La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

6name


Auteur :
Éditeur : Xanî & Bateyî Date & Lieu : 1994, Brøndby
Préface : Pages : 93
Traduction : ISBN : 87-983307-8-0
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1523Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
6name

6name

Berhemên çand û edebî yên bi naverokên xwe têr û tijî, mesaj û heyecaneke têkoşerî û têr hêvî didin mirov û gel. Bi vê yekê kar û xebatên çand, edebî û pîşeyî xizmeta têgihandin, pêşveçûn û serketina gel dikin.

Ji duhî heta îro bûyerên bi serê gelé me han bûyne hevîrê hûnandina berhemên çand û edebî. Zengînîya di vî warî da ji alîyekê bi jîyana gelê me ve girêdayî ye. Ev jîyane bûye bingeha edebîyata devkî. Edebîyata devkî hem têkoşerî, hêvî û heyecanek xurt daye gel hem jî bûye stûneke qaîm ya edebîyata nivîskî. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bêje ku edebiyata devkî hem bûye xîm û xwûna jîyandina çand û edebî û hem jî bûye çeperekî berfireh û xurt li dijî helandin û têkbirina gelé Kurd... Em sedsalên navînî û hetta destpêka vê sedsalê danin alîyekê her berî bîst-sih sale jî hejmara qelemdestên me nedigihişte hejmara ducarî tilîyên herdu desta. Lawazîya di vî warî da xwe di timamî jîyana gelé me ya çandî, edebî, civakî û polîtîk da rû dida. Helbet di rewşek wisa da rol û girîngîya edebîyata devkî mezintir dibû...

Lê belê, îro di hemû baskên jîyana gelê me da pêşveçûnek xûya dike. Taybetî di van deh-pazdeh salên dawî da digel jîyana çandî, edebî û pîşeyî di warê ramyarî da jî pêşketinek berbiçav tête dîtin. Helbet pêşketina bi giştî jîyana çandî, edebî û ramyarî tesîreke pozîtîv li bizava rizgarîya gel û welat jî dike û ev yeke enîya berxwedana gel fireh, gel û xurt dike.


Kurtepêşgotin

Di vê pirtûkê da ses nivîsar cih digrin. Her şeş jî di hejmarên coda yên kovara Nûdem da weşyan. Lê dîsa, me xwast wan bi hev ra di pirtûkekê da jî bi xwendevanan ra bigihînin.

Ji wan Rêya Hêvîyê, hem analîzeke hem jî cihê pêşgotina pirtûkê jî digre.

Bîranîna Cegerxwîn, berê intervu bû. Lê belê, li ser bîranîna wî, bi formeke nû ya novelê ji nû ve hate nivîsîn.

Herçarên dî jî; novel in. Belê hevpişkîyeke hemû nivîsaran jî heye ku bi formeke nû wekî "name" hatine nivîsîn...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues