La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Serpêhatiyên Zana


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2011, Istanbul
Préface : Pages : 260
Traduction : ISBN : 978-605-5585-87-7
Langue : KurdeFormat : 135x215 mm
Code FIKP : mele xalit, saetçîThème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Serpêhatiyên Zana

Serpêhatiyên Zana
& hin çîrokên bi qafiye

 

Di sala hezar û nehsed
Digel pêncî û çara
Payîz hat erd bû cemed
Tu kes nema li wara

Herêma navî Serhed
Çiyayên rût ji daran
Mirov nemîne bê ked
Li wir namîne caran

Pîr û ciwan tev gedan
Bêgav li wir dikin jîn
Tev xidamê heywanan
Qîz û bûk û mêr û jin

Di vê dîroka min got
Mêhvan bûm ez li Tatwan
Serma golê min disot
Rûniştîbûm li qehwan
Hebû hew otêlek wan

....


Ez di sala hezar û neh sed û sî û çaran de li qeza Licê, li taxa melan hatime dinê. Piştî temenê min giha heft salan, min dan ber xwendina erebî, heta ez bûm bîst salî min li gelek ciyan, li ba melan xwend, geh li gundan geh li Licê. Di sala hezar û neh sed û pêncî û çaran de çûm eskeriyê û di vegerê de çûm Licê û li gundekî bûm îmam heta hezar û neh sed û şêst û pêncan.


Dû re min terka îmamiyê kir û ez hatim li Diyarbekrê dikanekê vekir û ez bûm saetçî. ev bû çil û şeş
sal ku ez vî karî dikim. ez nebûm maldar û nebûm jar, şeş zarokên min hene û hemû jî zewicandî ne, bi kurtî
ev e jiyana min.

Xalit remo (ayçîçek)
Diyarbekir, 16 gulan 2011




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues