Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tirêj, hejmar 3


Nivîskar : | | | | | | | | Multimedia | |
Weşan : Tîrêj Tarîx & Cîh : 1980, İzmir
Pêşgotin : Rûpel : 82
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 158x228 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kr.Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Tirêj, hejmar 3

Versions

Tirêj, hejmar 3

Şêla siyasi, derxιsûsa zman de

Sarxas Arda

İro, çı bıgre li pişti peleyên dιnê; ji hev veqetandιna zmanê nιvisanê û ya zmanê axaftιna ne maye. Lı her welati, li her poleyi zmaneki heye; zmanê neteweyi.

Zmanê bilιnd an zmanê nıvisanâ ya aristoqrat, jıyana xwe bı şoreşa bûrjiwazi qedand, tevi klasizmê ket nav rûpelên diroka vijeyi. Bi biwêjeki dιnê gotιna wi bivê; zmanê bιlιnd, bı paşi lêhatιna bandêrιya (hegemonya) çina feodali, pelιşi, ji hev belav bû, zmanê gelêri digel axaftιniyê bû zmanê nιvisanê ji.

Bûrjiwazi, nιviskarên burjuvazi; bo domandina pergala xws ya.mêtιnkar û sewsi kırιna geli, bi zmanê gelêri xitabi geli dıkιn. Niviskarên pêşverû, welatparêz, şoreşger ji bo hışyar kırına geli lι hember pergala mêtιnkar û mêtingehkarιyê bî zmanê gelêri angobizmanê xwe xitabi geli dıkιn. Her dû ali ji di xitab û muxatab de dıgıhijın hev lê di birûbaweri de Ji hev vediqetιn. Ji ber vi, zmanê mvisani ji zmanê axaftinê, ji ya gelêri di haymana me de venaqete. Divê veneqete ji...



Şêla siyasi, derxιsûsa zman de

Sarxas Arda

İro, çı bıgre li pişti peleyên dιnê; ji hev veqetandιna zmanê nιvisanê û ya zmanê axaftιna ne maye. Lı her welati, li her poleyi zmaneki heye; zmanê neteweyi.

Zmanê bilιnd an zmanê nıvisanâ ya aristoqrat, jıyana xwe bı şoreşa bûrjiwazi qedand, tevi klasizmê ket nav rûpelên diroka vijeyi. Bi biwêjeki dιnê gotιna wi bivê; zmanê bιlιnd, bı paşi lêhatιna bandêrιya (hegemonya) çina feodali, pelιşi, ji hev belav bû, zmanê gelêri digel axaftιniyê bû zmanê nιvisanê ji.

Bûrjiwazi, nιviskarên burjuvazi; bo domandina pergala xws ya.mêtιnkar û sewsi kırιna geli, bi zmanê gelêri xitabi geli dıkιn. Niviskarên pêşverû, welatparêz, şoreşger ji bo hışyar kırına geli lι hember pergala mêtιnkar û mêtingehkarιyê bî zmanê gelêri angobizmanê xwe xitabi geli dıkιn. Her dû ali ji di xitab û muxatab de dıgıhijın hev lê di birûbaweri de Ji hev vediqetιn. Ji ber vi, zmanê mvisani ji zmanê axaftinê, ji ya gelêri di haymana me de venaqete. Divê veneqete ji. Veqetandina zmanê mvisani, dibe ku ji aliyê rêzdanya xwe ya hevoksaziya rêzmani, û ji bisarûbarιya xwe, ji zmanê axaftιnê veqete.

Pişti vê rastikêmya (heqiqet) zanisti û gelemper, me divê lι ser zmanê me i Tîrêjê û lι ser çêla me i siyasi derxisûsa zmanê kurdi de rawestin.

Zmanê kurdi, bi rewşa xwe ya iroyin hê pêvajoya xwe i yekitiyê ne qedandiye. Ne bi tenê di nava zaravayan (lehçe) de, lê di nav devokan (şiwe) de ji, têvelιyên (ferqiyet) gıring hane. Kurdeki Malatê û kürdeki Hekarê, bı hêsani ji hev fêm na. kιn. Dıgel her du ji bi zaravayê kurmanci diaxêfιn, bo ragihandιna daraz û daxwazên xwe, hewcedarιya bı Tirki axaftιnê dibinin. Ev gelş (muşkıl) ne tenâ di Kurmanci de lê di zaravaye Zazaki (Dimili) de ji heye. Pêwist e, «gelş bê bışaftιn. Bışaftına vê gelşê, ancax bı zmanê nıvisanê, bı xwendιn û nıvisandınên bı kurdi gengaz (mımkιn) e, bı rêberi û rê nişandayına weşanan sıvıktır û hêsatır e.

Jı bo bışaftιna vê gelşê, azinên (metod) lê bê şopandın dıve çı bιn:

1. Bêje (kelime) û biwejên (tabir) kurdi bıkar anin. Ev bêje û biwêj, jı kijan zeravayê kurdi dibin, bla bιn. Di dewsa «heqiqet»a erebi; «rastıkênı»ya zazaki dırıstır e. Di dewsa «istiqbal»a erebi; «mandi»ya sorani çıma neye bıkar anin? Jêmaye; jı mirasê, jêza, jı orijin û köken'ê, kırdayeti bı sorani -jı hikûmetê- gelo xweştir ninın?

2. Di nıvisan û axaftmên rojane de, di dewsa bêje û biwêjên erebi û tırki de, yên kurdi bıkar anin, bı der û dora xwe hewisandιn, li serê bı rıkoyi (inatkari) raweatan.

Mina her zmani, di kurdi de ji bêjeyên nû, yên di himê xwe de di kurdi de tu ne bιn, raçandιn; pêwist û dırıst e. Lê ev raçandın gava yaxuri bιn û mantiqa rêzmana (gramer) kurdi dûr bιn, dibin sedemê tevz û tınazan. Her weki «şoreşvan», şoreşger bêjeki rast û dırıst e, lê «şoreşvan» çı ye? «Şoreşvan», mina aşvan, mina şıvan, mina gavan, çavdêri û danêriya şoreşê dike? Heke ev «şoreşvan» di mana «révolutionnaire» «devrimci» de be, ne di cih de ye. Hevmanâye «revolutionnaire - devrimci» bı kurdi bêjeya «şoreşger» e. Ev- bêje, hevedudanıye jı bêjeya «şoreş» û parkita «-ger»ê ye. Di «-ger»ê de, hevotın, hιndav (istiqamet) dayιn, kirin, karin heye. Parkita «ger» ê lιbati ye (aktif e), mina parkita «-van»ê ne tebati ye (pasif e). Jı ber vi qasi yê ku bêjeki ji dιviyahιyê (ihtiyacê) raçine, dıvê beri her tışti bi rêzmana kurdi bî hûr û kûri bızanıbe. Di dewsa bêjeki heyiyê kurdi de, bêje raçandın ne dırıst e, em lı hember vi ne.

Cih bı cih, zmanê nιvisarên Tirêjê jı hin xwendevanan re -yên derxissûsa zιmanê kurdi de baş negıhişti ne- wê gıran bê. Ev girani, jı axaftιna yeki Dıyarbekri dıgel yeki Malati, jı ya yeki Hekari dıgel yeki Merdini an Ûrfayi, gırantırin nine.

Bêje û biwêjên gıran dixuyên, her û her kurdi-jêza ne. Lê dibe ku ew beje an biwêj di devokek (şiwe) an di çend devokan de neyê zanin. Lê hιmin di çend devokên mayi, an di zaravayê dιn de tê zanin û bıkar anin.

Armanc, ne zmâneki nιvisani jı zmanê gelêri cihê afırandιn an çêkirn e. Na xêr... Armanc, jı tengasıya gerineka devok û zaravayan fιlıtin, pêyajoya ber bı hev çûyιna zaravayan û yekitıya zmanê kurdi bı lez xistine.

Ev têkoşina di warê zman de, perçeki jı têkoşina lı hember mêtιnkarî û mêtιngehkarιyê ye. Jı tekoşerıya bı xwe ve -hatιnê nayê veqetandın. Dıve her têkoşêr, rewşenbir, xwenda di vê qorê de ciyê xwe bızanıbe û daneki zûtir ciyê xwe bıgre.

.....




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar