GULÎZERA MIN
Gulîzerê, dengê te tê ji êla dûr, wa bi kurdî, Kubira delal, seda şirin ez helandim li vi erdi,
Seda te tê, gendî mîna deng û seda gozel kewê, Dengê te bye teyredeke - perwaze li nava hewê.
Dengê te tê, dixulxule mîna avek kaniya zelal, Hezar-hezar kurdê cahil li te mane heyr û metal.
Gulîzerê, tu dibêjî: "Hergê dila dil hebandiye"... Tu çi zanî, te li vira dilek ser xwe nehelandiye...
Gulîzerê, tu li wira distirêyî: "yar gul, yar gul..." Tu çi zanî yek li vira ser te nebûye şarur-bilbil.
Gulîzerê, ez heyrana seda şirin, te wî dengi, Dengê teyî ezîz şede, ez li ser te bûme bengî...
Qazê
Bedewê, rindê, qîza kurd Qazê, Dev û lêvê te gulê Şîrazê: Hîva çardeşev-eniya te kever, Gaz-gerdenê te mînanî mermer:
Biruyê te mîna baskê reşêla, Çevêd te gendî çevêd xezala: Sûrtêd te sorîn-hevêd hinarê, Bejn û bala te dara çînarê:
Xeberdana te şekirê nevate, Ramûsana te avliheyate: Bedewê, rindê, qîza kurd Qazê, Tu gulek gula vê Elegezê.
Gozel
Sîng û berê kew-gozelê Elegeze, Vê biharê wê xemilye rez bi reze:
Memikê yarê ser bedenê cot kanî ne, Xalêd sûret mîna konê kurmancî ne.
Guliyê yarê mîna cewê der biharê Hey girtine, fitil-fitil têne xarê.
Ezî li ser kaw-kubarê bengiyê xefûr, Min da desta û lîlandin sîmê tembûr,
Min go:-Yarê, tembûr destê minda helya, Were lawikê xwe keremke cotê guliya...
Go:- Beytûyo, porr û guliyê min qumaş in, Yêngê mîna te bêsewda û bêhişin:
Sîng û berê min zozan e, ez çevreş im, Ne ya te me, para lawikê xwe keleşim...
Got, berzeqê û bi avir min nihêrî, Avirê wê min bûn mîna kêr û diri...
Cotê guliya bûn cote mer û min venîn, Sazê min ket, tilî-pêçiyê min lerizîn...
Mêrg û geliyê Elegezê girtin dûman, Nizam çira gelo bihar bû zivistan... ***
Zeriyê zenda zer hildaye ta enîşkê, Raser hatye, dibişêve serê keşkê... Ew keşk nine, reben dilê mine, yazix, Ji dest huba wê dihele, usa dişkê... ***
Xwezil, xwezil, ya min biyayî, Xwezila bûka diya min biyayî, Te çok veda ber pîngê wê, Serî bida ser sîngê wê, Porr û guliyê xwe reş berda, Diya min porê te vegirta, |