La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêvî her dem heye - II


Auteur :
Éditeur : Do Date & Lieu : 2009-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 284
Traduction : ISBN : 978-605-4427-04-8
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. 5433Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hêvî her dem heye - II

Versions

Hêvî her dem heye - II

Hesen Huseyîn Denîz

Weşanên do

Romana Hesen Huseyîn Denîz li ser çîrokeke rastîn hatiye lêkirin, lê cih û nav hatine guhertin. Denîz li ser romana xwe wisa dibêje: "Di jiyana têkoşîna rizgariya gelê kurd de bi qasî serkeftinan binketin, bi qasî qehremaniyê tirsonekî, bi qasî berxwedanê xayintî û bi qasî vîna azadiyê teslîmkarî hat jiyandin. Li kêleka mirovên heta guleya xwe ya dawî şer kirin, mirovên bê teqandina guleyekê çeka xwe avêtin û reviyan; li kêleka mirovên tî, birçî, pêxwas û tazî li ber xwe dan, mirovên li ser derfetan xwe dan jiyandin û rantxuriya nirxên têkoşînê kirin jî kêm nehatin dîtin."

Diyarname



Kitêba Hesen Huseyîn Denîz, Hêvî Her Dem Heye, bi metn, bi binmetn û bi dervayî metn, çîrokeke dijwar li dar dixe. Çirokeke siyasi ye û modernîzma şerê çekdarî berhewa dike. Heqîqetên metnê û ên dervayî metnê hev digrin û metn dibe manîfestoyeke postmodern.

Ali Fikri Işık


Hêvî her dem heye;
Dema ku hêvî diqede jî,
Guh bide ser dilê xwe;
Wê ewê hêviyê biafirîne!
Tê bibînî ku
Bi rastî jî
Hêvî her dem heye!

HESEN HUSEYÎN DENÎZ

Di sala 1960î de li gundê Sitilîlê yê girêdayî Nisêbînê ji dayik bû. Dibistana seretayî û navendî li Serêkaniyê ya Ruhayê xwend. Zaroktiya wî li vir derbas bû. Dibistana Ziraetê li Sitenbolê xwend.(1976-79) Di van salan de hevnasîna wî bi tevgera azadiyê re çêbû. Piştî dibistan qedand bi erka Teknisyentiya Ziraetê hat Gercewsê. Di sala 1981ê de, piştî hatina Cûntaya 12ê Îlonê li Gercewsa Mêrdînê hat girtin. Qasî 8 salan di Zîndana Leşkerî ya Diyarbekirê de ma. Bi îşkenceyên tên zanîn re rû bi rû ma. Di sala 1988an de ji zîndanê derket û derbasî Libnanê bû.

Dema li zindanê jî ceribandin û helbest û rojane dinivîsand û li zindanê di derxistina kovara bi navê 'Hawar' û 'Çirûska Jiyan' de cih digirt ku ev her du jî ji aliyê dîlên azadiyê ve bi dest dihatin nivîsandin û zêdekirin.

Hesen Huseyîn Denîz ji malbatek welatparêz û rewşenbîr tê. Ji zaroktî ve mereqa wî li ser xwendin û nivîsandina kurdî hebû. Birîna Reş û Qimil her du pirtûkên Musa Anter û Alfabeya M. Emin Bozaslan hîn di zaroktî de xwendibû.

Bi salên 1990î re, ji rojnameya Azadiya Welat re gotar dinivîsand, ji Kovara Rewşen a li Ewropa derdiket re jî dinivîsand û demekê ji Rojnameya 'Berxwedan' û 'Serxwebûn'ê re berpirsyarî û edîtorî kir. Dîsa demek dirêj redeksiyona axaftin û pirtûkên Rêbertiya Gelê Kurd kiriye.

Piştî şehîdkirina birayê wî Huseyîn Denîz û xalê wî Mûsa Anter di sala 1992an de wekî erka domandina pênûsa wan li ser milê xwe dît û dest bi berhemdayînan kir. Sala 1994an dîsa derbasî welêt bû, li herêma Behdînan û Botanê ma. Di sala 1998ê de birîndar ket û derbasî Rojhilat, ji wir jî derbasî Herêma Medya bû. Li Herêma Parastina Rewa Medya Mamostehiya zimanê kurdî û nivîskarî bi hev re meşand.

Bi salan e ji malperên kurdî û rojameya Azadiya Welat re dinivîsîne. Herî dawî du pirtûkên wî bi alîkariya Enstituya kurdî ya Brukselê li weşanxaneya Do hatin çapkirin; 'Rênîşanêra Vegotina Kurdî Rêziman û kompozisyon' , 'Hêvî Her Dem Heye (berga yekem, Roman)'

Hesen Huseyîn Denîz niha jî mamostehiya zimanê kurdî, zaravayê kurmancî li Swîsre didomîne, pirtûkên fêrbûna kurdî amade dike û nivîskariyê didomîne. Qasî deh pirtûkên din ên li hêviya çapê yên nivîskar Denîz hene. Zêdetirê van çîrokên ji bo zarokan û yên klasîkî yên wêjeya kurdî ne.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues