Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nezerê Mêrxas


Nivîskar :
Weşan : Înstîtûta kurdzanîyê Tarîx & Cîh : 2012-01-01, Wien
Pêşgotin : Rûpel : 32
Wergêr : ISBN : 3 - 902185 - 24 - 4
Ziman : KurdîEbad : 130x190 mm
Hejmara FIKP : Jeu. Ku. 169Mijar : Wêje

Danasîn
Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Nezerê Mêrxas

Nezerê Mêrxas

H. Tumanyan

Înstîtûta kurdzaniyê


Dibe-nabe merîkî belengaz dibe, navê wî Nezer. Ew Nezer merîkî bêmerîfet û tembel dibe, xwe jî ewqas tirsonek, ewqas tirsonek, wekî herkê te wî bikuşta jî, tenê gavek jî ji cî nedilipitî. Sibê heta êvarê rex jina xwe rûdinişt, tev wê diçû derva, tev wê jî dihate mal. Bona wê yekê jî navê wî datînin Nezerê tirsonek.

Ev Nezerê tirsonek şevekê tev...



NEZERE MERXAS


1

Dibe-nabe merîkî belengaz dibe, navê wî Nezer. Ew Nezer merîkî bêmerîfet û tembel dibe, xwe jî ewqas tirsonek, ewqas tirsonek, wekî herkê te wî bikuşta jî, tenê gavek jî ji cî nedilipitî. Sibê heta êvarê rex jina xwe rûdinişt, tev wê diçû derva, tev wê jî dihate mal. Bona wê yekê jî navê wî datînin Nezerê tirsonek.

Ev Nezerê tirsonek şevekê tev jina xwe derdikeve ser şêmîkê, diçe derva. Çaxê ku derdikeve ber dêrî, dibîne wekî şeveke hîve xweşe, dibêje:

- Jinik, çi şeveke bazirganbirînêye? Ez dibêm hema rabim, herim pêşîya wan bibirim, bînim mal tijî kim...

Jin dibêje:

- Dengê xwe bibire, cîyê xweda rûne, tu li bazirganbirîyê min binhêre...

Nezer dibêje:

- Jina nes, tu çima nahêlî ez herim pêşîya bazirgan, bibirim, talankim, bînim mal tijî kim. Êdî ez mêrê çime, êdî çima ez kum datînim serê xwe, wekî tu dil dikî ber min xeberdî?

Ku gelekî şer dike, jinik dikeve malê derî ser dadide.

- Xwelî serê teyî tirsonek be, de naka here pêşîya bazirgan, bibire.

Eva Nezerê me derva dimîne, ji tirsa ziravqetyayî dibe. Çiqas jê teweqe dike, reca dike…




Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar