La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Landika hesta, belbest - 1


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : 2010-01-01, Qamişlo
Préface : Pages : 86
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x200 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 5872Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Landika hesta, belbest - 1

Landika hesta, belbest - 1

Şepal Hêvo

Compt d’auteur

Ala sipî

Dema min ramûsanek
Ji dêmên te revand
Herû çavên min
Peyva (na)
Ji ser lêvên te dizîn
Û buhara sînga te
Ala sipî ji bo min hilda.

Alan Hesen



PÊŞGOTIN

Dema dest dirêj kirin!
xewna û xwestin ku hêviya ji
xortaniyê bi revînin û ciwaniyê bê
viyan bin gor bikin.

Piştî ku xwîn û xwêdan tev li hev bû
li ser dergehên girtî ji lêdanê û destên
me man vala û bê silav hatin
xapandin.

Pêwîst bû ku Landika hesta bê
amadekirin û zemînê dibin lingên ku li
ser sînorên gora sekinî mane û dibin
lingên lerizîde bihejîne

Pêwîst bû ku em leylanan nêçîr bikin
û rastiyê jê parzûn bikin diva bû ku
aso bibe
kaxezek dibin pênûsa ramanên
ciwanan de.

Bi hêvî û evin û viyan ciwan li hev
civiyan û paşe roj li hev pîroz kirin û
di nava pelên landika hesta de dîlana
helbestvana germ kirin.

Bê civan û bi zelalî dibin siya bîr û
baweriyê de xewnên xwe hûnandin.

Bi hêz hebûn ji himêzeke westiyayî

û pîr bûyî revandin û tovên ramanan
di nava axa payîz xêrekê de bi hêvî
bê sînor bê tirs çandin.

Perdên reş tev qetandin û rastiya xwe
ji bin cilikên gemar û kevnar e
derxistin û

li ber roka hebûn raxistin û bi yek
qêrînê gotin êdî em hew bi tinebûnê
razî dibin êdî win nikarin tûjbûna
pênûsên me ko bikin.

Me gelek şev di Landika rojhelatê
de lorandin û gelek sitêr û çiraxên bi
ronî riwê xwe ji me guhertin.

Me bi xwêdanê û hêsir û xwînê
nivîsand û kaniyên helbesta me
parzûn kirin ta em karibin bi
Landika hesta qêrîn bikin.

Çimkî gelek cara bi roka tûj re baran

dibare û gelek cara bi kenê ji dil re
rondik dibare lê hemî cara û hemî
dema ji pênûsa ciwana hêvî dibare.

Şevgerê Kurdî
û
Alan Hesen




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues