MIŞKA PIŞÎKÊRA ÇAWA ŞER KIRIN (Çîrok, bona nevîyêd mine biçûk)
1
Tû binêre Pișîka wa... Sifet gilover Çev hilû, Simêl arşîn Hilşyane ser sîng, Pelişî-pelişî velezyayî, Zik dirêj sirsûmek, Nav jî Kostan.
Me rokê Kostan, Bire bostan, Mişkistan.
Min derê kîlerê vekir, Ew çû kîlerê bona nan, Bi ser pîyava kete sebetê, Xwe ji sebetê, avîte pencerê. Virda-wêda kire mirtemirt, Kûnc, bûcax bîn kir.
Bîna Mişka kete poz, Got pake-pake cem we, Mişk vira Malmalatin... Mişk vira şokolatin... Ezê li vir hevtêkê bijîm, Nêçîra mişka bikim zef û zef, Çiqas hindik dusid hev. Velezîya, zikê xwe miz da, Poça xwe ku erdê xist, Deng gihîşhte dinîya terî.
Ji bin erdê Mişka ji tirsê bîn nekişandin - Wey, dayê can, wey, gazî kirin, Wa jî hincirandin Bav, dê, bira, xûşk, Em mirin, inda bûn... |