La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêviya welêt


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : , Spånga / Sweden
Préface : Pages : 128
Traduction : ISBN : 91-8773 0-53-7
Langue : KurdeFormat : 145x250 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 3392Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hêviya welêt

Hêviya welêt

Nezîf Mayî

Apec - Tryck

Pêşkêş

Ev çend gotine, ev dîtine, ev lorîn û strane ji hemû kurdên mişext û derbeder re pêşkeş in.

Bi tomarkirina van peyvan di nava van ropelan de silavên dayk û xwîşkên ku li derdora sînorê Çînê dijîn, digel xwezî û hîviyên serxwebûna Kurdistanê, ji her welatpazêzekî re vedigohêzim û vedigêrim.

Di nav van rûpelan de, dengê lorina (Şera Elî) ji bajêrê Tiblîsê bo hemû evîndarên welêt dikem diyarî.



PÊŞGOTIN

Xwandevanên kolîcên cur bi cur li danîşgehên Swêdê, li gor programa xwandn a xwe, lêkolin û serdanan dikin, ji bo destxistina rastî (fakta) û zengînkirina zanistê li ser babetên cuda cuda.

Xwandevanên Kolîca Bilind a Mamostayan li Stockholmê vî mafê xwe bi gelek şêweyan bikartînin. Piraniya wan serdana welatên din diken ji bo ku agehdarî û zanabûnê li ser sîstema fêrbûn û perwerdekirinê werbigrin û jê fêrbibin.

Berpirsên Kolîca Bilind a Mamostayan li Stockholmê ev rêye ji xwandevanên biyanî re xweş kir, ku bikaribin biçin serdana welatên xwe biken û lêkolînan li ser babetên cihê cihê çêbiken. Lê mixabin xwandina me di demek wesan de bû ku ji bo Kurdan rê tunebû bikarbin biçin welatê xwe. Kurdistan hêşta li bin lingên koloniyalîstan de dinale. Xwandin û nivîsîna bi zimanê kurdî qedexe ye. Wê çaxê hêşta perça Kurdistana başûr li bin deselatdariya rijêma Iraqê de bû. Lewma biryar hat dan ku grupa Kurd biçin bo nav Kurdên Yekêtiya Sovyetê ji ber ku li wê derê şagirdên Kurd dersa zimanê kurdî jî dixûnin.

Qonaxên sefera me jî ketine Gurcistanê û Kazakistanê. Ji ber çend egeran me nikarîbû biçin Ermenistanê. Yek ji wan egeran jî, şerê di navbera Ermeniya û Azeriyan de bû. Dîsan jî hêşta çi grupên Kurd serdana Kurdên Kazakistanê nekiribûn. Lewma me berê xwe da wan welatan.

Roja 2'ê Novemberê ( çiriya paşîn) a 1990'ê, em şeş kes, seyda Reşo Zîlan û dû hevalên din ji bakûrê Kurdistanê, ez bi dû hevalên din re ji başûrê Kurdistanê bi hev re çûne vê seferê.

Helbet ev serdane ji aliyê Kolîca Bilind a Mamostayan ve li Stockholmê hatibû finanskirin û amadekirin.

Gera me bo Yekêtiya Sovyetê di demek balkêş û nazik de bû.

Heyecana Perestroykê û Glasnostê hêdî hêdî xwe bi nava wan millet û cimhuriyetan de berdabû. Roj, roja daxwaziya serxwebûnê bû.

Lê, hêşta jî tevliheviyek mezin çênebibû.

Gera me 22 rojan vekêşa û bi çar qonaxan ve temam bû:

Qonaxa yekem, bajêrê S:T Peterborg (Lênîngrad)ê bû. Di vê qonaxê de me serdana Pişka Kurdî ya Enstîtuya Rojhelatnasiyê kir.

Qonaxa duyem, paytexta Gurcistanê, bajêrê Tîblîsê bû. Li Gurcistanê nêzî 33 hezar Kurd dijîn. Hemû jî Kurdên yezîdî ne. Di navbera 6'ê heta êvariya 11'ê Çiriya Paşîn de me karîbû gelek aliyên jiyana Kurdên wê derê bibînin. Her ji xwandin û folklorê bigre heta şînî û taziyan.

Qonaxa sêyem, bajêrê Alma- Ata, paytextê Kazaxistanê bû. Ji 11- 20'ê mehê em mêvanên Kazakistanê bûn. li wir nêzî 25 hezar Kurd hene. Kurdên wê derê dibêjin ku nêzî pêncî hezar Kurd li wir dimînin. Giş Musilman in. Di vê demê de, me serdana dû gundên Kurdan kir. Li vir hêşta def û zurne folklora kurdî berz û bilind dikin. Herwesan bi berpirsên Akademiya Zanistî ya Kazakistanê re rûniştin çêkir.

Qonaxa çarem, bajêrê Moskvayê bû. Di vê qonaxê de me serdana Enstîtuya Rojhelatnasiyê kir û bi Lazerif û Hesretiyan re hevpeyvînek dirêj çêkir. Ji 20- 24'ê mehê em li Moskvayê man.

Piraniya van gotinên haline nivîsandin min ji kasetên xwe yên vediyoyê derxistine. Li hinek ciyan me'niya kelîmê nayê zanîn, û li hinek ciyan jî woşe baş nayê gohdarîkirin. Dibe ku di nivîsînê jî de ew woşe şaş hatibin nivîsandin. Lewma jî li pir ciyan min nîşana pirsê danîne yan jî xistine nava kivanan de. Ez ji xwandevan û xwediyên gotin û stranan dawa lêbûrînê dikem. Herwesan jî min nexwast destkariyê di nivîsandina zmên de bikem. Wan çawe xeber daye, min jî wek gotina wan nivîsandiye. Lewma dibe ku ji aliyê gramerê ve hinek kêmasî hebin.

Kortiyek li ser kurdên sovyeta berê

Wek tê zanîn Kurdên ku li cimhoriyetên Sovyeta berê de dimînin, li demên cuda cuda, di navbera çendsed salan de, ji ber gelek egeran war û cihên xwe, mal û halê xwe, ax û welatê xwe hiştine mişextî (koçber) wan welatan bûne. Piraniya wan di derdora şerê di navbera Rûsan û Tirkan da sala 1918'ê de ber bi wan welatan reviyane. Ji aliyek ve siyaseta Tirkan, Dîn wek metodek bi kar danî ji bo şer û kwîna di navbera milletan de çêbike. Îca çi Ermenî û Kurd. Çi Kurd û Tirk,. Çi Aşûrî û Musilman. Çi jî Kurdên musilman û Kurdên yêzedî. Ji aliyekê din ve revîna wan jî bo egera jêkbelavbûna wan. Çunkî her komek ji bo welatên cihê cihê hatine surgonkirin.

Li derdora sala 1930'î de bi hezaran Kurd surgonî deverên Asiya Navîn û Kazakistanê bûn. Ev çende bo sedemek mezin ku yekêtiya Kurdan li dervey Kurdistanê jî çênebe.

Li gor amar (hejmartina) sala 1989ê, 153 hezar Kurd li cumhoriyetên Sovyetê dijiyan. Lê mirov nikare vê amarê bi rastiyek bingehîn bizane ji ber ku gelek Kurd bi xelkên milletên din tên hejmartin, yan jî gelek xwe nivîsandine wek Tirk, Ermen û hwd... ji ber sedemên kar û jiyanê. Herwesa yên ku pasporta wan jî heye, ne nivîsandiye ku ew Kurd in. Li gor rapora ku (Tajdîn Broyêv) di konfrensa Moskvayê de pêşkêş kiribû, hejmara Kurdên li welatên Sovyeta berê bi vî awayî bû:

Rûsya 5000
Ûkrayna 400
Ûzbekistan 1800
Kazakistan 25500
Gurcistan 33300
Azerbêcan 12200
Qirgistan 14200
Tacikistan 100
Ermenistan 56000
Turkmenistan 4400

Di nemana Sovyetê de jî xêrek ji Kurdan re tune bû. Gelek gelan serxwebûna xwe stand. Kurd ketine di nava şerên ku di navbera wan gelan de çêdibûn. Ji kuştin, kembaxî û malwêraniyê zêdetir tiştek para Kurdan nema. Nemaze, di şerê ku di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de.

Di van serdemên nexweş de jî Kurdên welatên Sovyeta berê her dixebitin ku yekêtiya xwe çêbikin, mina wê konfrensa ku di 14-15 çiriya pêşîn sala 1992'an de li Moskvayê û konfresa damezrandina komeleya Kurdên Sovyeta berê, ku di 1-5 Îlona 1993'an de li bajarê Grasnederê çêbû bû.

*Gotara Tajdîn Broyêv, ku di konfrensa Moskvayê de xwendibû Armanc, hejmar 142.



Qonaxa yekem
S:T Petersborg (Leningrad)

Roja 2'ê Çiriya Paşîn a 1990'ê, em şeş kes li balefirxana Stockholmê- Arlanda kombûn û ber bi Yekêtiya Sovyetê, bajêrê Lênîngradê firîn. Dema ku em giheştîn balefirxanê (frokxanê) xortekê Rûs li benda me bû. Ev zelame rêberê sefera me bû her ji roja yekê, li her çar qonaxan de, heta dawiya gera me. Wî zimanê swêdî baş dizanî, li aliyê şirketa seferê ve hatibû amadekirin. Em li pasek taybetî swarbûn û berif bajêr ketine rê. Li hotêla (Prî Baltîkaya) bo demê çar şev û çar rojan cîwar bûn.
Subeya roja 3'ê Çiriya Paşîn, em li bajarê Lênîngradê gêrandin, ciyên giring û mûzeyên bi nav û deng nîşanî me dan, ji wan jî mûzeya Ermîtaj bû. Ev bajêr bajêrek pir mezin û xweş e. Dikeve ser lêva behrê, ava behrê wek çem û robaran bajêrî ji hev perçe dike.
.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues