La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ro û Zê


Auteur :
Éditeur : Do Date & Lieu : 2011-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 78
Traduction : ISBN : 978-605-4427-26-0
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Jeu. Ku. 335Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ro û Zê

Ro û Zê

Hesen Huseyîn Denîz

Weşanên do

Di rojeke dirokê de, welatek xwediyê çiyayên bilind, geliyên kûr, newalên fireh û beriyên bê ser û ber hebû. Li vî welatî du golên mezin, du çemên kûr û fireh û du evîndarên bi evîna xwe şa nebibûn hebûn. Yek ji vana Ro, ya keça Padîşahê wî welatî bû, yek jê jî Zê, yê kurê gavanê wî welatî bû.

.....



KEÇA PADIŞAH HEMÛ XWEZGÎNIYAN PAŞ DE DIZÎVIRÎNE

Di rojeke dirokê de, welatek xwediyê çiyayên bilind, geliyên kûr, newalên fireh û beriyên bê ser û ber hebû. Li vî welatî du golên mezin, du çemên kûr û fireh û du evîndarên bi evîna xwe şa nebibûn hebûn. Yek ji vana Ro, ya keça Padîşahê wî welatî bû, yek jê jî Zê, yê kurê gavanê wî welatî bû.

Ro, keçeke bejinzirav a weke tayeke rihanê bû ku dema derdiket ser şaneşîna qesra bavê xwe, hesreta xort û ciwanan bû ku bikaribin bêhnekê li ber dîwarê qesrê rawestin û ji xwe re li bejn û bala wê binêrin. Guliyên porê wê yên li ber tîrêjên tavê bi heft rengan diterisîn dadiketin heta pehniya wê û keziyên ku xwe berdidan ser hinarkên sêvînî yên rûyê wê, bi her livandina serê xwe re agir berdida nava dilê xort û ciwanan. Keskahiya çavên wê ji keskahiya mêrg û çîmenên Mêrgûmarê tarîtir û herdem şile dibiriqîn. Mijankên wê yên dirêj û serê wan bi jor ve tewiyayî, bi burhên wê yên ziravî tenik re li kêlekên dûr ên çavên wê, wiha ji hey dûr diketin ku ji ber xwe ve awirên wê tûj dikirin û vê yekê jî xweşikbûneke cudatir dida ser rûyê wê yê spehî û grover. Lêvên wê yên girs û lihevhatî, bêvila wê ya biçûk û hinarkên rûyê wê yên herdem gulpembeyî, bi çena wê ya biçûk û girover re wiha ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues