SOBARTO* Li gor jêderên dîrokî. sînorê Sobarto ji rojhilat de Çiyayê Zagros e û ji rojava de Çemê Xabûr e û li gor Merdok Blan (710-721 Berî Zayînê), şoreşgerê dijî desthilatdariya Aşûriyan, Sobarto, navê herêma Aşûriyan bû. "Soî",** li gor jêderên dîrokî.. Soî, ango niştecihên herêma "So" yên herî kevn in li vê herêmê û rastiya ku vê yekê bi cih dike navê herêmê ye (Subar) yê ku di nivîsarên Ay anatim de li dora 2430-2470 BZ cara yekemîn bikarhat ev nav, ji "Su" ango navê niştecihên herêma "Su" ya li başûrê rojavayê "Wan"ê, û peyva "Bar" ya ku bi Somerî bi wateya "derve" tê bikaranîn, û bi vî awayî wateya navê "Sobar" ev e, soîyên li derveyî sînor û peyva Sobarto di nivîsên mîxî de hatiye dîtin. Ji ber ku Someriyan tim ev herdu tîp "To" di zimanê xwe de weke nîşana navên cihan bikartanîn. Û herêma Sobarto, li gor nivîsên mîxî, di sê hezar salên berî zayînê de, zêdeyî carekê ketiye bin destên dagirkeran.
_________________ (*) û (**) ji dîroka kurdan ya kevn -bi zimanê erebî- hatine girtin. Dr. Cemal Reşid Ahmed û Dr. Fewzî Reşîd. Ji Weşanên Komara Îraqê Wezareta Hînkirina Bilind û Lêkolînên Zanistî, Zanîngeha Selaheddîn, Erbîl, 1990, Rûpelên 41-42-43. |