La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zimanê Kurdî (Kürt Dili)


Auteur :
Éditeur : Doğuş Date & Lieu : 1993-01-01, İstanbul
Préface : Pages : 186
Traduction : ISBN :
Langue : Kurde, TurcFormat : 160x235
Code FIKP : Liv. Ku. Tr. 2798Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zimanê Kurdî (Kürt Dili)

Zimanê Kurdî (Kürt Dili)

Nurettin Karacadağ

Doğuş

Xebat û lêkolina Nûredîn Qerejdax (Nurettin Karacadağ) li ser zmanê Kurdî, wisa xuay ye ku ji kûr û dûr tê. Jîneke drêj î heftê û heft şalî di vê rê derbasbiye. Zarokatiya wî lı gundekî Qerejdaxe, di nav berf û baravê de, di nav col û keriyên pez de, di nav gıya û kulilkan de dest pê kiriye. Di pey re xortaniya wî li bajarê Amed'ê û di xuendevaniyê de li Stanbol'ê dom kiriye. Paşê, mühendisi li rohilat û roava û li bakurr û başûrê Tirkiyê...

Lê, tim û tim li her derê, evîna zmanê Kurdî, zar û zaravê dayika wî, peyv û gotinên Qerejdaxî, tenik û hênik mina baê stêra sibê, di dil û mejiyê wî de cî girtiye... Mina ava di binê erdê de bixizine, wisa bi dizi, wisa di kûr de li ser zman xebitiye û xebitiye...

Ev pirtûka ku vêga di destê we de ye, bi ked û xwêdana sal û zemana hatiye nvîsandin.

.....



PÊŞKÊŞİYA PİRTÛKÊ

Xebat û lêkolina Nûredîn Qerejdax (Nurettin Karacadağ) li ser zmanê Kurdî, wisa xuay ye ku ji kûr û dûr tê. Jîneke drêj î heftê û heft şalî di vê rê derbasbiye. Zarokatiya wî lı gundekî Qerejdaxe, di nav berf û baravê de, di nav col û keriyên pez de, di nav gıya û kulilkan de dest pê kiriye. Di pey re xortaniya wî li bajarê Amed'ê û di xuendevaniyê de li Stanbol'ê dom kiriye. Paşê, mühendisi li rohilat û roava û li bakurr û başûrê Tirkiyê...

Lê, tim û tim li her derê, evîna zmanê Kurdî, zar û zaravê dayika wî, peyv û gotinên Qerejdaxî, tenik û hênik mina baê stêra sibê, di dil û mejiyê wî de cî girtiye... Mina ava di binê erdê de bixizine, wisa bi dizi, wisa di kûr de li ser zman xebitiye û xebitiye...

Ev pirtûka ku vêga di destê we de ye, bi ked û xwêdana sal û zemana hatiye nvîsandin.

Nvîskar, Mamoste Nûredîn Qerejdax, gotenên Kurdî, yek bi yek mîna durr û morika cıvandiye. Lê nihêrtiye, li dengan guhê xwe pirr bel kiriye. P, Ç, T, K, R, her yek cêwî ji hev veqatandiye. Ev dengên cêwî di zmanê Kurdî de gelek grîng in.

Di vê babetê de dive ku dengzaniyariya zman (fonetik) nê xerakirin û bê parastin.

Di Kurdi de,
par (sala çûyin) û par (beş, pişk, pejk),
kal (bapîr, pîr) û kal (negihîştî, xam),
kar (karik, kidik) û kar (xebat, qezenç),
kêm (hindik, ne temam) û kêm (idab, nêm),
çal (körük) û çal (belek, hespê çal, hespê pê spi),
çar (çarik, lêçek) û çar (4, Qralê Rûs),
ta (benik, têl) û ta (nexweşin, lerzeta),
têr (nebirçî) û têr (têrr, çewal),
ger (ku, eğer) û ger (gerr, çûn û hatin),
gur (gurê dev bı xwin) û gur (kesên biçûk gurra mazin am dikin),

Ne yek in. Bi sedan gotin wiha hene. Bi rastî ev firq di "L" yê de ji heye. Lê, mamoste ev yek gring neditıye.. Di vê derheqê de zmanê Kurdî gelek dewlemend e. Gere em bizanibin ku dengê cêwî ne yek in. Bela ku ev yek di zmanê Tirkî de nîne, pirrên xwendevanên Kurdî li Tirkiyê vê yekê nizanin. Jı ber vê yekê, ev du dengî û di van tipan de, ku xisûsiyet û zengîniya zmanê Kurdî ye, li ber çavên gelek xwendevanan girtiye û naê ditin. Lê, baweriya min pê wisa ye ku hetanî elfaba Kurdî vê yekê çareser neke, nvîsandina zmanê Kurdî, wê kêm bimîne.

Xebata mamoste Nûredin Qerejdax di vê rê de gavekî mazin avêtiye.

5.1.1993
Talat İnanç



ÖNSÖZ

Dil; insanların ve insan topluluklarının birbiriyle anlaşması ve ilerlemesi için en iyi araçtır.

Konuşma dili ne kadar geniş olursa anlaşmalar da o oranda kolay olur.

Dil bilimi Adem ve Havva'dan beri devam etmekledir.

Bu kısa yazımızda bunun derinliklerine inmek imkânsızdır. Gerçek şudur ki: Bugün yeryüzünde birkaç dil grubu ve her grubun çeşitli dilleri ve bu dillerin lehçeleri vardır.

Kürt Dili İndû Avrupayi dil grubundan olduğu ve halen (Kurmanci - Sorani - Zazaki - Buluci ve Lori) lehçeleriyle konuşulmaktadır.

Uluslararasındaki yakın komşuluk, ticaret ve kültür alışverişleri nedeniyle biribirlerinden birçok sözcükler ve deyimler almışlardır.

Kürtler de saydığımız nedenlerle: (Türk - Arap - Fars) dillerinden birçok sözcük ve deyim alışverişi yapmıştır.
Her ulus kullandığı oranda bu alışverişten yararlanmıştır.

Ümidimiz şudur ki; Kürtler bundan böyle kendi dillerine sahip çıkacaklardır.

Dil; grameriyle - edcbiyatıyla ancak ileri gidebilir ve çağdaş olur.

Bu kitabın amacı, Kürt diline kendi gücü oranında katkıda bulunmaktır.

Mevcut kusur ve eksikliklerin bağışlanması dileğiyle tüm okuyanlara candan başarılar.

Nurettin Karacadağ



GOTINA PEŞîN

Ziman; ji bona pêşveçûyina civatên merovan berdestîkî zahf hêca ye, lı ser zimanekî çiqasa bê xebitandin bêjeka wî fre, peyivandina wî jî hewqasa nerm û zelal dibe û bi ahengekî xweş weke avê diherike. Diroka zimanan ji Adem û Hawa vir de dom dike, di vê pêşve gotına krut da em na kanin cî bidin vê yekê. lê belê rastî ev e ku: îro gelek ziman û her zimanek ji gelek zarav têne peyivandin li rû erdê.

Zaravên kurdî yê ku haya îro têne peyivandin û çandinya xu dom kirin didin evin:

Kurdmanc (Kurmancî), Soranî, Zazakî (dimili), Blucî û Lorî.

Di bingeha ziman da ê ku nêzî hev in, di nava hev da komel hatine çê bûn. Ziman ê kurdî di nava komela "Ind û Ewropaî" da cî girtiye.

Zimanên tevî vê Komalê li rû dunya ê jiyîn a wan çiqasa dûrî hev be jî gelek gotinên wan nêzî hev têne zaravkirin. Ji viya pevetir: di nav a netewan da; karwanî, koçerî, dayin û standin a çandinî û bizordestî ji gotinên zahf jı hev hatine girtin.

Bingeha Zimane Kurdî pir kûr e û bejeka wî jî hewqasa fre ye. Arab û Acem û Turk an gelek gotinê Kurdî xistine nava zimanên xu di bêjeka xu da jî cî dane wan û lê bûne xwedi. Gelek zımanog û wêjekaran li ser zimanê Kurdî axifîne û hîmê wê daniştine û di vê rê da weşandinên xu peş-kêşi me kirine. Hêviya me jî nuha şûn de jê zêdebuna vê lebat a qenc e.

Her çiyê li ser vê rê bixebitin Xuda penusa wan zexm bigirtin bıde. Lavayî û derxwestiya me ev e ku: pergal a xu lı ser zıman ê Kurdî prît bigrin û berpisyarya xu baş bizanibin, tu qedexeyê biyanî di xebata nijadperestî da na kanibin wan sist bike.

Ziman bê hîm û bê wêje pêş ve çûna wi bê destane, li ser vî ya got û bêjekî na dibe û na tê çêkirin.

Her ziman di çaxa xu da ya gav be gav yan lext be lexl peş ve diçe û çaxin dibe. Armanca vê pırtûke ji xwendekar û suxte ê xu ra zimanekî xuzaî zû be zû bi wan hîn kirin bike. Ev rêve çûna gelek dijwar e, lê belê xelata Wê jî pir hêca ye, hûn bi viya bawer bibin.

Di vê pirtûkê da çiqasa kêmasi hebe ji dil xwestî û derxwestî ya min tê buhuriya we ye.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues