BÛÎN, ZARUTÎ Û CAHILTÎYA ROSTEM
1. Çîroka Zal
Carekê pelewanekî go: - Zalê zer kal bûye û guhada jî gran bûye, ezê ewî bicêrbînim; çika kalê zal hewarêra çawane. Pelewan çû dîwana zal û got: - Apê Zal, dibê zabilê çerê, koka pelewana anîne, em neçine hewarê? Zal caba wî da, go: -Lê tu heta niha hê sekinîî? Zal emir dike ser pelewanê xwe, wekî kergedanê wî bikșînin, ewana kergedanê wî kișandin, Zal syar bû, çû. Wî çaxî pelewan jî çûbû mala xwe û çaxê ew hat û ji pelewana pirskir: Go: - Ka zal? Wana go; - Te Zal xapand. Zal çû zabilê. Û pelewan pê dikeve, reva dighîje dike û nake Zal nabihê, ew ditirse, destê xwe rima wî kilît dike û çaxê Zal milê xwe bilind dike, pelewan hespêva bilind dibê û destê xwe pê ber dide û qalim dike gazî, wekî wî nas bike, lê nexe, dibê: -Apê Zal, hewar derewe. Û zl dibê: - Qeda bê dinê, derew jî hatine dinê? - û hespê xwe dizvirîne. Wî çaxî ezrahîl xwe dike rengê dewrêșekî û ser riya herda disekine, dixweze qewara herda bicerbîne û lavayî waha dike, dibê: - Gelî siyar, barê min barkin. ... |