La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gîkor


Auteur :
Éditeur : Înstîtûta kurdzanîyê Date & Lieu : 2012-01-01, Wien
Préface : Pages : 32
Traduction : | ISBN : 3 - 902185 - 29 - 5
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Jeu. Ku. 145Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Gîkor

Gîkor

Hovhannês Tûmanyan

Înstîtûta kurdzanîyê


Me "Gîkor" guhast ser wê nêtê, wekî ji zmanê zarane. Wextêda zara ew kitêb xwendye bi dil û eşq. Kêfa wana zef pêra hatye.
Hovhannês Tûmanyan nvîskarekî kifşe nava xebatçîyê Zakavkazêda. Ewî gele miqale nivîsîne ji emrê xebatçîyê Zakavkazê û ji emrê zara.
Ji wan miqala yek jî "Gîkore".
"Gîkor" wî çaxî hatye nivîsarê çiçax Zakavkazêda kapitalîzm diha gumreh dibû, pêra jî gund wêran dibûn. Xebatçîyê gunda û zarê mîna Gîkor dihatin bajara



DU XEBER

Me "Gîkor" guhast ser wê nêtê, wekî ji zmanê zarane. Wextêda zara ew kitêb xwendye bi dil û eşq. Kêfa wana zef pêra hatye.

Hovhannês Tûmanyan nvîskarekî kifşe nava xebatçîyê Zakavkazêda. Ewî gele miqale nivîsîne ji emrê xebatçîyê Zakavkazê û ji emrê zara.

Ji wan miqala yek jî "Gîkore".

"Gîkor" wî çaxî hatye nivîsarê çiçax Zakavkazêda kapitalîzm diha gumreh dibû, pêra jî gund wêran dibûn. Xebatçîyê gunda û zarê mîna Gîkor dihatin bajara boy xebatê, boy paletîyê.

Xwelî dest gundîyê xebatçîda tunebû, xwelî ji destê wana distendin.

Tûmanyan "Gîkor" hema ji wê dewranê jî nivîsîye. Nivîsîye derheqa wê zelûlîyêda yak wî çaxî bûye û zarongê nola Gîkor mezin bûne.

Lema jî me layîq dît, wekî eva kitêba zû bê neşirkirinê, bikeve destê zarê kurmancê xebatçîyê Zakavkazê di hêna berêda.

Nasi. Me cî-cî xeber nivîsîne bi herfa B û ci-cl bi herfa V. Mesele - Çûbû, çûvû û yê mayîn. Cîya jî cûmle awqa nêtlî nehatine nivîsarê.

Ji vê yekê heval gere bibaxşînin, çimk têrmînê zimanê kurmancî awqa jî vê gavê nayêne xebatê, tunenin.

Mala Hamboyê gundîda şer bû. Hambo dixwest kurê xweyî 12 salî bive bajêr, şuxulekî jêra bivîne, bide ser sinetekî, seva kurê wî pêşekekî hînbe, lê dîya Gîkor qayîl nedibû.

- Nikarim, gedengê minî zare, hela nikare tu pêşe jî hîn be, min ne lazimî wî pêşekêye: dîya Gîkor digot û dibiland, lê Hambo guhdarî nedikir. Rojeke delal bû, lê merivê mala Hambo melûl bûn.

Hambo Gîkor dibir bajêr, gundîyê wan heta kêleka gund pêra hatin, çûne rûyê Gîkor û rêxistin. Zanîya xûşka wî digirya, "Gîkol, kuda diçî, hêy Gîkol", - eva gilîya jî Galoê birê Gîkor digot û dikire gazî.

Gîkor zû-zû pajda dinêrî, hela cînarê wan neçûbûn hundurê malêd xwe. Dîya Gîkor hela digirya, pê şalka xwe çevê xwe temiz dikir. Gîkor dabû pêşya bavê xwe, diçû, mîna cara dida çirtika, diçû dihat, carekê jî pij xwe nihêrî ku diha gund ketye pij banî, naxwêne, ji wê şûnda Gîkor pajda dima, pêkol dikir.

- Ha were Gîkor can, ha were, hindik ma, - Hambo digot û diçû, xurca wî jî ser milê wî bû, Xurcika xwe dabû ser milê xwe, xurcikêda deste titûn, hine penêr, çend nan hebûn. Nêzîkî êvarê bû, Gîkor û Hambo ser gelek çîya, banya ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues