La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2002, İstanbul
Préface : Pages : 154
Traduction : ISBN : 975-8637-27-4
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 2445Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê

Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê

"Navê min Ehmed e. Ehmedê Ferman. Ehmedê Fermanê Kîkî. Yanî Ehmed navê min e. Ferman hem paşnav hem jî siûda min e. Kîkî jî ji Kîkan tê, navê eşîra min e. Hin navên min ên din jî hene; dengbêj kovarê, stranvanê Hawarê û hwd... Heta carina ji bo min weha jî tê gotin; "dengbêjê me yê delal, kalemêrê Kîkan, roniya çavan, îxtiyarê civatan, berdevkê maqûl û axan û berdilê ciwan û xortan..."

Gava meriv zarşêrin be û bixwaze dilê yekî xweş bike, gotin û qise pir in. Belê, rast e; ez dengbêj û stranvan im. Ji stran, kilam, çîrok, mesele, serpêhatî û gotinan pê ve, ez bi kêrî tu tiştî nayêm. Gotin jîna min e."

Ji devê Ehmedê Fermanê Kîkî, dengbêjekî ku gotin ji xwe re kiriye jiyan, rojeke bi qasî umrekî a şahê dengbêjan Evdalê Zeynikê.

 

 


Xanî ji kemalî bêhemalî
Meydana Kemalî dîte xalî
Hasil ji înad eger ji bêdad
Ev bidhet e ger xilafî mi'tad
Safî şemirand vexwar dirdî
Manendî derî lisani kurdî
Înaye nizam û întizamê
Keşaye cefa ji boyî amê
Da xelk nebêjitin ku ekrad
Bê me'rifet in bê esl û binyad
Enwa'î milet xudan kitêb in
Kurmanc bi tenê di bê hesêb in
Hem ehlî nezer nebên ku Kurmanc
Eşq nekirin ji bo xwe amanc
Têk da ne di talib in ne metlûb
Vêk ra ne mihib bin ew ne mehbûb
Bê behre ne ew ji eşqbazî
Farix ji heqîqî û mecazî
Kurmanc ne pir di bê Kemal in
Em-ma di yetîm û bê mecal in
Filcimle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bê xudan in

Ehmedê Xanî




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues