The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêvî her dem heye - I


Author :
Editor : Do Date & Place : 2008-01-01, İstanbul
Preface : Pages : 224
Traduction : ISBN : 978-9944-108-47-8
Language : KurdishFormat : 135 x 195 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. 5432Theme : Literature

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Hêvî her dem heye - I

Versions

Hêvî her dem neye

Hesen Huseyîn Denîz

Weşanên Do

- "Yaw ma hûn fêm nakin, wê sibe operasyon derkeve, pêwîst e em dûr bikevin."

- "Operasyon derkeve jî wê li ser nuqteya şikêran a em jê hatin çêbibe. Bawer nakim jê û vir ve were. Heta xwe berdin nuqtê û li nava şikêran bigerin, ji xwe wê bibe êvar û pê re negihên ku ber bi vî alî ve werin. Emê jî êvareke din bi rehetî rêka xwe qut bikin û hevalan hilgirin saxlemiyê."

- "Wele însanên din jî wekî we nakin. Çima em îşev nameşin xwe ji çepera operasyonê navêjin der ve, çima emê li hêviya şeveke din bimînin?"

- "Bawerke kabên min naşixulin ku ez deh gavên din bimeşim. Va ye ez li vir rûdinêm û hûn dixwazin biçin, dixwazin bimînin."

- "Heval rabin, wiha nekin, hûnê me bidin îmhakirin."

- "Tu jî xwe zahf ditirsînî lo, em van deran piç û piç dinasin. Ku em dibêjin çi nabe, bizane ku çi nabe."



Kes û cihên di vê romanê de, hatine guhertin

JI BER PÊŞGOTINÊ VE

"Mirov bê serkeftin dikare bijî,
lê bê hevî nikare jiyan bike!"

Mirovê/a serkeftinê ji destê xwe birevîne, dikare careke din xwe komî ser hev bike û bi têkoşîn û berxwedaneke tê xwestin, serkeftina pêwîst bi dest xwe bixe, bes ku hêviya xwe winda neke. Lê ku hêviya xwe winda bike, ew careke din nikare serkeftinê jî bi dest xwe bixe. Heta dev jê berde ku serkeftinê bi dest xwe bixe, mayina wî/wê ya di jiyanê de bê wate dibe.

Di jiyana têkoşîna rizgariya gelê kurd de qasî serkeftinan binketin, qasî qahremantiyan tirsonekî, qasî berxwedanan xayintî û qasî vîna azadiyê teslîmkarî hat jiyandin. Li kêleka mirovên heta guleya xwe ya dawî şer kirin, mirovên bê teqandina guleyekê çeka xwe avêtin û reviyan; li kêleka mirovên tî, birçî, pêxwas û tazî li ber xwe dan, mirovên li ser derfetan xwe dan jiyandin û rantxuriya nirxên têkoşînê kirin ne kêm hatin dîtin. Dema hinek gerilan bi birîndarî diketin destê neyar û ew bi işkenceyên herî wehşiyane qetil dikirin, hinekên xwe bi taseke şorbe difirotin neyar jî di binê cilika bênamûsî û xayintiyê de gule bi ser gelê xwe de direşandin.

Hinek li ser xaka Kurdistanê bûn xwediyê gorên nediyar; lê di dilê gelê xwe de weke kulîlkên azadiyê şîn hatin û di serhildanan de bûn hêz û wêra dilê gelê Kurd. Li kêleka vana hinekên xwedî gorên diyar, bi laneta gel hatin bi bîranîn û gel ew ji goristanên xwe qewitandin.

Têkoşîna azadiya gelê kurd ji berxwedana li hemberî zilma koledariya Asûriyan destpê dike û heta roja me didome. Di roja me de zordariya dewleta Tirkiyê li ser gelê Kurd dimeşîne, di dîroka ti gelan de ewqasî bi yekalî, ewqasî bi bêmafî û ewqasî wehşiyane nehatiye meşandin. Gelekî ku nasname, çand û zimanê wê lê hatibe qedexekirin, ji têkoşîna liberxwedanê zêdetir dikare çi bike? Keç û xortên dev ji tevahiya jiyana xwe ya di binê sîbanê sazûmana desthilatdar de berdidin û li navsera çiyayên azad mil didin hev bi mafdariya ji vê mafxuriya sazûmana Tirkiyê têdikoşin û dirokeke bi rûmet ji gelê xwe re û rûmetekê ji xwe re bi ked, xwîn, candayîn û têkoşîna xwe re dinivîsînin. Xwezî bi dilê van!

Di vê pirtûka weke ceribandinekê pêşkêş dikim de min xwest bînim ser ziman ku tevî her tiştî ji bo gihiştina azadiyê, dildariya jiyanê û baweriya bi serkeftinê, hêvî herdem heye; ev hêvî wê gelê kurd bibe azadî û serkeftinê û gelê kurd deyndarê afiranderê vê hêviyê ye.

Di rojên min ev berga vê romanê bi dawî kir de agahiya jehrîkirina afiranderê vê hêviyê hat. Sedem û awayê dijminatiyê çi û çawa dibe bila bibe, ji bo her kurdekî, ji aliyê neyarê kurdan ve jehrîkirina kurdekî di destê xwe de dîl girtiye, bi sedema rêbertiyê ji doza azadiya gelekî re dike, bi awayekî zanistî û sîstematîk, tê wateya jehrikirina giştiya netewa kurd.

Peyama vê jehrîkirinê kuştina hêdî bi hêdî ya giştiya nijada kurd e. Di vê cîhana newekhev û sazûmana wê ya bêbext de para didin kurdan, an koletiya bê maf an mirina hêdî bi hêdî ye! Bê guman her kurdekî xwe mirov û xwedî rûmet dibîne pêwîst e li hemberî vê helwesta wehşiyane a sazûmana Tirkan qiyametê rake!

Bi vê sedemê ez vê pirtûka xwe ya parçeyek ji jiyana têkoşerên azadiyê ku di rewşa mirinê de jiyanê diafirîne, di binê her şert û mercên zor û zahmet de hêviya xwe ya jiyanê û serkeftinê winda nake, baweriya xwe ya bi têkoşînê, bi giyana hevaltî û nirxên azadiyê ve her zindî digre, bi rêzdarî ji dil diyarî afirandêrê vê hêviyê dikim.

Bi silav û rêz
Hesen Huseyîn Denîz
3.Adar.2007/03.30
Qendîl




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals