La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Serpêhatiyên kurda


Auteur :
Éditeur : Kovara Zanîn Date & Lieu : 1992-01-01, Şam
Préface : Pages : 90
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Br. K. L. 1910Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Serpêhatiyên kurda

Serpêhatiyên kurda

Tîrêj

Kovara Zanîn

Cihê bav û bapîra

Zirrekan, topraxeke firehe di navbera parêzgeha Hisîça û bajarê Serê Kanîyê de ye. Sê çem av tê re derbas dibin.

Berê ew toprax havîngeha êl û koçerê Zirrekan bû. Ji ber ku ew toprax hê bi navê eşîra Zirrekan tête gotin, û çiyayê Ebdul Ezîzê buhargeha wan bû. Ji ber ku heya aneha deverin henin di çiyayê Ebdul Ezîzê tin bi navê wan tête gotin, wek “Fêde Sînekan” û “Bîrê Sîpkan”. Di wê çaxê de, yekî Zirrkî û yekî Êzîdî (ji çiyayê Şingalê) destbirakê hevdû bûn.

Rojekê, ê Êzîdî li cem ê Zirrekî bû mêvan , rabû berxek jê re serjêkir, piştî firavîna xwe xwar, rabû hinek qizwan kire sênyê û li ber danî, ji ber ku êmîşê çiyayê E. Ezîzê qizwan tenê bû .

Yê Ezîdî çend lib xwarin û rabû serxwe ji yê Zirrekî re got: Bira, dixwazim tu rojekê bê mêvanê min.

Pitî çend rojan, yê Zirrekî rabû û çû cem destbirakê xwe li çiyayê Şingalê.

Yê Êzîdî jî berxek serjêkir, piştî yê Zirrekî ...



PÊŞGOTIN

Gelê Kurd xwedî dîrokek pir dirêj û kevne. Wî, di avabûna şehirvanî(bajêrîtî ...)ya Rojhilata navîn û bi taybetî avabûna şehirvanîya(Mîzobotamya...) de rolek pir giring leyîstîye. Lê mixabin ku, îro gelé Kurd ji alî dewletên sitemkar ve hatîye parkirin û hemû dewlemendîyên (gencîneyên) gelê kurd, sererd, binerd, wêje, folklor,...û herwekî wan, ji alî dewletên sitemkar ve têne dizîn, û gelê Kurd bi xwe jî bindest û xizan mayîye.

Digel wilo jî, em dibînin ku torevan û nivîskarên me Kurda, pêşiya vê rewşa dijwar rawestî nemane, û dest bi danhev û nivîsandina tiştên mayîn kirine, û bi taybetî danheva folklorê bi hemî şaxên wê ve.

Folklorlocya:

Ev dahênana berdewamî di jîyana me de a rojane, ew bi xwe naveroka zanîna"Folklor"e, ew zanîna ku bi navê "Hinerê gel" û "Hunerên gelêrî" hatiye nasîn û navdar e. Lê navê folklorê zanyarî "Pêmayên gel"e.

Ev gotina han têra yekemîn zanyarê Ingilîzî Sêrcon Wilyam Tomz (1303-1335) pêkanîye.

Şerovekirina vê gotinê"Folk-lor" ango "Penda gel" e.

Şaxên folklorlocya:

Herwekî em dizanin, folklorlocya; ew e warê ku mirov bi hemî dahênanên wî dide xwendin, weke; zanebûn û pendên wî, ên ku her roj di jîyana wî de tê berçav kirin û çawa ew tiştên çêbûyî mirov ji mirov digre, piştre nifşê nifşan digre û bi vî rengî bi sedên sala tê gotin, bê ku navê xwedîyê gotinan ên pêşî nasbikin, ji ber ku dibe pêmayên miletekî...

Ew gotinên em çêla wan dikin, ew bixwe çîrok in, stran in, destan in, serhatî ne, pend in, lavij in, hiner in û hwd.

Û ji ber ku pertûka di nav destên me de, şaxek ji Folklorlocya ye, emê şerovekirineke biçûk bidin (Serpêhatî).

Serhatî, Serpêhatî, çîroka rastî:

Çi kar biserê yekî bê, yan bibine û ji bo xwe bike pend (e'bret), da ku careka din nekeve wê tengayîyê, yan xwe je biparêze û dûrke, ev kar jê re dibêjin serpêhatî, ango (çîroka rastî), ev çîroka di demekekê de û li deverekê çêbûye, wek; serhatîyên Bedir-Xan beg, Elî Remo, Îbo Beg, Şêx Seîd, hwd.

Cihê serhatî di Folklorlocya de bi gelemperi û di folklorlocya Kurdî de bi taybetî, cihekî pir mezin û fireh digre, û dibe hevalbend bi gelek rûpelên dîroka re. Seba vê yekê em karin bêjin, ku Seydayê Tîrêj bi vê danheva xwe roleke baş leystiye, û tiştekî hêja kiriye. Û em karin careke dî jî bêjin; seydayê Tîrêj daye ser şopa çend kesên hêja ên berî wî, mîna: Mîr Celadet, Cegerxwîn, Hacîyê Cindî, Ereb Şemo, Pîremerd, Sadiq Behadîn, h.d. Van kesan xwe bi danhev û berhevkirina zargotina Kurdî mijûl kirine, da ku karibin zimanê bav û bapîra ji windabûn û dizîyê biparêzin.

Bêguman van kesan bi karên xweyî wêjeyî, zimanê Kurdî parastin û pêşvebirin, û gerek em van kesan ji xwe re bikin çira û li ser şopa wan biçin, da ku em karibin zimanê xwe pêşdetir bibin û cihekî wêyî mezin di nav zimanên cîhanê de çê kin.

Seydayê Tîrêj û komkirina serhatiyan:

Tîrêj, wekû em tev wî nas dikin hozanê milletê Kurd ê Sûrîye yên kilasîk, pitşî rehmetî Cegerxwîn. Berhemên Tîrêj ên di nav destên xwendevanan de, du dîwan in:

I Dîwana 1ê Xelat

II Dîwana 2an Zozan

Komkirina serpêhatiyan, tiştekî giring e û karekî netewî ye, divê tucar sistî nekeve vî karî.

Seyda Tîrêj jî nemerdî nekirye di danheva serpêhatiyan û serdanên xwe digel şevbihêrkan de vala nebirye, çi tiştên ku dibhîstin dinivîsand û komdikir, ta ku hejmarên serpêhatiyan gihan (45) serpêhatîyan.

Şanikeke biçûk heye: dibe ku Seyda ji bîrkirye, gelek bûyer di van serpêhatiyan de hene, dem û deverên wan di dîroka (Tarîx) gelé Kurd de belû ne, lê mixabin Seyda xwe newestandiye û tu dan û dever nîşan nekirye.

Û tiştekî dî heye; her û wer, dema me ji Seyda dipirsî ka te ev serhatî ji devê kê girtine, digot: min ji civatan girtine, bê ku navê kesekî bêje. Û herwekî, hûnê di xwendina van serpêhatiyan de bibînin, ku zimanê pê hatiye gotin, zimanekî devkî ye, mîna van çend gotinên jêrîn:

Mi = min, Dibê = dibêjin, Wa = wan, Dî = dît, h.d, û ev şanik herdem me ji seyda re digot; zimanê nivîsandinê ne wek zimanê devkî ye, lê seyda ji a xwe danediket û digo: wilo bihêlin.

Folklor armencek ji armencên kovara Zanîn ne

Dema ku Seyda gote me; karekî wilo heye, ka çi qasî hûnê karibin alîkariyê bi min re bikin?

Wê çaxê pir kêfa me hat, ji ber me di nav xwe de got. Vaye zû bi zû armencên kovara me pêk tên, ji ber ku me, di hejmara yêkê de ji Zanîn gotibû; parastina zargotina (Folklora) Kurdî û nivîsan diva wê yek ji armencên kovarê ye.

Karê ku me ji vê pertûkê re kirye ev e

Seyda pertûka xwe bi tîpên Erebî danîbû (nivîsandibû). Me guhertin tîpên latînî, di dûv re me li gor karîna xwe û bi derhênaneke sivik amedekir, piştî ku hevalê me hunermend Birahn Ebdî çend wêne ji me re sazkirin, paşê me çapkir...

Ji ber van tiştan tevan me ser qaba pertûkê danîye; “ji weşanên kovara Zanîn”.

Dawi: hêvîya me heye, ku gelê Kurd sûdeyekê ji vê pertûkê bibîne, û ev karê meyî biçûk bibe serboreke baş ji bona çapkirina pertûkin din.

Ebdulbaqî Huseynî
Kovara Zanîn




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues