La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka Edebiyata Fransî


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1998 , Stockholm
Préface : Pages : 151
Traduction : ISBN : 91-89014-32-4
Langue : KurdeFormat : 170x240 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3965Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîroka Edebiyata Fransî

Dîroka edebiyata fransî : sedsala hivdehan û hijdehan

Dîroka Edebiyata Fransî, bi zimanê kurdî? Gelo hemû edebiyata fransî? Bêguman, na. Na ji ber ko bernameyeke bi vê mezinbûnê xebata salan e, ew karê umrekî dirêj e, eger bi ser de jî umrê mirovekî têra wê bike. Xebateke weha berfireh karê akademiyekê ye û ez li jora Swêdê, li welatê berf û serma û tarîtiyê bi tenha serê xwe me û ji hemû kesên ko dikarin alikariyê bikin, dûr im. Ji ber giranbûna barê ko ez dixwazim bidime ser milê xwe, ez naengirim û rêyeke dirêj ji xwe re nakime armane. Gerek e ko ez barê xwe sivik bikirn, nigên xwe, wek ko kal û bayan gotine, li gora berra xwc radim. Hêviya min avêtina gavekê ye, mebesta min amadekirina pirtûkeke hûrik û lihevhatî ye il ser nivîskarên fransî yên sedsala hivdehan û hijdehan, yên herî navdar.

Helbijartina navan di amadekirina antolojiyekê de hergav ji aliyckî serêşiyek mezin e û ji aliyekî dî berpirsiyariyek giran e. Nivîsîna hezarên rûpelan li ser hemû nivîskarên mezin û biçûk, bi kurdî, ne armanea min e. Ez dixwazim gaveke biçûk, lê gaveke pêşîn, di warê pêşkêşkirina nivîskarên fransî de, bi zimanê kurdî, bavêjim. Ez nivîskarên herî mezin û navdar bi zimanekî hêsan, didime nasîn...


Pêşgotin

Dîroka Edebiyata Fransî, bi zimanê kurdî? Gelo hemû edebiyata fransî? Bêguman, na. Na ji ber ko bernameyeke bi vê mezinbûnê xebata salan e, ew karê umrekî dirêj e, eger bi ser de jî umrê mirovekî têra wê bike. Xebateke weha berfireh karê akademiyekê ye û ez li jora Swêdê, li welatê berf û serma û tarîtiyê bi tenha serê xwe me û ji hemû kesên ko dikarin alikariyê bikin, dûr im. Ji ber giranbûna barê ko ez dixwazim bidime ser milê xwe, ez naengirim û rêyeke dirêj ji xwe re nakime armane. Gerek e ko ez barê xwe sivik bikirn, nigên xwe, wek ko kal û bayan gotine, li gora berra xwc radim. Hêviya min avêtina gavekê ye, mebesta min amadekirina pirtûkeke hûrik û lihevhatî ye il ser nivîskarên fransî yên sedsala hivdehan û hijdehan, yên herî navdar.

Helbijartina navan di amadekirina antolojiyekê de hergav ji aliyckî serêşiyek mezin e û ji aliyekî dî berpirsiyariyek giran e. Nivîsîna hezarên rûpelan li ser hemû nivîskarên mezin û biçûk, bi kurdî, ne armanea min e. Ez dixwazim gaveke biçûk, lê gaveke pêşîn, di warê pêşkêşkirina nivîskarên fransî de, bi zimanê kurdî, bavêjim. Ez nivîskarên herî mezin û navdar bi zimanekî hêsan, didime nasîn.

Hebûna Dîroka Edebiyata Fransî bi zimanê kurdî ji bo min xewneke şîrîn e. Mirov xewnan di serê xwe de kok dikin da ko ew wan paşê bikin rastiyên berbiçav. Ez didim ser rêya xewnê û derbasî hundirê baxçeyê gulan dibim, ji her gulîstanekê  destegulek, ji her rengekî rengek, ji her govendeke bîhnan mistek bîhn, ji her awazê ahnengekc kurt û şîrîn. Ez dikevim nava baxçeyê gulan û tirsa min ew e ko bîhna xweş û rengên boş min sermest bikin û ez xwe û hevalên xwe ji bîr bikim. Li ser nivîskarekî wek Rousseau bi fransî bi hezaran pirtûk û lêkolîn hene. Ez li ser wî nêrînekê digihînime xwendevan, nêrîneke biçûk, ne bêtir; ez li ser wî tistên herî pewîst hildibijêrim Helbet kêmasî û çewtiyên min hene. Ez gelek nivîskarên hêja bêguman ji bîr dikim, an nikaribim ciyekî li gor mezinbûna wan bidime wan. Hêviya min ew e ko çewitiyên pir mezin di vê bernameyê de peyda nebin û ko rê, herweha ji bo raman û lêkolînan re fireh vekirî bimîne.

Piştî xwendina vê pirtûkê helbet mirov nabe bawer bike ko ew hertiştî li ser nivîskarekî wek Racine an Voltaire dizane Her nivîskarek cîhaneke bi serê xwe ye, deryayeke bîhn û reng û awazan e Ev pirtûka hanê bêtir danasînek e û hêviya min ew e ko ew edebiyata fransî li ber dilan şêrîn bike, meraqa xwendin û wergerandina berhemên nivîskarên fransî pir bike.

Ez Dîroka Edebiyata Fransî bi sedsala hivdehan û hijdehan dest pê dikim, lê belê eger Xwedê destûrê bide, ez ê li edebiyata Sedsalên Navîn û sedsala şanzdehan vegerim û paşê berdewam bikim, ta demên nûjen.

Wek vê pirtûka ku ez bi kurdî amade dikim bi sedan pirtûk bi zimanê fransî hene û ew ji bo şagitên herdu salên dawî yên berî zankoyê ne Bi hezaran mamoste û nivîskarên fransî hene ku wan xwe dane hev û pirtûkên wek vê yekê ji bo wezareta perwerdina neteweyî çê kirine. Serçaviyên min pir in û min ji dehan pirtûkan agahiyên vê pirtûkê dane hev, wergerandine kurdî, hilbijartine Pirtûka mamosteyê min yê Sorbonnê Pierre Brunel ya bi navê Histoire de la littérature française (Dîroka Edebiyata Fransî) bi taybetî alîkariya min kiriye Hesenê Metê û Mahmûdê Lewendî destnivîsa min xwendine, li ser zimanê  wê û çewtiyên rastnivîsînê hûr bûne, serê xwe êşandine. Ez mamosteyê xwe û herdu hevalên xwe spas dikim û vê pirtûkê pirtûkxaneya kurdî dikin.

Dr Fawaz Husên
Swêd, 1996-1998




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues