La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çiyayê Kurmênc û Têvgêra Murûdan


Auteur : Multimedia
Éditeur : WKJKS Date & Lieu : 1993, Stockholm
Préface : Pages : 80
Traduction : ISBN : 91-971832-1-0
Langue : KurdeFormat : 135x200 mm
Code FIKP : Liv. K. L. 3693Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çiyayê Kurmênc û Têvgêra Murûdan


Çiyayê Kurmênc û Têvgêra Murûdan

Roger Lescot

WKJKS

"Roger Lescot yek ji wan dostan bû ku wî di warê nasandina çanda Kurdî de bi wergerandinên xwe yên sipehî xebateke giranbiha kiriye. Di sala 1936'an de gava ew li Parîsê xwendina xwe temam dike, hukûmeta Fransa wî dişîne Enstîtuya Fransiz a Şamê. Li Şamê ew rastî Celadet Bedirxan tê, dostaniyeke wî ya mezin çê dibe.

Roger Lescot giraniya xebata xwe ya zanistî dide ser Kurdan; Kurdî hîn dibe, çîrok, metelok û efsaneyên Kurdî berev dike, li ser jiyana Kurdan ya civakî, li ser ola Êzidiyan lêkolînan dike. Hin beş ji vê xebata wî ya destpêkê di kovara Hawarê de di bin navê "Tawusparêzî" bi Kurdî û bi Fransizî derdikevin.

Roger Lescot di nav Kurdên Sûriyê de hewqas dihat naskirin û hizkirin ku kesî bi navê wî yê Fransizî gazî nedikirê; navekî Kurdî lêkiribûn: Ew Lezgîn Axa bû.

Di sala 1938an de pirtûka wî ya pêşî ya li ser Kurdan dertê. Ew li ser Êzidiyên Sûrîyê û Sincarê ye.

Di Kanûna 1945'an de Roger Lescot li Zanîngeha Sarbonê kursiya zimanê Kurdî saz dike û li wir salekê dersên zimanê Kurdî dide, heta ku Kamûran Bedirxan ji Beyrûtê were dewsa wî bigre.

Gava ku nexweşiyeke bêderman Lezgîn Axa di sibata 1975'an de ji nava me bir, ew hê 61 salî bû"



PÊŞGOTIN

Zincîra Çiyayê Kurmênc ku bi sîstema Torosê ve girêdayî ye, ji bakur-rohilat dirêj dibe başûr-rohilat. Başûrê vê zincîrê Geliyê Efrîn e1. Tenha dawiya wê ya başûrî dikeve nav axa Sûriyê.

Kurdax an Cebel el-Ekrad2, roavayê wî Geliyê Qereso ye, rohilatê wî Deşta Ezazê ye, başûrê wî Efrîn e, bakurê wî sînor e. Sînorê bakur ji Meydan Ekbesê dest pê dibe û diçe digihê Kilisê. Çiyayê Kurmênc rêzek e ji çiya û newalan. Bilindahiya wî ya navîn ji 700 ta 1200 mitr e, tevde geliyêd kûr û teng in, ji başûr-roava ve vedibe û berve bakur-rohilat diçe. Di navbera wan de derbasbûn zehmet e. Tenê korta Reco û Efrînê ku ji roava diçe rohilat, rêya hêsin tê de ve dibe, ew jî rêya ku xeta tirênê tê re diçe ye.

Çiyayê Kurmênc nêzîkî deryayê ye û avî ye. Gelek kaniyêd wî hene, girîngtirîna wan Çemê Êfrîn e. Keskahiya Çiyayê Kurmênc mîna a welatêd li ber derya Sipî ne : mêşeka pirr siq çiyan digre, geliyêd wê yêd germ û bê ba ji gênim, ceh, nîskan, nokan..., şînkahî û darêd fêkiyê re dibin.

Heyam ji saxiya mirov re pirr î pak e, havînêd wê pirr germ in û zivistanêd wê jî pirr bi berf û baran in.

1- Hatinêd Çiyayê Kurmênc3:

Serektirîn hatinêd Çiyayê Kurmênc êd çandinî di geliyan de genim e, ceh e, nîsk in, û li van salêd dawîn tutûn jî hate çandin4. Rêjî li vê paşiyê çandina tutûnê xiste qanûnê. Li ser pişta giran, şêniyê Çiyê darêd fêkî (wekî hinar, zêtûn5, sêv û hwd..) û mêwan6 diçînin. Îro, daristan ji fêdegirtinê pirr tê pandin, berê gelek komir jê dîhate gîrtin û dişandine Helebê7. Xudankirina dewaran jî ciyekî girîng dîstîne, nemaze piyê bakur-roava yê Çiyê pirr kêm ji çandiniyê re dibe. Ji dewaran, êd pirr mî û bizin in, çêl pîrr hindîk in8.

Pîşe, li Çîyê mirov dikare bêje hema nîne. Wekî dînê, jin, li zivistanê, gelek kilîmêd9 fodil êd rengxweş çê dikin. Bi tevahî, şênî li wir ji xwe re bi kartîne10.

2- Şênbûna Çiyayê Kurmênc :

Navçe seranser Kurd tê de rûniştine, loma navçe bi Kurdan hatiye nav kirin. Şêniyê wê bi per-galêd xwe yêd fîzîk û manawî, bî gelemperî, pergalêd hemwelatiyêd xwe yêd bakur dikşînin11. Lê dîsa, têkarkirina hevsiyêd xwe yêd Êreb û Tirk li ser wan heye. Sinçiyêd wan, bergêd wan, mejîyê wan bi mejiyê wan tesîr bû ye. Di zaravayê wan ê ku gelekî herimî bûyî de, pareka xurt ji gotin û hevokêd Tirkî tê de heye.

Dîroka rûniştina Kurdan li vî Çiyayî pirr zor e were diyar kirin. Wekî dinê, mirov dikare bigihîne demeka pirr kevin. Di kronîka sedê XVI de, Şerefname xuya dike ku yekî ji Menda12, di destpêka sedê XIII de, mîrekî êrgan13 navê wî Kûseyrê Êntakiya, aniye ba xwe. Şerefname dibêje ku Êzdiyêd navçê û "Kurdêd Cûmê (Geliyê navîn ê Êfrîn) û yêd Kilisê" hevalbendî bi wî mîrî re girêdan. Êm tiştekî li ser hozêd14 ku hîngê li navçê rûdiniştin nizanin, wekî dinê dibe şênbûna Çiyayê Kurmênc ji hîngê de ji binî de hatibe guhartin. A rast, hemî şênbûnêd vê gavê, ji bilî şênbûna Cûmê, diyar e ji nêzîk de çê bûne û bîranînêd navçê hên li ba wan teze ne. Şêxan ji navça Bîrecikê hatine, Şikakî ji Kurdistana Rohilat hatine (Şêxanêd Gola Wanê binêrin), Biyan şaxek in ji Reşwanan, êla ku li başûrê Meletiyayê (Kurdistana Bakur) rûdine, Êtmankan ji Dêrsimê hatine, hên parek jê bi vî navî li wir heye. Êzdî jî pirraniya malbatêd wan ji pin êlêd cihê hatine (Xalitan, Şerqiyan, Dawûdî, û hwd.). Êw di nava sedê XVII û XIX hatine Sûriyê.

Niha pênc hozêd mezin li navça Çiyayê Kurmênc rûdinin. Li başûr, Cûmî ne; li rohilat, Şikakî ne; li roava, Amkan û Şêxan in; li bakur, Biyan in. Di paşkokê de, emê têbîniyêd fireh li ser van hozan yek bi yek bibînin. Êzdî ku berê hindikahiyeka pirr girîng bûn û serokêd wan rolekî wan î gewre di siyaseta deverê de hebû15, îro xwe bi Cûmiyan û Şikakan ve girêdane.

3- Dîroka Çiyayê Kurmênc :

Neviyêd Mend, mîrê yekê yê Kilisê û Çiyayê Kurmênc, tim î li ser têxt bû ra16 zepkirina Sûriyê ji aliyê Sultan Selîmê Yekê de. Hîngê, Mendan bi destê vî sultanî ketine bin fermandariya serokekî Êzdî, navê wî Îzedîn bû. Dema Sulêmanê Gewre hate ser têxt, dîsa Mendan dar standin, çima ku Şêx Îzedîn mir bêyî ku kurekî li pê xwe bihêle. Çaxa ku Osmaniya mîrîtiyêd xwe tev bi xwe ve xurt girêdan, ev mîrîtiya hanê jî zûka bi pêlangêd xwe bi dawî anî. Li sedê XVII, ciyê mîrê dawî hakimekî girt, ew Kurd bû, ji êla Berwariya bû.

Va Kurdê ha yî gewre bapîrê Rûbariyan e ku ra roja îro li navçê dijîn (li paşkokê binêrin). Neviyêd wî ku Basûtê dagirtibûn karê xwe kirin ku di Geliyê Êfrîn17 de serbixwe bibin. Paşî sedekî, Gêncan ew ji ciyê wan î xurt li mêjûya 1150 koçerî avêtin. Piştî vê serketinê, nûhatiyêd ku koka wan Tirk bûn18, ango Gêncan, destêd xwe avêtin ser navçê. Piştî raperîna Betal Axayê Gênc ku hukmetê bi erdê ve dûz kir, tenê li dora sala 1820 hukmetê kari bû Cûmiyan bixe bin destê xwe.

Mêjûya êlêd bakurê Çiyayê Kurmênc ji gelek şerêd di navbera Şêxan û Biyan de tê pê. Şikakan û Amkan qelstir bûn, xwe ji van berberiyan bi dûr dixistin. Şerê wan ê dawî di sala 1850 çê bû û Şêxan tê de vexwarin19.

Ji sala 1850 ra sala 1918 kok rûdawekî girîng li Çiyê çê ne bû. Çend şerêd biçûk jê der xînin, dagirtina herêmê ji aliyê Firansizan de bê çetinahîna mezin, çê bû. Şikakan û Ezdiyan tavilê xwe sipartin. Êzdiyan hên partîzanin jî dan û di dagirtina navçê de jî alîkarî kirin20. Piştî hinek dudiliya, Kor Reşîdê Biyan21 destê xwe da rêjîma nû. Di sala 1920 de jî, Şêxan û Cûmiyan dane pê wî. Çend sal ne çûn, di wê navê de çetayêd çekdar serê milet êşandin. Paşê, li Çiyayê Kurmênc aştî peyda bû ra destpêka çalakiyêd Murûdan (1935-36).

1 Cûm - wergêr.

2 Bi zimanê Erebî wisa tê gotin - wergêr.

3 Hatin: mal, dar û berêd ku ji deverekê tên.

4 Niha ne nîsk, ne genim, ne ceh wekî berê pirr nayêne çandin. Herwekî Çiyayê Kurmênc navçeka avî ye, milet berê xwe bêtir daye darêd zêtuna, hinara, fêkiya û keskayiyê - wergêr.

5 Di nava 1926 û 1939-an de, 591 944 darêd zêtûnê hatine çandin.

6 Li Çiyayê Kurmênc 2 768 355 mêw hene. Berên mêwa li Çiyê bi xwe tê çê kirin.

7 Çêkirina komirê bi carekê rabûye - wergêr.

8 Xwedîkirina dewaran ne mîna berê ye, sivik bûye - wergêr.

9 Cil, xalî, berr ? - wergêr.

10 Ev deqê bi du rêzan di çapa eslî de heye, lê di Studia Kurdica de ne hatiye belav kirin - wergêr.

11 Pergal: kerekter, şexsiye.

12 Ji bo espandina hebûna Mendan li Çiyayê Kurmênc, metelokek li çiyê bi wî navî , ra niha, bi kar tê. Gava yekî ciyê xwe yî mezin , paşê, bikeve, jê re dibêjin : "Mendo, kes nabêje kerê te bi çendo"; ango, paşî et, kesekî xwe lê ne kire xudan - wergêr

13 Êrgan: kesekî êrgan ango hên jin ne aniye.

14 Hoz : Êl, eşîr.

15 Li sedê XVII, serekê wan ji balyozê Firansizî re, Nointel, ku ji bo demekê hatibû Helebê, pêşniyar kir hevalbendiyê bi Paşayê Firansa re deyne da ku li diji Tirkan şer bikin

16 Ra : heta, ta.

17 Cûmê - wergêr.

18 "Ji Gênc Axa kurrek bû, navê wî 'Um Axa. Ji 'Um Axa sê law bûn : Gênc Axa, Betal Axa û Orner Axa. Ê ku serhildan li Kela Basûtê li dijî Tirkan çê kirî Betal Axa bû. Jê re digotin Betal Axayê Milî ji ber ku ji hoza Miliyan bû. Gava Îbrahîm Paşa, lawê Mihemed Elî Paşa, Sûriyê ve kirî, Betal Axa serê xwe ji bo mesela vêrgiyê jê re danenî. Îbrahîm Paşa bi xiniztî karî Betal Axa gêr kira. Sala 1820, ew û lawê wî, Îbiş Axa, vexwendine Kela Helebê (ciyê ku Îbrahîm Paşa lê rûdiniştî) û roya dinê her du bi darda kirin. Gorêd wan ra niha li Helebe ne. Bi navê wan li Helebê kolanek hatiye nav kirin, jê re dibêjin "Axa yol", ango, "rêya axan". Gênc Axa ji Qonyayê hat û li Çiyayê Kurmênc rûnişt. Ji koka xwe de, mala Genc Axa Kurdina Ezdî bûn (Rohilatnasê navdar Bazîl Nîkîtîn di pirtûka xwe, Les Kurdes, études sociologique et historique, Weşanêd Aujourd'hui, Parîs, 1959, rûpel 235, çêra Ezdiyêd derdorêd Konyayê dike - wergêr), ra niha merivêd wan li derdorêd Ruhayê dimînin û hên jî Ezdî mane, lê evêd Çiyayê Kurmênc Musulman bûne. Parek ji wê malbatê, niha li Zaxo dimînin, jê re dibêjin mala 'Umo. Gundê Basûtê niha di warê geştevaniyê de nav daye. Navê vî gundî ji gotina "Beyazîdê hatiye, ji ber ku mala ku ben Gêncan hukum li gund dikirinî ji Deşta Beyazîdê bûn, Ezdî bûn, jê re digotin Mala Çapo û Mala Hemşo", van agehdarîne me ji devê yekî ji neviyêd Betal Axa wergirtine. Li gor vî camêr jî, Tirkkirina malbata wan ji aliyê Mala Şêx Smayîl Zade de ji Rojê Lêsko re belkî hatibe gotin, çima berberî di navbera her du seriyan de hebû.

19 Vexwarin : serketin.

20 Gotina R. Lêsko rastiyekê diyar dike ku çawa olan Kurd ji hev perçe kiri bûn. Kurdêd Ezdî ji aliyê Kurdêd Musulman de ra ben hestiyê netewayetî geleki hatine êşandin ji ber ku gunehêd wan ne "Musulman" bûn. Vê êşandina hanê pirr caran dihîşt ku liv û helwestêd Kurdêd Ezdî ji Kurdêd Musulman cihê bin, çima ku bindestiya ji Kurdêd Musulman re û ji a biyaniyêd Musulman re wekî hev bû. Di vî warî, bûyer û nimûne gelek in.

21 Kor Reşîd yek ji axayêd Çiyayê Kurmenc e ku bi miletê xwe re xiniz der ketiye. Dema serhildana Şêx Seîdê Pîran, gerek bû pireyêd li ser rêya hêsin, wekî a Heşargê, werine hilweşandin ji bo alîkarî ji Kemalîstan re ne çe. Mixabin, Kor Reşîd, wekî tê gotin, bi "tenekak zêr" milet firot. Pirr ne dûr e ku ev kirêd hane bi destê Firansizan dibûn da ku Kemalîst bigihêjine armancêd xwe. Pirrekêd mîna Kor Reşîd li Kûbaniyê û li Cizîrê jî rûreşê miletê xwe der ketin. Em dixwazin meseleka dinê jî li ser Kor Reşîd hewal din. Herwekî Kor Reşîd di destê Firansizan de bû, evêd dawî berî ku ji Sûriyê bikşên, ji Kor Reşîd re pêşniyar kirin ku dibistana bi zimanê kurdî li Çiyê vekin, lê xinizî qebûl ne kir - wergêr.

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues