SE U PIŞIK
Wextekê pişîkek terzî bû, Serê sê jî kum tunebû, Hê nizanim ji kîderê, Dest xistibû postekî berxê, Û rojeke zivistanê, Bir cem pişîkê, postê berxê, Roja te bi xêr hoste pişo, Serê min serma kir, bo Xwedê be, Hanê evî postî û ji mira, Kumekî bidrû serê mira. Bona pere tu arxayîn be, Hema, hema zef dereng nebe. Ser çevê min xalê kûçik, Kûmeke, xwe kurkek nîne? Bona xatrê teyî delal, Roja înîyê were bive. Bona pere çi layîqe, Xeverdan jî nav meda şerme, Çi tiştekî mezine, lo mal ava, Her tenê heqê kumekî. Înîyê, xalê kûçik Pêşîya hostê xwe dihejîne, Girmîna wîye giran û mezin, Ser şêmîka hoste sekinîye: Kanê hoste? Kanê papaxê min? Hinekî bisekine wê niha bê. Hoste wê hat kurkî lêye, Se dît, bin simêlê xwe, Hinekî xwe bi xwe kire mirtemirt. Û ser mişterî kire qareqar: - Surê tu birî, ay malava? Nahêlî ku bînê bikşînim ..... |