PÊŞGOTIN
Seydayê Dilmeqes dijî û tijî ye, di nav wan nakokiyên ku dunya tê da ye. Axlep rewşa Kurdistanê; dîroka wê, ji dema berê heyanî îro, bûyerên ku derbasbûne. Zanîn, nezanî, kîn û nefret, daxwazî, hezkirin, tirs û rehem, di nav helbestên Seydayê Dilmeqes da xweş xuya dikin.
Di hêla din da bi ramanekî însanî û bi dilsozî diçe nav diroka Kurdistanê. Ji Zerduşt bigire, heyanî dema Nemrut, Hezretî Îbrahîm heyanî îro bi pênivîsekî xwurt, zulm û îhtirasa ku însan têda ye nivîsiye.
Di nav şerên qirêj da, ew şewat û serjêkirin, qetlîamên ku bûne, bûyerên ku hatine serê her çar parçeyên Kurdistanê û qewmên din, ew zor û zixtên di bin perdeya dîn da qewimîne, dem bi dem hestên însan radikin ser lingan.
Ji hêlek din wexta meriv diroka malbatê dixwîne; pir balkêş e, ku xwe bi dîroka Kurdîstanê ra çawa girêdaye. Ev awa bala min kişand. Pirsgirêkên ku li deverên wan derketine. Koçbarbûna malbatê, devera ku jê tên, tu kes xwedî li wan dernayên, tenê mayîn, bi astengî û nexweşiyan re cardin koçberbuyîn. Piştî demekî dirêj, cardin koçberbûna ber bi devera xwe û heyanî îro...
Dema meriv helbestên Seydayê Dilmeqes dixwîne û li nivîsên wî dinihêre, meriv rastê neheqîyek bilind tê.
Bi wê pênivîsa wî ya xwûrt û hêja ra, meriv ji xwe dipirse gelo Seyda çima di serî da dest bi nîvîs û helbestan nekiriye?
Ku karibû bi vi mejiyê xwurt û hêja pir pirtûkan li du xwe bihêşta.
Lê mixabin şert û mercên ku Seyda têda bûye, ew baştir dizane. Daxwazî tiştekî din e, şert û merc û buyerên ku însan tê da ye tiştekî dinê ye.
Dîsa jî gelek spas ji Seydayê Dilmeqes ra ku vê dîwana hêja û van helbestên qedîm li du xwe hîştiye.
Bi saxî û selametiyê ra hêvîdar im, ku Seyda rokî zutir ji vê rewşa ne xweş xelas be û cardin rake pênivîsê.
Mehdi Zana
Agir
Nemirud bi mencenîqa dar Xelîl Îbrahîmê dil evîndar Avêt nava êgir û pêt û ar Qumqum û fatfatokên jar
Devên xwe tijî kirin av Rijandin ser êgirê nav Vemirandin ar û pêtan Derxistin Îbrahîm ji nav
Paşverû, kurên tur û sam Wan agir berdan daristan Xistin weke dojehê wan Min avêtin nav, bi destan
Dema ku gur û geş bû ar Reqisîn li dor min û ar Wek tamtam û yamyam Ew wehşiyên hov û har
..... |