La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Robînzon Krûzo


Auteur :
Éditeur : Înstîtûta kurdzanîyê Date & Lieu : 2012-01-01, Wien
Préface : Pages : 62
Traduction : ISBN : 3 - 902185 - 22 - 30 - 9
Langue : Français, KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Jeu. Fr. 188Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Robînzon Krûzo

Robînzon Krûzo

Danyêl Dêfo

Înstîtûta kurdzanîyê


Li bajarê Hambûrgê maldarekî dewlemend dima. Sê ewledê wî hebûn. Kurê mezin çû ordîyê qulix bike. Û çaxê ku bû şer, frantsûza ew kuştin. Kurê duda dest bi hînbûnê kir, nexweş ket, heynesî mir. Ma tenê kurê tewrî çûk. Navê wî Robînzon bû. Dê û bavê wî gelekî ji kurê paşin hiz dikirin, ji ronaya çevê xwe zêdetir lê dinhêrîn û gelekî jî rûdabûn wî. Robînzon nedixast hîn bive, ewan jî ne dixast zorê bidin Robînzon, ewî çi dixast usa jî bi xastina xwe dikir. Robînzonê çûçik mezin bû, diha hîjde salî bû, dê û bav nizanibûn çewa bikin, bidin ser çi sinetî. Bavê dixast bike tucar, lê Robînzon digot, "ez tucarîyê naxwazim, ez dixwazim terkeselatî welatên dûrbim, rêwîtîyê bikim".

.....



ROBÎNZON KRÛZO

Li bajarê Hambûrgê maldarekî dewlemend dima. Sê ewledê wî hebûn. Kurê mezin çû ordîyê qulix bike. Û çaxê ku bû şer, frantsûza ew kuştin. Kurê duda dest bi hînbûnê kir, nexweş ket, heynesî mir. Ma tenê kurê tewrî çûk. Navê wî Robînzon bû. Dê û bavê wî gelekî ji kurê paşin hiz dikirin, ji ronaya çevê xwe zêdetir lê dinhêrîn û gelekî jî rûdabûn wî. Robînzon nedixast hîn bive, ewan jî ne dixast zorê bidin Robînzon, ewî çi dixast usa jî bi xastina xwe dikir. Robînzonê çûçik mezin bû, diha hîjde salî bû, dê û bav nizanibûn çewa bikin, bidin ser çi sinetî. Bavê dixast bike tucar, lê Robînzon digot, "ez tucarîyê naxwazim, ez dixwazim terkeselatî welatên dûrbim, rêwîtîyê bikim".

Lê bavê nedihîşt, digot wekî tu hela ewqasî ne aqilî ,wekî rêwîtîya dûr bikî.

Dê jî gunê xwe li ewledê xwe danî û digot, "ewledê minî delalî, axir tê çewa herî welatê xerîb, wan dera kê te xweyke, gelo qe gunê te bi dê û bavê te naye".

Carekê Robînzon çû kêleka berê seyrangê û li wêderê pizmamekî xwe dît. Pizmamê wî kurê sefîneçî bû. Ew bi bavê xwera diçû Londonê, bajarê Anglîyayî wetanî. Pizmam ji Robînzonra got:

- Tu dixazî were bi mera, em herine Londonê. Lê gerek ew bera mezinra derbaz bûna, ya ku nav dibû bera Gêrmanîyê.

Robînzon wa cavda:

- Ezê bi dilê eşq bihatama, lê dê û bavê min nahêlin.

- Axir tu seba çi ditirsî? Emê zûtirkê vegerin û tê malê gilîkî, wekî tu kuda çûyî û te çi dît, - cav da pizmam.

- Axir ez çawa bêm, wekî perê min tune, - wekiland Robînzon.

- Seva wê yekê mitala meke, ezê pera bidim te.

Robînzon duşurmîş bû, duşurmîş bû û got:

- Pak, ezê bi tera bêm.

Rojtira dinê Robînzon sivê zû rabû, kincê xwe wergirt û li gemîyê rûnişt, ew bi rêketin. Pizmam hukum kir ser xulamê xwe, wekî here ji dê û bavê Robînzonra bêje, ku ew qedera sê hevtîya çûne Londonê. Çaxê ku ew êpêce ji lêva berê dûr ketin, qumandarê sefînê hukum kir şeş cara topê agir kin. Robînzon gelekî şa bû, wekî diçe rêwîtîyê. Roj gelekî xweş bû, wana serbest li rûyê berê sovayî dikirin. Roja dinê ew derbazî bera tewre mezin bûn.

Robînzon ecêv mayî dima, wekî ji berê û ezmîn zêdetir tiştekî dinê xwanê nake.

Roja sisya bê hesab ba rabû, şîrqîn kete ezmîn, birûsk veda ewra û ezmana, bû bobelîsk, hemînk baranê bi bêjinga dihate xarê.

Matrosa çi diketin ber wana pê digirtin, yanê na bê û bobelîskê wê ew gulolî berê kirana. Yê ku li ser gemîyê bûn, tirsyan, ji wana tirê gemîyê niqoyî berê dibe.

Robînzon jî tirsîya, ji wî tirê ewe hema wê lezê ewê bimire. Ewî dest bi girî kir û got:

- Dê û bavê ezîz, hûn îda min nabînin. Axir ez çira hatim?

Lê ba çiqas diçû, ewqas gurr dibû. Kerkonkê gemîyê qelişîn ji dest bê û pêjda çûyîn jî ne dibû. Binê gemîyê jî qul bû, avê hulkumî hundurê gemîyê kir: "Vê gavê em diha undane", - wekiland hemîya. Gava ku Robînzon eva xebera han bihîst cî bi cî nola cendekekî xwe avît erdê, gişka dest pê kir av ji gemîyê rêtin, wekî gemî batmîş nebe. Zetîyakî ji Robînzonra got:

- Tu çira velezîyayî, tu navînî, wekî gişk dixebitin? Ruhê me çû hingî me av rêt.

Robînzon ancax rabû şipê, destpê kir ewî jî av êt. Wê çaxê qumandarê sefînê hukum kir, wekî topa agirkin, ew duşurmîş bû, wekî dive li doranê nêzîk gemî hebin, dengê topa bibihîsin û bêne hewarîyê. Gava ku Robînzon dengê topa bihîst, ji wî tirê gemîyê yekser hûr dibe û cara din terp xwe avît erdê, nola meyta dirêjbû. Lê wana çiqas av ji gemîyê dirêt, ducara ewqas av tijî dibû. Ji gişka tirê gemî batinî bin berê dibe û despêkirin top û boçkê zexîra xarinê û tiştê mayîn avîtin berê, wekî gemî sivik bive.

Nêzîk sobayî dikir gemîke başqe, gava ku qur mandarê wê gemîyê bihîst dengê topa, qeyîkike mezin şand hewarîyê, lê ew qeyîk nikaribû nêzîkî wê gemîyê be, ya ku Robînzon têdabû. Ancax bi zorekê du bele ji qeyîkê şirît avîtine gemîya Robînzon têda. Merîyê ku li ser gemîyê bûn, bi teherekî şirît girtin û bi wî teherî qeyîk kaşî cem gemîyê kirin.

Gişka dest pêkir ji gemîyê peyayî qeyîkê bûn, Robînzon jî peya kirin di hundur qeyîkêda nav xweda cî kirin, çima ku ew nehiş ketibû, ewî tişt fem nedikr, nizanbû çi li dora wî diqewume. Ewê qeyîkê ew gişk silamet xilas kirin gîhandin wê gemîyê û ew gelekî şa bûn, wekî ji mirinê xilas bûn.

Çaxê ku gihîştine Londonê, Robînzon çû bivîne, çika bajarê ku hatine, çi bajare. Çaxê ku birçî bû, hate cem qumandarê gemîyê fîravînê, wê çaxê qumandar ji Robînzon pirsî, tu çira hatî Londonê, şuxulê te heye, yanê bavê te tu şandî.

- Robînzon cab da.

- Şuxulê min li vira tune, ez ji bavê xwe dizî hatime vira. Qumandarê gemîyê li Robînzon hêrs bû, pêra kire şer.

Robînzon, te neçê kirye, tu ji bavê xwe revîyî. Vegere Hambûrgê û ji bavê xwe hîvî bike, wekî te bibaxşîne.

Qumandarê gemîyê pere dane wî.

- Robînzon çû sikana sefîna, cîyê ku gemî lê disekinin û duşurmîş bû: "Gelo niha ez li ber çevê bavê xwe çewa xwanê dikim?

Ewî ji merîkî pirsî, gelo tu gemî diçine bajarê Hambûrgê, merî cav da, wekî na, tu gemîyê herine Hambûrgê tunene".

Ew merî qumandarê gemîyê bû û ewê zûtirekê ber bi Givînêyayê - Afrîkayê rê keta.

Robînzon jê pirsî:

- Lê tu kuda diçî?

- Ez diçime cîkî dûr Afrîkayê. Li wêderê welatek heye jêra Givînêya divêjin. Li wêderê jî îsanet dijî.

- Dûre ew welat?

- Dûre. Duxazî bi minra were.

- Perê min tune.

- Ezê pera bidim te. Bi wan pera tu birreka, balta, kêra û şûşê reng-rengî bistîne, bona stendinê ez ji te pera hilnadim.

- Ew tiştê ku tu divêjî seva çi bistînim?

- Bistîne. Nêgir derheqa wanda tiştekî nizanin, hela çevê wan bi tiştê usa neketye. Bona wana nêgirê gelek zêr û hestyê
fîl bidin te.

- Hestyê fîl bona çîye?

- Hestyê fîl gelekî çîle qerqaşe, bona wê yekê jî qîmetekî rind didinê.

- Baş ezê bi tera bêm, - wekiland Robînzon.

Li gemîyê rûniştin û bi rê ketin.

Ew gelekî bi rê çûn û gihîştin welatekî. Robînzon pirsî:

- Eva çi welate?

Qumandarê gemyê cavda:

- Ada Madêrayêye. Li wêderê ji tirya şeravê çê dikin, ya ku madêrya tê nav kirinê. Li wêderê bilbil jî hene, zef baş distirên.

- Gelo nabe ez herme wê ada Madêryayê? - Pirsî Robînzon.

- Tu karî herî bigerî, çima ku ezê li vêderê gemîya xwe pîne kim çê kim.

Merîyê di hundur gemîyêda gişk derketin lêva berê û Robînzon jî çû adê seyrangê. Li wêderê gelek tirî dighîştin.
Robînzon gelek tirî xarin, ancax di bin zikê xweda vegerya gemîyê.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues