La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mirovên hejar


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2001, İstanbul
Préface : Pages : 169
Traduction : ISBN : 975-8637-12-6
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Mirovên hejar

Mirovên hejar

"Edîtorê Mîlanoyî yê ku wergera îtalyanî ya Mirovên Hejar çapkiriye dîbêje ku ev berhem ji bo hemî gelan hatiye nivîsîn, rast e, xebera wî ye. Ez nizanim ku wê pirtûk ji alî herkesî ve bê xwendin an na, lê mîn ew ji bo herkesî nivîsandiye. Mirovên Hejar, çendî ji bo Îspanya, Fransa, Îrlanda hatibe nivîsîn ewende jî ji bo Brîtanya, îtalya, Almanya û hwd; çawa ji bo împeretoriyên ku li ser milên hejaran hatine avakirin hatiye nivîsîn wiha jî ji bo komarên koledar hatiye nivîsîn. Pirsên civakî sînoran nas nakin. Birînên mirovayetiyê, ew birînên bêsînor ku hemî rûdinyê digrin, li xetên sor an hêşîn ên nexşeyan ho venadin, ranawestin qet. Li her ciyekî ku nîjada mirov nezan û bêhêvî ye, jin ji bo nan xwe difiroşe, zarok ji ber peydenekirina pirtûkeke perwerdekirinê û agirekî germ êşê dikşîne, Mirovên Hejar li derî dixe û wiha dibêje: Ez ji bo we têm, derî vekin li min.

Di vê saeta ewende tarî ya şaristaniyetê ku em tê de dijîn, navê hejar, mirov e; ev mirov li hemî îqliman di ber ruh de ye û bi hemî zimanan dinale."

Victor Hugo


PÊŞGOTIN

Edebiyata fransî ya sedsala 19'an di bin bandora nivîskarê binav û deng Vîctor Hugo yê, di 1802'yan de bûye û di 1885'an de miriye, de maye.

Vî helbestvanî her wiha roman jî nivîsîne. ji van, di ya navdartirîn a binavê Mirovên Hejar de, weke parêzerê kesên binketî, jar û çewisandî derdikeve meydanê. Emsalê hêza uslûba wî ya fêrker tune ye û her wiha jî ew wê bi awayekî pir bedew û xweş dinivîsîne.

Piraniya hevokên wî pir hêsan in, lê destanên gelerî yên bêserûber û xweşbîn, ku nivîskar xwestiye biafirînê zanyariyên ewende cûre cûre ango tevlîhev dixwazin, ku xwendevanên piçûk ên fransî ne piştî lêkolînên dûvdirêj be nikarin van berhemên ku pir hindik be jî biyanî   tam û çêja wan distînin bixwînin.
Min jî dest hevokên pir hêsan û pir caran jî gelek bedew neda, lê yên pir zor min ji hev kirin û di encamê de teksteke bi şikl û saziya xwe ya hêsan belê ji ahenga zimanê nivîskar nedûr derket holê. Weke ferheng jî, ji bo her bergekî ji heştê rûpelî pêkhatî ji sê bergên, hezar û dused peyvên besît û dused peyvên pêkhatî min bikaranî.

Ji xwendevanên xwe yên hêja re bi kurtayî em dikarin vê bibêjin: Min xwest ez teksteke bedew, heta ku mirov karibe zû bixwîne û gelek kes bixwînin, amade bikim.

Pierre de Beaumont




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues