La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Taxa filla


Auteur :
Éditeur : Lîs Date & Lieu : 2011, Ankara
Préface : Pages : 184
Traduction : ISBN : 978-605-4497-10-2
Langue : KurdeFormat : 150x215 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Taxa filla

Taxa filla

Migirdîç Margosyan

Lîs

Ez li bajarekî kevn û qedîm, bi serokatiya şarevaniya navçeya Sûrê ya Amedê berdewam im; bajarekî ku bi raya dîrokzanan ev bi kêmanî heft hezar sal e tê de jiyan bê navbirrî berdewam e. Şopên 34 qewman hemûyan ên beriya me yên vî bajarê kevin li mekanên ku ez her roj di nav de dimeşim û çav pê dikevim xuya ne. Ziman û çanda hemûyan bi awayekî ji awayan xwe berdane nava giyanê me. Û serdestan rabûne qaşogiravî ziman û çanda gelê min, a Kurdan, "tune" hesibandine. Em jî ji rikê wan ve, hem li ser navê hembajariyên me yên endamên hemû qewmên din, hem jî li ser navê gelê min, Kurdan, berhingariyê li vê yekê dikin. Em dibêjin, "Naxêr, em Kurdên Amedê şêniyên bajarekî pirrolî, pirrzimanî, pirrçandî û pirrnijadî ne. Em şandilxwaz in ku vê nasnava xwe ya ku ji gelek hêmanan pêk tê bi şêweyekî ji şêweyan bo cîhanê vebêjin û mafê vê yekê radest bikin."

.....



Migirdîç Margosyan, di 1938'an de, li Amedê, li Taxa Xançepekê (Taxa Filla) ji dayîk bûye. Perwerdahiya xwe ya seretayî li Dibistana Seretayî ya Süleyman Nazif kuta kir. Li Lîseya Ziya Gökalp dest bi xwendina navînî kir û li Stenbolê, di Dibistana Navînî ya Bezciyan de ew xelas kir. Li Stenbolê, di Lîseya Getronagan de xwend. Li Zankoya Stenbolê, beşa Wêje û Felsefeye xwend. Di salên 1966 û 1972'yan de, li Lîseya Ermeniyan, Surp Haç Tıbrevank, midûrî, ji aliyekî ve jî mamostetiya dersen felsefe û psikoloji û ziman û wêjeya Ermenîkî kir.

Çîrokên wî yên bi Ermenîkî di rojnameya Marmarayê de hatin weşandin. Di rojnameyên Agos, Yeni Yüzyıl, Yeni Gündem û hin kovaran de, bi Tirkî nivîsî. Hê jî di rojnameya Evrenselê de, di quncikê xwe yê bi navê "Kirveme Mektuplar" de dinivîse.

 



PÊŞGOTIN

Ez li bajarekî kevn û qedîm, bi serokatiya şarevaniya navçeya Sûrê ya Amedê berdewam im; bajarekî ku bi raya dîrokzanan ev bi kêmanî heft hezar sal e tê de jiyan bê navbirrî berdewam e. Şopên 34 qewman hemûyan ên beriya me yên vî bajarê kevin li mekanên ku ez her roj di nav de dimeşim û çav pê dikevim xuya ne. Ziman û çanda hemûyan bi awayekî ji awayan xwe berdane nava giyanê me. Û serdestan rabûne qaşogiravî ziman û çanda gelê min, a Kurdan, "tune" hesibandine. Em jî ji rikê wan ve, hem li ser navê hembajariyên me yên endamên hemû qewmên din, hem jî li ser navê gelê min, Kurdan, berhingariyê li vê yekê dikin. Em dibêjin, "Naxêr, em Kurdên Amedê şêniyên bajarekî pirrolî, pirrzimanî, pirrçandî û pirrnijadî ne. Em şandilxwaz in ku vê nasnava xwe ya ku ji gelek hêmanan pêk tê bi şêweyekî ji şêweyan bo cîhanê vebêjin û mafê vê yekê radest bikin."

Va ye, me bi vê sedemê navê Ermeniyekî ku di sicîla bajêr de tomar kirî ye li kuçeyekê kir, ku tê de jiyaye; Kuçeya Migirdîç Margosyan. Her wiha me navê Suryaniyekî ku di sicîla bajêr de tomar kirî ye li kuçeya wî bi xwe kir; Kuçeya Naûm Faîq Palak. Û her wiha me navê Kurdekî ku di sicîla bajêr de ciyê xwe heye jî li kuçeya wî bi xwe danî; Kuçeya Ehmed Arif. Bê guman me ev biryar bi şêweyekî saziyî wergirt. Em ji vê yekê pirr jî şanaz in.

Niha em bi sepandineke din a ciyawaz a vê biryara xwe ve li hafa we ne. Em Taxa Fillan a Migirdîç Margosyan, bi Kurdî, Tirkî û Ermenkî, bendên wêjeyî yên Naûm Faîq Palak, bi Kurdî, Süryanî û Ermenkî, vebêjeya Şeyhmus Diken, Amed dest li ba dike, tevî cd'ya muzîkê ya Yervantê Ûdî, bi Kurdî, Tirkî û îngilîzî, her yekê wekî pirtûkeke prestije tînin ber destên xwendevanên wan. Ev karên me kirî, di heman demê de, deynekî dilsoziyê ne. Ev daxwazek e ku di çarçoveya pevgihana zimanan de bi rêberiya wêjeyê bajarê min li gel gelên xwe yên qedîm li rûyê hev bikevin. Ev pirtûk her yek xelateke lirûhevketinê ne bo gelê Amedê yê qedîm û hemû gelên wê yên heta ku ev bajarê kevin ava be, dê di tomaran de bi zindîtiya xwe berdewam bin. Em spasdar in bo Migirdîç Margosyan, Peder Gabriyel Akyuz, Sîmon Barmano, Eliyo Dere, Kawa Nemir, Lal Laleş, Şeyhmus Diken, Mîran Janbar û Şener Özmen, ên ku keda xwe danê. Her wiha ji bo ku bi tevkariya xwe ya saziyî ve destek dan, bo Federasyona Asûriyan a Swêdê û Weşanên Arasê û ji bo ku bi xebateke edîtoryal a bi hûrgilî pirtûk amadeyi çapê kirin, bo Weşanxaneya Lîsê jî, em ji dil spasdar in.

Abdullah Demirbaş
Serokê Şarevaniya Sûrê



Taxa filla


Rojeke zivistanê bû. Berfê kuçeyên Amedê yên tengîtol pak girtibû, hukmê derebegtiya xwe li ser her derê ferz kiribû. Berf mîna rî û rîdana spî ya Ezîz Sarkîs rê pê ve dirêj dibû, bi dû re di nava hewşa dêrê re bi pêlekanan ve hildikişiya, di ser serê birca naqosa li banî re xaça ku bajar dihevrand hembêz dikir û radimûsand.

Ûso zangoçê dêrê bû. Jê re digotin, Ûsoyê Dîn jî. A rast, gava ku mirov qala wî bike, mirov bo wî bibêje, "sefêk", wê hê rasttir be. Ûso, beriya ku bo zangoçiya dêrê bê pîşandin, li cem birayê xwe yê bi sê salan jê biçûktir, li cem Sebroyê hesinkar dixebitî, pifik dikişand. Ûso, bi semetiya xwe ve, gava ku dikir aqilmendiyê li Sebroyê hesinkar bike, yê ku car û baran li ser tiştên ne tu tişt li her tiştî hers dibû û hêç diket, lewma jî nav û nûçikê "hêrso" lê kiribûn, a wê hingê xopan radibû, biratî ji bîr dibû, devjeniya wan dikete dilqê şerê hoste û çiraxekî, dawiyê ku dercîranan xwe pê re digihandin û diketine navbera wan, mesele hê negihiştî wê asta ku hev du di nava xwînê de bimewijînin, bi xweşî hel dikirin. Ûso pêşmala çerm a li ser xwe bi hêrs ji xwe dikir derdixist, digirt divirvirande ser kekê xwe, radibû digot, min dev ji kar berda, pişti ku diqîriya digot, "heke ez careke din piyê xwe bavêjime vê dikanê, bila ez mêrê diya xwe bim!.." û hê birrek dijûnên din li dû hev rêz dikir, çawa ku di pey şerên yekşivêt re dikir, lê dida diçû dikana birayê xwe yê cêwî, Rizgoyê hesinkar, ku bi çar dikanan jê berjêrtir bû, rast berê xwe didapifikê, dikete ser kar.

Ûso ku wisa di navbera birayên xwe, Sebro û Rizgo de her diçû û dihat, a rast, ev yek qewameke asayî bû, ku milet hîn bûbû. Kesî jî wisa ev şer wekî eyb û qar nedidîtin. Sebro jî, Rizgo jî zewicîbû, cihê bûbûn, ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues