La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Doza Kurdistan


Éditeur : Bîr Date & Lieu : 2007, Dîyarbekir
Préface : Pages : 246
Traduction : ISBN : 978-975-00195-6-2
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Mémoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Doza Kurdistan

Versions:

Doza Kurdistan

Qedrî Cemîl Paşa

Bîr

Ez dixwazim, bi kurtî di derbarê gelê kurd û rewşa welatê Kurdistan û serdemên dîrokî de hizrekî bidim û ji ber hizirmend û nivîskarên biyanî yên di derbarê rewişt û taybetmendiyên Kurdistanê de nêrînen hêja nivîsîne beşdarî vê derê bikim û berî ku dest bi mijarê bikim min divêt di vê derbarê de jî ji bo xwendevanan behs bikim.

.....



DESTPÊK

Ez dixwazim, bi kurtî di derbarê gelê kurd û rewşa welatê Kurdistan û serdemên dîrokî de hizrekî bidim û ji ber hizirmend û nivîskarên biyanî yên di derbarê rewişt û taybetmendiyên Kurdistanê de nêrînen hêja nivîsîne beşdarî vê derê bikim û berî ku dest bi mijarê bikim min divêt di vê derbarê de jî ji bo xwendevanan behs bikim.

Miletê kurd, berî dîrokê dest pê dike heta nasnama xwe ya evroke ku ji qebîleyên "Kurtî" û "Gutî" dihên, berî duhezar salan li quntarên rojhelata Asya dewlet damezrandine û karîgeriya xwe ji rojhelat heta ber bi sînorên Hindistanê, li başur heta Kendava Besra û Derya Oman dirêj kirine ku dîrok vî tiştî nîşanî me dike. Lêkolînên dîrokî yên dawî dupat kirine ku hindek pertûkên ji fermanrewayên Fars, Asur, Babîl mane zaravayên wan Kurdî/Madî ne. zimanê kurd di nav demê de duçarî hindek guhorînan bûye, zimanekî Med/Mar e ku hokarên morfolojîk û bi lêvkirina wê nîşan dide, ji ber helkeftina 'eşî ve jî çi guman nîne ku kurd ji Medan peyda bûne.

Li dûv dîroka ku C.P. Bedevî ji pertûkên zanyarên dîrokî yên rojavayî û rojhelatî kom kiriye dibêje; kurd 10 hezar sal B.Z. di demê koçberiya giştî de ji Îskandinavyayê ber bi başûr û rojhelatabaşur koç kiriye, li ser Kafkasan re hatine çiyayê Araratê, bi xwe nejada "Arî" ya Hînt-Ewropî ne. Ji van her du qebîleyên mezin Kurtî û Gutiyan, Gutî ber bi derya Xezar çûne li rojhelat gehiştine sînorên Hîndistanê, li başur jî gehiştine Kendava Besra û Derya Oman. Kurdên ku çar hezar salon berî zayînê li vê welatê fireh niştecîh bûn, heta demê ku Îskenderê mezin ev deverane vekirin jî li ser van xakan desthelatdar bûn. Li wê serdemê zimanê wê welatê berfireh kurdî bû û ayîna wî jî zerdeştî bû.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2020
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues