La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çîroka masîgir û masîya zêrin


Auteur :
Éditeur : Înstîtûta kurdzanîyê Date & Lieu : 2012, Wien
Préface : Pages : 22
Traduction : ISBN : 3 - 902185 - 27 - 9
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çîroka masîgir û masîya zêrin

Versions:

Çîroka masîgir û masîya zêrin

A. S. Pûşkîn

Înstîtûta kurdzanîyê

Mesîgirekî kal jina xweye pîr
Kêleka bera mezinda diman.
Ji berê kalê tim mesî digirt,
Pîrê jî malda teşî badida.
Awa tevayî wana emir kir,
Holika kevnda sîsê sal temam.
Û rojekê jî kalê çû berê,
Ku mesî bigre bi tora berê.
Kalê şa û eşq tor avît avê,
Û cara ewlin lîl derxist tenê.
Cara duda jî tor avît berê,
.....


MASIYA ZÊRÎN

Mesîgirekî kal jina xweye pîr
Kêleka bera mezinda diman.
Ji berê kalê tim mesî digirt,
Pîrê jî malda teşî badida.
Awa tevayî wana emir kir,
Holika kevnda sîsê sal temam.
Û rojekê jî kalê çû berê,
Ku mesî bigre bi tora berê.
Kalê şa û eşq tor avît avê,
Û cara ewlin lîl derxist tenê.
Cara duda jî tor avît berê,
Bi gîhê berê tor hat vê carê.
Lê cara sisya çaxê tor avît,
Dikarin bêjin qe kalê çi dît?
Mesîke zêrîn torê derxist xwera
Qîza zêr û zer ew qîza padşê,
Mîna dîlekî ket tora kalê,
Qîza padşayê mesîyê tev bera.
Mesîya belengaz tewaqe dikir,
Bi zarê merîya jê hîvî dikir:
- Min berde kalê, berde bêzirar
Ezê bidim te pir hebûn û kar,
Çi ku bixwezî, çi emir bikî,
Bawarke tuê ji min bistînî.
Kalê metel ma û gele tirsya,
Ew ewqas sala mesîgir bû,
Derheqa mesîyê ne bihîstibû,
Wekî xeberde mînanî merya.
Xwedê tera be, here, - go kalê,
Lazimî min nîne xizna te, male,
Here, bigere nav pêlêd avê,
Li paşla berê û kûraya wê.
Kalê vegerya, hate mala xwe,
Jina xwera got ecêba dîtî,
- Zanî çi, jinik? îro ji berê,
Mesîke zêrîn min girt nişkêva,
Ez zêr dibêjim, temiz zêrê zer,
Ecêba awa kesî nedîtye,
Wê xeberdida eynî mîna me.
Û hîvî dikir berdim wê ese:
"Berde bêzirar, berde min berê,
Ezê pir xizne bidime dewsê",
Lê min ji mesîyê tu tişt jî nexast,
Min gotê, here, here, aza be,
Here bona xwe bera kaw û şîn,
Çawa dixwezî usa jî bijî. . .
Çaxê ku pîrê ev yeka bihîst,
Gelekî dilê kalê feqîr ket,
- Bêfem, bêaqil, - jinê got kalê,
Qe na mesîyêra teê bigota,
Teşteke teze bida boy malê,
Ya me şkestîye îdî kêr nayê.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues