LÊGERÎNA MIROVEK BÊ KUL Û KESER
Li welatê Hori yên Buhişta Cîhanê ku bi mêrg û çîmenên xwe, bi kanî û robarên xwe, bi çiya û newalên xwe, bi deşt û beriyên xwe, bi dar û berên xwe, bi teyr û tilûrên xwe nav û deng daye tevahiya xakên mirov li ser dijîn, mirovekî xemgîn hebû. Di cîhanê de çi bûyer biqewimiya vî mirovî xema wê dixwar û ji xwe re dikir kul û keser. Ger ba liviyaba û pelçîmekê xwe ji darê berdaba xwarê û xaka bi xunav himbêz kiriba, li ber rûdinişt û dilê xwe bi pelçîmê dişewitand, pê re diaxivî û li ser serpêhatiya wê dihizirî.
Bêhnekê wiha bi pelçîmê re rû bi rû dima û awirên wî di bedena pelçîmê de şîlo dibû û ji cihana xwe derbasî cihana pelçîma ji darê ketiye dibû. Wê demê pelçim bi bayê dihat re hêdî bi hêdî diliviya û dest bi vegotina serpêhatiya xwe dikir, digot:
- Erê, erê, mirovê delal!... Dema ez li ser darê bûm, çiqasî hişîn û req bûm, têr av û zindî bûm. Min li ser mirovan dikir sî û dihatin li bin siya min vedihisiyan, evin û tinaza xwe diborandin. Ez ji teyr û tilûran re dibûm himî ku xwe ji nêçirvan û goştxuran diparastin. Min ji tîrojên rojê germahî ... |