La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Awazên Xeribiyê


Auteur :
Éditeur : Aso Date & Lieu : 1998, İstanbul
Préface : Pages : 48
Traduction : ISBN : 975-6925-02-7
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Br. Kl. 1965Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Awazên Xeribiyê

Awazên Xeribiyê

Bedîrhan Epözdemîr, di sala 1949 da li Sêrtê, qeza Bayqan, gundê Minar hatiye dinê. Dibistana ewil li gund, ya navîn û bilind jî lî Amedê qedandîye. Di sala 1968 da dest bi mamostetîyê kirîye.

Ew hê di 14-15 salîya xwe da dest bi nivîsîna helbestan kirîye. Di xortanîya xwe da beşdarî lecên helbest nivisin û xwendinan bûye û di hinek lecan da xelatan wergirtîye. Her usa, bi edebîyatzanên nav û deng ra di hinek lecan da, weki endamên juriyê wazife hilgirtiye. 

Beri 12 ilonê îi Şaxa Amedê ya Mala Gel (Halk Evlerî) da, di kovara "Taranci" da demekî xebîtîye Heta kutabûna xwendina xwe ya mamostatiyê, li gel hinek hevalên xwe yên xort va rojnameya "Özgür" (Azad) derxistiye û berpirsiyariya ev rojnamê kirîye, ku ev rojname mehê careki çar rûpel derdiket Epözdemîr, bi Tirkî an ji bi Kurdî, di gelek kovar û rojnameyan da helbest, nûçe, gotar, hevpeyvîn, bîyografî, çîrok û werger jî nîvîsandine. Nivisinên Epözdemir, rojname û kovarên wekî Özgür, Mucadele Dîyarbakir, Mucadele Sîîrt, Özgurluk Yolu, Roja Welat, Dengê Komkar, Roja Nû, Kurdistan Press, Realite, Nûdem, Çîra, Nûbîhar, Ozgur Gundem, Bergeh, Ronahî û Hêvî da hatine çapkirin.

Ne hewceye mirov bêje ku, Epözdemîr jî wekî gelek Kurdên rewşenbîr para xwe jî êş, azar, girtin û nefîyê girtîye. Ew ji ber van êş û azaran mihacir bûye û hê jî lî Hollandayê dîjî mamostatiyê dike. 

Epözdemir, karên edebî jî didomine. Ji xeyni ev kitêba helbestan, pirtukekê zarokan ya Epözdemir di nav Weşanên Aso da derket û niha jî lî ser romaneki Kurdî dixebite.  





Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues