MEMÊ Û EYŞÊ
Ew kîjan xort bû, wekî cîda can neda, ew çito dil bû, wekî di xweda neşewitî wê şevê? Wê şevê, şeva sayî, Eyşê ji hîvê şewq vedida, wê şevê, şeva evînê. Eyşê usa bedew bû, ji hîvê sipîtir, ji rojê zertir bû.
Ewe notlanî zinarêd memleketê bavê xwe gelekî kubar bû, mînanî teyrê Sîmir serbest û serfinyaz bû, mînanî mêrxasekî navdar bû, bejnê bilind bû nola dara sipindarê, nola çirakê bû, çevêd wê meriv digot yê şerane: awqas zerbedest bûn.
Usa dêm qemere bedew bû, ku royêra derdiket û meriv hewes û hizmekar bû lê binêrya. Lê wextê hêrsê, mînanî bayê samê dinya bê risq dikir.
Eyşê yeke usa bû.
Nava wê mehelêda tek Memê bû, ku Eyşê xweş hat, ew begem kir, Memê jî bi dilekî na, bi hezar dilî ew heband. Memê, Memêyê delalê dilê Zozanê, ewî çiqa keçik ser xwe bengî kirin, çiqasra jî bê xew û sewdeser kir ewî Memêyî.
Û çaxê mirazê Memê û Eyşê bi hev bû, Zozana pîr car din terecan bû, hat ser benga berê, notlanî qîzeke çardesalî jîr û serbist vîalî-wîalî difitilî, direqisî.
îda ew Zozan nînbû, ya ku di deh salya xweda tewle û pangê axê paqiş dikir, sibê heya êvarê sakarê rêx li ser piştê bûn, carîtîya jinêd axê dikir, heta nevtengê quzî tendûrê dibû, loş vedikir, weke bejna axê û kirdinek hertim di bin piçengada bû.
Çi merûmî belengazî, çi av û hêsir û zelûlî... heta Memê gihîşt, destê wî dar girt, Zozan diha pîr bû, ji tutar ket.
Memê bîst salî bi Eyşa hîjde salîra awqa li hev dihatin, ku gava teyrê Sîmir li rû ezmîn difirya, Memê û Eyşê didît, nêçîra xwe bîr ... |