La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dara sêvê


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2012, İstanbul
Préface : Pages : 40
Traduction : ISBN : 978-605-5279-12-7
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dara sêvê

Dara sêvê

Mûrad Dildar

Hêlîn / Avesta

Hebû tunebû, li welatekî dûr axayekî pirr dewlemend hebû. Navê wî Nêçirvan Axa bû. Baxçeyekî wî yê xweşik û pirr mezin hebû. Gul û kulîlkên reng bi reng di nav vi baxçeyî de şîn dibûn. Gava bîhna gulan li nav baxçe belav dibû, meriv ji wê bîhnê mest dibû. Ji vî baxçeyê xweşik û mezin re digotin Baxçeyê Heftreng. Ji bo gul û kulîlkên Baxçeyê Heftreng bîhn bikin û li rengên wan ên xweşik temaşe bikin, ji welatên dûr meriv dihatin dîtina Baxçeyê Heftreng. Ji bo gul û kulîlkên vî baxçeyî resim bikin, wênesazan rengên xwe yên herî xweşik hildibijartin û reng li rengan zêde dikirin. Ji bo li ser vî baxçeyî bibarin, dilopên baranê bi hev re diketin pêşbirkê. ...



Murad Dildar: Di sala 1966ê de li Diyarbekrê, li gundê Elîparê hatiye dinyayê. Dibistana pêşîn û lîse li Diyarbekrê xelas kiriye. Li unîversîtê beşa felsefê xilas kiriye. Bêyî çîrokên zarokan çarînan jî dinîvîse. Bi navê "Qesra Spî" (Hêlîn, 2009) berhemek wî heye.


Ji bo Uğur Kaymaz û Ceylan Önkol

DARA sÊVÊ

Hebû tunebû, li welatekî dûr axayekî pirr dewlemend hebû. Navê wî Nêçirvan Axa bû. Baxçeyekî wî yê xweşik û pirr mezin hebû. Gul û kulîlkên reng bi reng di nav vi baxçeyî de şîn dibûn. Gava bîhna gulan li nav baxçe belav dibû, meriv ji wê bîhnê mest dibû. Ji vî baxçeyê xweşik û mezin re digotin Baxçeyê Heftreng. Ji bo gul û kulîlkên Baxçeyê Heftreng bîhn bikin û li rengên wan ên xweşik temaşe bikin, ji welatên dûr meriv dihatin dîtina Baxçeyê Heftreng. Ji bo gul û kulîlkên vî baxçeyî resim bikin, wênesazan rengên xwe yên herî xweşik hildibijartin û reng li rengan zêde dikirin. Ji bo li ser vî baxçeyî bibarin, dilopên baranê bi hev re diketin pêşbirkê. Te digot qey Baxçeyê Heftreng, parçeyekî ji bihiştê ye. Ewqas gulên xweşik û rengîn di Baxçeyê Hefreng de hebûn ku bilbil şaş diman li ser kîjan gulê deynin û li ser kîjan gulê bixwînin. Ki di ber Baxçeyê Heftreng re derbas bibûna li ber disekinî û bi saetan li gulên rengîn temaşe dikir. Gava gulek bibişkuviya şêniyên gund ev bûyer bi def û zurne pîroz dikirin. Gava ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues