bin navê Ġemgîn poem bi hunera nezîrîyê xemilandye û ducarî berfire kiiye.

Çapkirina vê nivîsarê edebyeta kurda ya neteweyî diha dewlemend û pirreng dike.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues